• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji partiyên siyasî peyam: Demokratîkbûn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e

Navenda Nûçeyan / AW

13 HEZÎRAN 2026 - 13:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DEM Partî, CHP, DEVA û Partiya Gelecekê ji “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De” re peyam şandin û bal kişandin ser girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd.  

Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li Eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De” didome. Di konferansa ku dê 2 rojan bidome de gelek rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û kesayetên navdar li ser gelek mijaran gotûbêje bikin. Gelek kes di konferansê de amade bûn. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir jî beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê bi gelek zimanan pankartên li ser mijara konferansê dinivisînin hatin daliqandin.

‘Konferans dê bibe destpêkek nû’

Beriya rûniştina yekêm peymanên ji bo konferansê hatinê şandin hatin xwendin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî ji konferansê re peyam şand û peyam wihayê: “Em bawerin em konferans dê bibe destpêkeke nû ya demokratîkbûyinê komarê. Em dixwazin komar ne li ser yekperestiyê û zextan lê li ser hevdû qebûl kirinê pêk were. Heta pirsgirêka Kurd bi rê ya demokrasiyê çareser nebe demokrasî pêk nayê. Ji ber wê jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûyinê xwedî girîngiyeke mezin e.”

‘Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd qeyran çareser nabe’

Di peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê de, xeta Komara Demokratîk û Pirsgirêka Kurd derketin pêş. Hevserokan diyar kir ku ew hêvî dikin ev konferans bibe xala destpêkê ya xeyaleke nû ya demokratîk û wiha gotin: “Daxwaza me ew e ku komar di sedsala xwe ya duyemîn de ne tekparêz lê pirdeng, ne derveker lê hemêzker, ne ewlekariyê lê azadiyê esas bigire. Em bawer dikin ku di serî de têkoşîna azadiya jinê ku pîvana avaker a hemwelatîbûna wekhev e; ked, ekolojî, ciwan û demokrasiya xwecihî stûnên bingehîn ên pêşeroja me ya hevpar in.”

Ozel: Hemwelatîbûna wekhev jiyanî ye

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel jî di peyama xwe de balkişand ser mijarên jiyanî yên ji bo siberoja Tirkiyeyê. Ozel xwest ku konferans ji bo siberojek demokratîk a welêt bibe wesîleya hewldaneke ramanî û civakî. Ozel di peyamê de wiha got: “Ez pir biqîmet dibînim ku mijarên xwedî girîngiyeke jiyanî yên wekî demokrasî, aştî, hemwelatîbûna wekhev û lihevhatina civakî bi tevlîbûna nêrîn û tecrubeyên cuda tên nîqaşkirin. Ez kesên keda wan di vê înîsiyatîfa watedar de heye pîroz dikim.”

Babacan: Daxwaza zimanê dayikê daxwazeke siyaseta demokratîk e

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê dewlet bi pirsgirêkên raboriyê re rû bi rû bimîne û pirsgirêka Kurd bi hişmendiyeke ewlekariyê nayê çareserkirin: “Dewleta bihêz ew dewlet e ku pirsgirêkan înkar nake, wan bi rêbazên demokratîk çareser dike. Divê pirsgirêka Kurd jî bi vê têgihiştinê bê destgirtin. Daxistina meseleyê di asta mijareke ewlekariyê de û dîtina wê wekî pirsgirêka beşeke diyar, bi Tirkiyeyê daye windakirin. Ji mafê zimanê dayikê û mafên çandî bigire heta demokrasiya herêmî û ewlehiya hiqûqî, divê em daxwazên welatiyên xwe bikin mijara siyaseta demokratîk.”

Davutoglu daxwaza aştiya civakî kir

Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî di peyama ku ji konferansê re şandiye de diyar kir ku ew her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibîne. Davutoglu destnîşan kir ku hevdîtina perspektîfên cuda yên siyasî li derdora xeyaleke hevpar a pêşerojê, wê tevkariyeke mezin bide çanda demokrasiyê û lihevhatina civakî.

Etîket: BabacanDavutogluKomara DemokratîkOzgur OzelTulay HatimogullariTuncer BakirhanVeguherîna Komarê ya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya mexdûrên erdhejê kir

21 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne