• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

Nazli Boztaş - Sîpan Batmaz / AW

13 HEZÎRAN 2026 - 09:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevka Dîplomasiyê ya DBPê Hafîze Îpek destnîşan kir ku ji bo pêvajoyeke rast divê dewlet azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bike û diyar kir ku heke Tirkiye gavên lezgîn neavêje, geşedanên herêmî dê bandoreke wêranker li Tirkiyeyê jî bike.

Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an daye destpêkirin didome û salek û nîv li pey xwe hişt. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtin. Lê dewletê hê jî gaveke şênber neavêtiye û pêvajoyê dixetimîne. Hevberdevka Dîplomasiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpek derheqê pêvajoya siyasî ya heyî, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, krîzên kûr ên li Rojhilata Navîn û erka dîrokî ya li ser milê partiya wan de ji ajansa me re axivî.

‘Peyama 27ê Sibatê ji bo hemû gelên bû hêvî û manîfestoyeke jiyana hevpar’

Hafîze Îpek di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka têkoşîna gelê Kurd û destnîşan kir ku her çend di dîrokê de gelek serhildan û hewldanên mafxwaziyê bi awayekî hovane hatibin perçiqandin jî, îro 52 sal in ku şerekî rasterast û berxwedaneke bêhempa berdewam dike.

Hafîze Îpek destnîşan kir ku xala îro pê re rû bi rû ne, biryardariya Abdullah Ocalan a ji bo bidawîkirina vî şerî ye û wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze ev şer êdî biqede û ev têkoşîn bi temamî di bingeheke demokratîk de, ber bi avakirina Komara Demokratîk ve biçe. Di vê çarçoveyê de, peyama 27ê Sibatê ya ku sal û nîv li pey xwe hişt, ne tenê ji bo Kurdan, ji aliyê hemû cîhanê ve bi erênî û wekî rûpeleke nû hat pêşwazîkirin. Ev peyam û perspektîf tenê ji bo gelê Kurd nîn e; ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê û li seranserî Rojhilata Navîn dijîn, bû hêvî, ronahî û manîfestoyeke mezin a jiyana hevpar.”

‘Em ê têkoşîna xwe bi awayekî demokratîk bidomînin’

Hafîze Îpek bi bîr xist ku ezmûnên berê, bi taybetî pêvajoya Osloyê, nîşanî wan daye ku bêyî bingeheke hiqûqî tu gavên hatine avêtî nabin mayînde û wekî mînak kanala fermî ya dewletê nîşan da û wiha domand : “Îro em dibînin ku TRT Kurdî bi Kurdî weşanê dike, lê di rastiyê de ev maf di warê zagonî û makezagonî de nayê parastin. Ji ber ku bingeheke qanûnî tune ye, sibê eger desthilatdarî biguhere an jî biryarek were girtin, her wext dikarin vî mafî bi tevahî betal bikin û kanalê bigirin. Birêz Ocalan pir zelal dibêje; em ê têkoşîna xwe bi awayekî demokratîk û di qada sîyasî de bidomînin, lê lazim e ev yek di destûra bingehîn de cih bigire û were mîsogarkirin. Kurd hene, ziman û çanda wan heye, ev rastiyeke dîrokî ye û daxwaza wan tenê ew e ku wekî xwişk û bira, bi rûmet û wekhev li ser vê axê bijîn.”

‘Divê dewlet di qada hiqûqî de gavên berbiçav biaveje’

Hafîze Îpek diyar kir ku di mijara çareseriyê de gelê Kurd û saziyên wan her dem berpirsiyariya xwe bi cîh anîne, hemû amadekarî kirine û niha hemû çav li ser gavên dewletê ne û wiha berdewam kir: “Birêz Ocalan bixwe daxuyand ku partiya wî, sîstema wî û hemû hêzên wî amadekariyên pêwîst kirine. Komîsyonên ku di serdemên berê de ji aliyê dewletê ve hatibûn avakirin, kar û xebatên xwe qedandin û raporên xwe pêşkêş kirin. Lê piştî wê qonaxê, ji aliyê dewletê ve ti gaveke pratîkî û biryardar nehat avêtin. Êdî dor di destê dewletê de ye. Divê dewlet di qada hiqûqî de gavên berbiçav biavêje. Îro girtîgeh bi hezaran girtiyên siyasî tije ne, girtiyên nexweş di şertên giran de ne, kesên ku bi salan e ceza xwarine hene. Mafên bingehîn ên 20 mîlyon Kurdî di zagonên vê dewletê de nayên naskirin; heta ev neyên çareserkirin, bi gotinên vala bawerî nabe.”

‘Azadiya Ocalan kaxiza turnusolê ya demokrasiyê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Hafîze Îpek destnîşan kir ku mifteya sereke ya pêvajoyeke rast û dirust, guhertina şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ye û ev nirxandin kir: “Gotineke Tirkan heye, dibêjin kaxiza turnusolê. Ji bo me û ji bo aştiya Tirkiyeyê jî azadiya birêz Ocalan tam pîvankeke wisa ye. Gava ew serbest bibe û mercên wî yên xebatê yên azad werin avakirin, wê demê baweriya me û civakê dê bi demokratîkbûna rastîn a Tirkiyeyê were. Ew karê giran û barê dîrokî yê aştiyê ku wî hildaye ser milê xwe, di bin şert û mercên tecrîdê de nayê meşandin; tenê di bin mercên azad de dikare bi ser bikeve. Ji ber vê yekê ye îro ne tenê gelê Kurd, rêberên ramanê û zanyarên Ewropî û navneteweyî jî dibêjin ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’. Ji ber ku ew ne tenê ji bo pêkhateyekê, ji bo hemû gelên herêmê jiyaneke bi rûmet, wekhev û aştiyeke mayînde diparêze.”

‘Ev şer ji bo gelan tenê kuştin, koçberî û hilweşandin e’

Hafîze Îpek di axaftina xwe de bal kişand ser nakokiyên di nav qadên dewletê de û bandora şerê herêmî û ev tişt gotin: “Di nav her dewletê de wekî ‘norm’ û ‘dijî norm’ du fonksiyon hene. Ew aliyên ku li dijî norm in û di nav tariyê de ne, tu carî naxwazin aştî li vê xakê pêk bibe. Çunkî ew rasterast ji fona şer, ji rant û aloziyê xwedî dibin. Lê eger ev şer bi dawî bibe, Tirkiye dê ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve bêhnê bistîne, pêş ve biçe û bibe navendeke aramiyê. Divê dewlet li dijî van bendan gavên wêrek biavêje. Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş bi xwe jî gotibû ku berî meclîs bê girtin divê em zagonên hewce derxin, lê em dibînin ku dîsa hinek astengiyên tarî derdikevin pêş. Li aliyê din, Rojhilata Navîn di nav agirekî mezin de ye; Îsraîl, Îran, Amerîka û hêzên herêmî di nav şerekî parvekirinê de ne. Ev şer ji bo gelan tenê kuştin, koçberî û hilweşandin e. Eger Tirkiye pirsgirêka xwe ya navxweyî zû çareser neke û gavên lezgîn neavêje, ev şewata herêmî dê bandoreke pir xerab û wêranker li ser Tirkiyeyê jî bike.”

‘Em ê heta dawiyê li pişt vê rêya aştiyê û peyama birêz Ocalan bin’

Hevberdevka Dîplomasiyê ya DBPê Hafîze Îpek, di dawiya axaftina xwe de erk û mîsyona partiya xwe ya di vê qonaxê de wiha anî ziman: “Wekî DBP, em bi temamî û bi her awayî li pişt vê peyam û vîzyona aştiyê ne. Çunkî daxwaza me ya herî mezin aştî, azadiyeke rasteqîn û jiyaneke bi rûmet e. Mixabin, pir caran gotin û perspektîfên kûr ên serokatiyê di nav civakê de wekî xwe nayên fêmkirin; her wekî din, di medyaya civakî de trol û aliyên şerxwaz bi zanebûn êrîş dikin û ramanên wî berovajî dikin. Li vir rola me ya herî mezin û mîsyona me ya dîrokî dest pê dike; Erka me ew e ku em vê peyamê her herfê û bi awayekî herî rast bînin ziman, di nav dil û hişê civakê de bidin fêmkirin, li qada navneteweyî bidin nasîn û li dijî her cûre heramkirinê biparêzin. Em ê heta dawiyê li pişt vê rêya aştiyê û peyama birêz Ocalan bin.”

Etîket: Abdullah OcalanDBPHafîze Îpek
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne