• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tehran û Washington li ser 14 xalên lihevkirinê dixebitin

Navenda Nûçeyan / AW

12 HEZÎRAN 2026 - 15:17
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Ajansa Mehr News a nêzî dewleta Îranê hûrgiliyên pêşnûmeya mutabaqateke ji 14 xalan eşkere kir ku di navbera Tehran û Washingtonê de muzakereya wê tê kirin.

Ajansa Mehr Newsê ya ser bi dewleta Îranê ve di nûçeya xwe de ku agahî spart çavkaniyên nêzî heyeta muzakereyê ya Îranê, detayên pêşnûmeya peymaneke ji 14 xalan eşkere kir ku tê gotin, Tehran û Washington li ser wê dixebitin.

Li gorî pêşnûmeyê, yek ji xalên herî girîng ên peymanê ew e ku li hemû eniyan agirbesteke mayinde bê ragihandin. Hate ragihandin ku Lubnan jî wê bikeve nava agirbestê û vekişîna hêzên DYE’yî yên li dora Îranê jî di çarçoveya peymanê de ye.

Tengava Hurmuzê wê jinûve bê vekirin

Di metna pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku dorpêça deryayî ya DYE’yê ya li ser Îranê wê bê rakirin û Tengava Hurmuzê ya ku stratejîk e di bin kontrola Îranê de di nava 30 rojî de jinûve li trafîka deryayî ya navneteweyî bê vekirin.

Tê gotin, jinûve vekirina Tengava Hurmuzê ku beşeke girîng a bazirganiya enerjiyê ya global jê derbas dibe, wê bazara enerjiyê hinekî rehet bike ku ji ber şer hejiya bû.

Rakirina pêkanînên petrolê û fona ji 300 milyar dolarî

Li gorî heman çavkaniyê, di pêşnûmeyê de tê ragihandin ku pêkanînên li ser petrolê û sektora petrokîmya ya Îranê wê bêne rakirin.

Li gel vê yekê tê plankirin ku bi fînansmana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên wê re bernameyekek jinûve avakirinê ya ji 300 milyar dolarî bê avakirin. Tê gotin, fon a navborî wê ji bo çareserkirina xisara binesazî û aboriyê ya ji ber şer rû da, bê bikaranîn.

Muzakereyên nukleerî

Pêşnûme diyar dike ku di mijara bernameya nukleerê ya Îranê de ji bo lihevkirineke dawî pêvajoyeke nû ya danûstandinan a ji 60 rojî bê destpêkirin.

Tê plankirin ku di vê demê de maldariya ji 24 milyar dolarî ya Îranê ya hate cemidandin bê berdan û 12 milyar dolarê vê yekê beriya destpêkriina hevdîtinan ji bikaranîna Tehranê re bê pêşkêşkirin.

Di berdêla vê de jî tê gotin ku Îran wê dilsoziya xwe ya bi berpirsyariyên Nuclear Non-Proliferation Treaty (NPT) careke din piştrast bike.

Hîn bi rengekî fermî nehatiye erêkirin

Metna pêşnûmeyê ku ji aliyê Mehr Newsê ve hate weşandin, ji bo lihevkirina aliyan çarçoveyekê danî be jî heta niha ne Washingtonê ne jî rêveberiya Tehranê xalên navborî bi fermî erê kirine.

Etîket: Şerê Îsraîl-Amerîka û ÎranêTehranWashington
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

11 HEZÎRAN 2026
Galîbaf: Heta mafên me neyên misogerkirin em ê tu peymanê erê nekin

Galîbaf: Heta mafên me neyên misogerkirin em ê tu peymanê erê nekin

31 GULAN 2026
Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

Gelawêj Ewrîn: Piştî şerê Îranê dibe ku statuya hin netewe-dewletan biguhere

3 GULAN 2026
Îsraîl bi êrîşên li ser Libnanê agirbestê binpê dike

Îsraîl bi êrîşên li ser Libnanê agirbestê binpê dike

9 NÎSAN 2026
Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

Amerîka û Îranê agirbesta demkî ragihand, Îsraîlê jî qebûl kir

8 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne