• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

Enqere/ Aw

11 HEZÎRAN 2026 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên guncav ên li gorî rola wî ya di pêvajoyê de werin avakirin û bang li îktîdarê kir ku pêvajoyê belavî demê neke.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.

Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşeke cuda heye û destnîşan kir ku piştî biryara ‘Betalkirina Teqez’ a li hemberî CHPê gelek pêngavên ku pergala Tirkiyeyê veguherîne, hatine avêtin û wiha got: “Yek ji van pêngavan jî pakêta darazê ya 12an e. Demeke dirêj e li Tirkiyeyê hîn taslaqên beriya çêkirina qanûnan, bi awayekî cuda dizîka pêşkêşî çapemeniyê tê kirin. Li ser vê tiştî dixwazin nêzîkatiya raya giştî çi ye, bizanibin. Derbarê mijarên ku dibin sedema înfîalê de gav paşde tê avêtin û belavî demê dibe. Piştre em dibînin bi awayekî cuda tê guhertin û dubare pêşkêşî meclîsê yan jî raya giştî tê kirin.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku rê û rêbazên ji bo derxistina qanûnan ne pêvajoya çêkirina qanûnên demokratîk in û wiha pêde çû: “Ev qanûn maf û azadiya civakê kêmtir dike. Li ser van qanûnan rê li hember kî welatiyek baş e, maf û azadiya kî dê were sînordarkirin, pêşiya kî bê vekirin û pêşiya kî bê girtin, tê vekirin. Bi vî awayî dixwazin hem qada siyasî, hem qada civakî hem jî pergala hiqûqî dîzayn bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin bal bikişînin sernavên di nav pakêta 12an de cih digirin.”

Guhertina qanûna nafakayê

Koçyîgît da zanîn ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê nafakayê de ji bo jinan windahiyeke mezin e û Koçyîgît got ku ev guherîna avayî jinan neçarî mayîna di nava girêdana zewacê ya bi şîdet dike û wan dixe nava xizaniyê.

Afirandina şert û mercên guncav

Koçyîgît destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk de ye û wiha axivî: “Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e. Beriya ku meclîs were girtin divê qanûna çarçoveyê yan jî qanûna şaneya kok a ku Birêz Ocalan pênase dike zûtirîn bibe qanûn. Pêdiviya aştiyê bi qanûnê û pêdiviya meclîsê jî bi mesaiya aştiyê heye.”

Her wiha Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişans ser mafê hêviyê û ev tişt anî ziman: “Afirandina şert û mercên guncav ên li gorî rola Birêz Ocalan a di pêvajoya çareseriya demokratîk û muzakereyê de ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk şertê bingehîn e. Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê îktîdarê. Divê îktîdar êdî pêvajoyê belavî demê neke û bi lez salnameyê eşkere bike û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê bi raya giştî re parve bike.

Etîket: Gulistan Kiliç KoçyigîtKoma DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koçyîgîte: Erjnayîşê Birêz Ocalanî yê derheqê Sûrîye de raşt vejîyayê

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo qanûna çarçoveyî muzakere didomin

27 TÎRMEH 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dê pêşnûmeqanûnê pêşkeşî heyeta me bikin

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dê pêşnûmeqanûnê pêşkeşî heyeta me bikin

13 TÎRMEH 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclîs demildest berpirsyariya xwe bi cih bîne

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclîs demildest berpirsyariya xwe bi cih bîne

22 HEZÎRAN 2026
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnan heye

20 GULAN 2026
Doza Kobanê: Li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin

Doza Kobanê: Li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin

15 GULAN 2026
Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

Heyeta CHPê serdana Koma DEM Partiyê kir

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne