• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

Navenda Nûçeyan / AW

9 HEZÎRAN 2026 - 18:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Siyasetmedarên Kurd bi daxuyaniyeke li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) bang li Komîteya Wezîran a KEyê kirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavile “mafê hêviyê” nas bikin.

Di çarçoveya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di navbera 9-11ê hezîranê de, siyasetmedarên Kurd ên di însîyatîfa “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de cih digrin, li pêşiya Konseya Ewropayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “mafê hêviyê” were naskirin. Her wiha bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li ser navê komîteyê siyasetmedarê Kurd Hişyar Ozsoy daxuyaniyê xwend û wiha got, “Em îro li vir in ku rola kilîd a Abdullah Ocalan ji bo aştiyê nas bikin û destnîşan bikin ku ji bo bi rêya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd aştî were pêkanîn, divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Biryara DMME û Komîteya Wezîran a KEyê hate bibîrxistin

Ozsoy bi bîr xist ku 12 sal bi ser biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê doza Abdullah Ocalan de daye derbas bûye û wiha got, “Di vê biryarê de hatibû hikmkirin ku cezayê muebetê yê girankirî li dijî qedexeya êşkenceyê ye û divê Tirkiye mafê hêviyê bide Ocalan û hemû girtiyên din ên ku di heman şert û mercan de têne girtin. Lê 12 sal in tu guhertin nehate kirin. Di îlona 2025an de Komîteya Wezîran heta dawiya 2026an dem da Tirkiyeyê ku Plana Çalakiyê pêşkêş bide ku diyar bike ku wê “mafê hêviyê” çawa pêk bîne.

Di demeke krîtîk de ne

Dem krîtîk e û divê bikevin tevgerê. Bêtevgerbûn, xwedî xeteriya ji dest dayîna firsenda aştî û demokrasiyê ya herî girîng a dehan salane.

Di doza Abdullah Ocalan de naskirina “mafê hêviyê” wê ji bo bidawîkirina rejîma tecrîda girankirî û û avakirina zemînekî hiqûqî ya ji bo berdana Abdullah Ocalan, bibe gavekî ewil a girîng. Ev tenê bandor li ser doza Abdullah Ocalan neke, di heman demê de ji bo bi hezaran girtiyên ku di heman çerçeveya hiqûqî de têne girtin, gavekî berfirehtir ji bo demokratîkbûn û xurtkirina dewleta hiqûqê temsîl bike.

Di cîhanekî ku pevçûn û şer bi lez belav dibin de, Abdullah Ocalan dengê aştiyê ye. Ji sala 1993’an ve gelek caran û herî dawî bi banga xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a di 2025’an de, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd armanc kiriye û her tim ji bo aştiyê xebitiye. Bi milyonên Kurdên li çar aliyên cîhanê wî wekî serok û nûnerê xwe yê rewa dibînin; gelek navên ji aliyên cuda jî rola wî ya muzakerevan a di pêvajoya heyî de qebûl bikin.

Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê çareseriyê bîne

Îro jî 82 xelatgirên Nobelê tevlî vê bangê bûn; nameyek ji bo naskirina mafê hêviyê û qebûlkirina rola Abdullah Ocalan wekî pêkanîner û dengê aştiyê û her wiha wekî aktorekî navendî ya çareseriya pirsgirêka Kurd, şandin.

Em îro di demeke krîtîk de ne ku pêşeroja civaka Kurd û hemû gelên ku li Tirkiyeyê jiyan dikin, wê diyar bibe. Ji bo ku Abdullah Ocalan di pêvajoya dewam dike de rola xwe bi awayekî azad bi cih bîne û ji girtîgehê were berdan, divê şert û mercên pêwîst bên avakirin. “

Daxwaz

Hişyar Ozsoy daxwazan bi vî rengî rêz kir:

“Tavile pêkanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di 2014an de û naskirina “mafê hêviyê”.

Xurtkirina kontrol û zexta siyasî ya Komîteya Wezîran li ser Tirkiyeyê; ger hewce bê dîtin pêkanîna prosedûrên binpêkirinê. Azadiya Abdullah Ocalan û pêkanîna tevlîbûna wî ya tam ji bo pêvajoya aştiyê.”

Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Divê Mafê Hêviyê pêk were

Siyasetmedar Dîlan Dirayet Taşdemîr jî biryara DMMEyê ya derbarê Abdullah Ocalan de bi bîr xist û anî ziman ku divê tavile ev biryar were pêkanîn.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku divê dawî li tecrîda 27 salan were anîn û wiha got, “Em dixwazin ku ev biryarên ku hem ji aliyê DMME û hem jî ji aliyê Komîteya Wezîran a KEyê hatine girtin, were pêkanîn û bi diyalogê şert û mercên çareseriya siyasî were avakirin.

Farisogullari: Serkeftina pêvajoyê girêdayî azadiya Birêz Ocalan e

Siyasetmedar Musa Farisogullari jî anî ziman ku tevî dema ser derbasbûyî jî hîna ne pêkanîna biryarên DMMEyê nayê qebûlkirin.

Farisogullari bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Abdullah Ocalan û wiha got, “Em Kurd li pişt pêvajoyê ne û ji bo serketina pêvajoyê têkoşînê didomînin.”

Her wiha wê sibê bi pêşengiya KCDK-E û ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê jiyan dikin, ji bo ji aliyê Komîteya Wezîran a KEyê tavile naskirin û pêkanîna mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan, meş û mitîng were lidarxistin.

Etîket: daxuyanîKEnaskirina mafê hêviyêsiyasetmedarên Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne