• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peyama girtiyên siyasî di Konferansa Jinan de hate xwendin

Amed / AW

7 HEZÎRAN 2026 - 18:50
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
​Di roja duyemîn a Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de peyama siyasetmedarên jin ên girtî hate xwendin. Di peyamê de hat diyarkirin ku divê rêveberiyên herêmî li ser bingeha hişê jinê werin avakirin.

​Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku bi dirûşma “Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin” li Amedê dest pê kiribû, di roja xwe ya duyemîn de bi coşeke mezin berdewam kir. Di rûniştina îro de peyama ku ji aliyê siyasetmedarên jin ên girtî Leyla Guven, Zeynep Karaman, Ayşe Gokkan û girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sîncanê ve hatibû şandin, ji aliyê Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî ve hate xwendin.

​Di peyamê de ev tişt hatin parvekirin: ​”Dibêjin ku ‘ruhekî her bajarekî heye’… Rast e. Li cem me jî li gund, bajar, bajarok û taxan, li hemû qadên jiyanê hafizayeke hevpar a ku ji dîrokê tê heye. Diyardeyên mîna ziman, çand û baweriyê, ruhê hevpar ê civakên ku li heman erdnîgariyê dijîn diafirînin.

​Ev civak, mîna serdema neolîtîkê ku tê gotin her tiştê di xwezayê de zindî ye; anku heywan, dar, ax, av, hewa û her hebûna li gerdûnê aîdî her zindiyekî ye, di pêşengiya jinan de bi hezarên salan jiyana xwe li ser bingeha koordînasyona kar û rolan meşandin.

​Lê belê piştî wê, wekî ku Rêber Apo diyar kiriye; hişmendiya qatil û kastîk a ku di klûba mêran de xwe bi rêxistin kiriye, gotiye ‘Xwedawend mirov e, mirov jî mêr e. Ji ber wê jî hemû zindî dê xizmetê ji egoyên wan ên tîbûyî re bikin’ û bi vî rengî îxanet li pergala demokratîk, ekolojîk û ya jinê hatiye kirin.

​Ji wê dîrokê ve qirkirina jinê, talankirina xwezayê û her cûre tehakkum bi zêdebûnê berdewam kiriye. Îro em jin bi serwextbûnê, di xebata vegera li kodên xwe yên dîrokî de ne. Ji ber vê çendê jî, em rêveberiyên herêmî yên ku hişmendiya mêrsalarî ji bo berjewendiyên partîsel, malbatî û kesane veguhartibû qadên rantê, bi hişê jinê û ligel gel dikişînin ser eslê wan ê heqîqî.

​Veguhartina van qadên ku kirine saziyên dewletê bo saziyên gelan, tenê bi nêrîna jinê gengaz e. Helbet em dizanin ku ev yek ne hêsan e. Bi wê baweriya ku gelê me ji bo me jinan nîşan daye, em bûn talibên van qadên zehmet.

​Jinên ezîz;

Em wekî Tevgera Jinên Kurd di rêveberiyên herêmî de êdî ne amator in. Di sala 1999an de bi 3 şaredarên jin û bi hejmareke kêm a hevalên jin ên endamên meclîsa şaredariyê em ketin ser vê rêyê; di her hilbijartinê de em bi hêztir bûn û hatin heta van rojan. Hevserokatî û xebatên me yên nûnertiya wekhev di her astê de bi rêjeyeke mezin pêk hatin.

​Ji îro pê ve jî, em ê li ser bingeha banga civaka demokratîk pergala xwe revîze bikin û di rêya xwe de herin. Heke Rêbertiya me di hemû bangên xwe de dibêje pêşengên vê pêvajoyê dê jin bin, ji bo ku ev bawerî bibe goşt û hestî, heke me duh yek dikir, divê em îro hezar bikin.

​Qada sepandina civaka komûnal a demokratîk, tam jî rêveberiyên herêmî ne. Ev modela demokratîk a ku dê di rêveberiyên herêmî de were avakirin; li dijî hişmendiya yek-mêrî ya rêveberiyên navendî dê bibe modelekî asoyî û civakparêz. Rêya komara demokratîk û neteweya demokratîk jî dê bi rêveberiyên herêmî ve bibe. Nexwe, divê em li van qadan bi destê jinê biryarên radîkal ên ku ezberan xira dikin bistînin. Heke em bi qanûnên ku li ser masê hatine amadekirin tevbigerin, em nikarin encameke cuda bipên.

​Heke di bajarekî de jin rastî şîdetê tên, tên qetilkirin, heke kolan ji bo jinan ewle nebin, heke di temenê zaroktiyê de tên zewicandin, heke rûbirûyê hişmendiyên mîna hewiyanî û berdelê dibin, divê em li sun evê ku polîtîkayên me yên herêmî dikarin çi bikin û dikarin bibin çi, her dem nîqaş bikin.

​Ber bi ‘Bajarên Jinan’ ve ku tevgera me ya jinê îlan kiriye, li qadan girîngiyeke mezin qezenc dike. Gelo avakirina civakeke azad a ku ji bajarên jinan dirêjî welatê jinan dibe utopîk dimîne? Bi nêrîna min na. Utopya ne tiştê neimkan e, tiştê ku hîna pêknehatiye ye.

​Heke jin li şûna peyva ‘lê belê’, bi gotina ‘tevî her tiştî’ bimeşin, serkeftin dê mûteber be. Tevî ku hişmendiya mêr xizmetên herêmî tenê dixe asta rê, av û kanalîzasyonê; em ê heta rûyê erdê bibe rûyê evînê bixebitin. Em jinên ku di dîrokê de hemû nirxên civakî afirandine, îro jî dikarin bajarên ku civak tê de di nav aramî û refahê de bi azadî bijî biafirînin. Jixwe afirandin, karê jinê ye.

​Jinên ezîz;

Hûn bi ked û xebateke mezin çi ji destê we tê dikin. Em wekî jinên girtî serkeftinê ji bo we dixwazin. Em konferansa we silav dikin û serkeftinê dixwazin.

​Leyla Guven, Zeynep Karaman, Ayşe Gokkan û hemû girtiyên siyasî yên ku li Sîncanê girtî ne…

Bi silav û rêzgirtinê.”

​Piştî xwendina peyamê, çepik hatin lêdan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Etîket: girtiyên jinkonferansa jinanpeyamRêveberiyên Herêmî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026
Qanûnê çarçewa: Pêşnîyazê Abdullah Ocalanî do pêşkêşî partîyan bêro kerdene

Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

3 TEBAX 2026
Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

28 TÎRMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Ji Ocalan daxuyaniya krîtîk: Divê pêvajoya hiqûqî û qanûnî dest pê bike

21 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

8 TÎRMEH 2026
Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne