• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

Wan / AW

4 HEZÎRAN 2026 - 17:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi daxuyaniyekê cezayên giran û darvekirinên rejîma Îranê ya li dijî gelên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û banga rawestandina darvekirinan hat kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li dijî cezayên giran û darvekirinên rejîma Îranê ya li dijî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li Qada Bajêr navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li hemberî qetlîamên rejîma îdamê ya Îranê em ê li qadan bin” hat vekirin. Tevî pêkhateyên platformê welatî jî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê DBPê ya Artemêtanê Mazlûm Babûr metna bi Kurdî xwend û got ku ew wekî rêxistin, sendîka, saziyên sîvîl, platform û hêzên demokratîk ên li Wanê, bi xemgînî û nerazîbûneke mezin li hemberî zêdebûna darvekirin, desteserkirin û polîtîkayên tepeserkirinê yên Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê radiwestin. Mazlûm Babûr diyar kir ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan salan e ku li hemberî zext, zordarî û destwerdanên sistematîk yên dewletê têkoşîna xwe ya maf, azadî û hebûna xwe dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Tevî hemû guhertinên siyasî yên ku li Îranê çêbûne, pirsgirêka Kurd û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd heta niha nehatine pejirandin. Rejîma Îranê di her şert û mercê de, bi taybetî dema ku bi qeyran û aloziyên navxweyî an derve re rû bi rû dimîne, siyaseta xwe ya zordarî û bindestkirinê li hemberî Kurdan û gelên din zêdetir dike.”

‘Darvekirin hatiye bilezkirin’

Berdewamiya metna daxuyaniyê wiha ye: “Di van meh û hefteyên dawî de, bi taybetî piştî şer û agirbestê di navbera Îran û DYA/Îsraîlê de, tê dîtin ku pêvajoya darvekirinan û cezayên giran li hemberî girtiyên siyasî, çalakvan û kesên ku ji bo maf û azadiyê deng didin, bi awayekî berbiçav hatiye bilezkirin. Di nava demeke kurt de gelek ciwanên Kurd hatine kuştin, gelek kes hatine darvekirin û gelek girtiyên siyasî jî li ber talûka infazê de dimînin. Ev rewşa xirab ne tenê meseleya gelê Kurd ve girêdayiye. Ev meseleya mafên mirovan, dadperweriyê, azadiya siyasî û giştî mijara tevî mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, bêdengî li hemberî van kiryaran û bûyeran, bi awayekî neyînî piştgirî dayîna wan jî tê hesibandin.

Banga piştgiriya bi gelên Îranê re kirin

Di heman demê de, em silav û rêzgirtina xwe ji bo hemû girtiyên siyasî yên ku di zindanên Îranê de li hemberî cezayên darvekirinê têdikoşin û bi rojiya birçîbûnê berxwedanê didomînin, diyar dikin. Herwiha em bang li saziyên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî van binpêkirinên giran bêdeng nemînin. Em bang li hemû rêxistinên ked û demokrasiyê yên Wanê, saziyên civaka sîvîl, sendîkayan, odeyan, platforman, partiyên siyasî, akademîsyen, nivîskar, hunermend û hemû kesên ku xwe bi nirxên azadî, wekhevî û dadperweriyê ve girêdayî dibînin dikin ku li hemberî van darvekirinan dengê xwe bilind bikin û piştgiriya xwe ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re nîşan bidin.

Darvekirin şermezar kirin

Em careke din polîtîkayên darvekirinê û tepeserkirinê yên rejîma Îranê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku çareseriya pirsgirêkên nav civakê ne di darvekirin û zordariyê de ye, lê di demokratîkbûn, diyalog û rêzgirtina mafên gelan de ye. Bijî yekîtiya gelan, bijî berxwedana ji bo maf û azadiyê. Wê rejime darvekirin û kuştinê têk biçe, wê berxwedana gelê bindest serbikeve.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: darvekirindaxuyanîÎranPlatforma Ked û DemokrasiyêWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne