• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Dêrsimê çalakiya li dijî talana xweza û banga têkoşînê

Dêrsim / AW

29 GULAN 2026 - 13:57
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Li gundê Gurik ê navçeya Pilemora Dêrsimê, parêzvanên xwezayê û xelkê herêmê li dijî projeya madenê ya şîrketa Dimin Madencilikê çalakî pêk anî. Çalakvanan destnîşan kirin ku proje polîtîkayeke qirkirina xweza û bêmirovkirinê ye û diyar kirin ku ew ê destûrê nedin talana şîrketên.

Êrişên pergalê û şîrketên sermayedariyê yên li ser erdnîgariya Kurdistanê û xwezaya wê bê navber didomin. Li dijî van êrişan, berxwedana gel jî mezin dibe. Li gundê Gurik ê navçeya Pilemora Dêrsimê, li dijî projeya madenê ya şîrketa Dimin Madencilikê ku wê bibe sedema tunekirina xwezayê, çalakiyeke hate lidarxistin.

Gel xwedî li xwezaya xwe derdikeve

Bi banga Komeleya Hawirdorê ya Munzurê û bi tevlîbûna xelkê gundê Gurik û gundên derdorê, li qada ku tê xwestin maden lê bê vekirin daxuyaniyeke girseyî pêk hat. Welatiyên ji gund, bajarok û navçeyên derdorê jî ji bo xwedîderketina li çiya, av, zozan û qadên xwe yên jiyanê herikîn qada çalakiyê.

‘Polîtîkaya koçberkirin û bêmirovkirinê ye’

Li ser navê Însiyatîfa Gurik û Gundên Derdorê Ugur Tepe daxuyaniya hevpar xwend. Tepe diyar kir ku ev proje ne tenê talankirina xwezayê ye, di heman demê de polîtîkayeke bêmirovkirinê ye ku armanc dike gelê herêmê ji warê wan bide koçberkirin.

‘Wargeha pezkoviya ne’

Tepe bi bîr xist ku qada madenê li gorî Peymana Bernê qadeke parastî ye û destnîşan kir ku ev herêm warê jiyanê yê pezkovî, hirç, waşeq û parsên Anatoliyayê ye. Her wiha Tepe anî ziman ku di heman sînorên mêrgan de berê jî projeyeke kana krom û çînkoyê bi hinceta “wesfê mêrga baş” hatibû sekinandin û xwest ev biryara hiqûqî ji bo projeya nû jî bê bicihanîn.

‘Dewlemendiyeke di lîteratûra cîhanê de nîne’

Tepe bal kişand ser dewlemendiya ekolojîk a Hewzaya Munzurê û Çiyayê Helê û ragihand ku di xebatan de li herêmê zêdetirî 2 hezar û 250 cureyên nebatan hatine tespîtkirin. Tepe destnîşan kir ku di analîzên li ser mêşvaniyê de cureyên polenên endemîk ên ku hê di lîteratûra cîhanê de cih negirtine hatine dîtin.

Li ser mijarê Tepe diyar kir ku xebatên madenê demkî ne, lê heywandarî û mêşvanî ji bo gelê herêmê şêweyekî jiyanê yê mayînde ne. Tepe bi gotina, “Ev ax, ji zêr bi qîmettir e” balkişand ser bedewiya xwezaya Dêrsimê û ragihand ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Bivirê li çiyayê me, derba li paşeroja me ye’

Li ser navê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Xatûn Esen jî axivî û diyar kir ku li her çar aliyên welêt li dijî talankirina xwezayê berxwedan didomin û têkoşîna li Gurikê jî parçeyekî vê berxwedanê ye. Esen da zanîn ku ew ne tenê ji bo mirovan, ji bo hemû zindewarên vê erdnîgariyê li qadê ne û wiha axivî: “Me bihîst ku şîrketên emperyalîst û taşeronê wan Dimin Madencilik dixwazin li vir madenê vebikin û xwezaya me qul bikin. Wekî ku li 81 bajaran dikin, dixwazin bi projeya talanê çiyayên me tune bikin. Em ê qet destûrê nedin vê yekê.”

‘Texrîbatek venager li xweza dikin’

Esen diyar kir ku şîrketên madenê texrîbatên veneger li xwezayê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her qazmeya ku li van çiyayan bê xistin, derbeyek e ku li paşeroja me tê xistin. Ev proje wê av, ax û qadên me yên jiyanê jehrî bike.” Esen bang li her kesî kir ku li dijî talanê têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin.

Etîket: DêrsimGurikPilatforma DêrsimêXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
Îdiaya Tuncay Sonelî bi belgeyan ameye puçkerdene

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 18 kes hatin binçavkirin

27 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026
Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne