• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Navenda Nûçeyan / AW

28 GULAN 2026 - 12:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê, tev li Konferansa 8emîn a ICABEPê ya li Polonyayê bû. Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim da zanîn ku ji bo hevkariya akademîk deriyên nû vebûne û mizgînî da ku hin zanîngehên Ewropayê xwestine zimanê Kurdî têxin nava bernameyên xwe yên akademîk.

Zanîngeha Kobanê li ser asta navneteweyî gavên girîng ên derbarê kar û xebatên akademîk de diavêje. Şandeyeke Zanîngeha Kobanê di 25ê Gulanê de li Enstîtuya Rêveberiyê ya Zanîngeha Szczecinê (Şçeçîn) ya Polonyayê, beşdarî Konferansa 8emîn a Jimêryarî, Karsazî, Aborî û Siyasetê (ICABEP 2026) bû. Zanîngeha Kobanê ku di heman demê de di nava komîteya amadekar a konferansê de cih digirt, bi nûnerên gelek zanîngehên cîhanê re hevdîtin pêk anîn.

Zimanê Kurdî dibe mijara bernameyên akademîk

Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim ê ku di nava şandeyê de bû, têkildarî encamên hevdîtinan û destkeftiyên ji bo perwerdehiya Rojavayê Kurdistanê agahî dan ANHAyê. Di encama hevdîtinan de, mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî bû yek ji destkeftiyên herî mezin. Şervan Muslim diyar kir ku yek ji rojevên wan ên sereke zimanê Kurdî bûye û got: “Di encama nîqaşên me de, hin zanîngehên navneteweyî eleqeyeke mezin nîşan dan û daxwaza xwe anîn ziman ku ew dixwazin zimanê Kurdî derbasî nava bernameyên xwe yên akademîk bikin.”

‘Emê piştgiriya Kurdî bidin zanînehên Ewropayê’

Muslim destnîşan kir ku wekî Zanîngeha Kobanê ew ê ji bo vê gavê hemû piştgiriyê bidin û wiha axivî: “Me soz da wan zanîngehan ku em ê bi rêya şandina kadroyên perwerdeyê yên pispor ên zimanê Kurdî piştgiriyê bidin wan. Her wiha, em ê materyal û pirtûkên taybet ên bi zimanê Kurdî ji bo pirtûkxane û beşên wan zanîngehan dabîn bikin.”

Zanîngeha Kobanê di komîteya amadekar de cih girt

Têkildarî rola Zanîngeha Kobanê ya di konferansê de, Muslim bi bîr xist ku ev beşdarbûn di çarçoveya hevkariyeke fermî de pêk hatiye. Muslim da zanîn ku beriya salekê di navbera Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Szczecinê de peymaneke hevkariyê hatiye îmzekirin û li ser vê bingehê Zanîngeha Kobanê ketiye nava Komîteya Amadekar a Konferansê.

‘Derfetên hevgiriyê mezin bûn’

Muslim anî ziman ku ev konferans bûye derfetek ji bo naskirina zanîngehên navneteweyî û wiha domand: “Me bi nûnerên zanîngehan re rewşa perwerdehiyê, rêbazên pêşxistina wê û projeyên siberojê yên ji bo berjewendiya xwendekaran nîqaş kirin. Beşdariya me hişt ku asoyên hevkariya me ya akademîk ji Polonyayê heta bi tevahiya dewletên Ewropayê berfireh bibe.”

Dê li Ewropayê tûra dîplomasiyê bikin

Şervan Muslim ragihand ku xebatên şandeya wan wê piştî konferansê jî bidomin û ew ê li çend dewletên din ên Ewropayê geştan bikin. Muslim der barê armanca serdanên xwe yên li zanîngehên Ewropayê de ev peyam da: “Em ê ezmûnên xwe yên perwerdehiyê ji wan re pêşkêş bikin û rewşa xwendekarên Kobanê, êş û hêviyên wan vebêjin. Armanca me ew e ku em li ser asta akademîk firset û destkeftiyên baştir ji xwendekarên xwe re ava bikin.”

Di konferansê de çi hat nîqaşkirin?

Konferansa 8emîn a ICABEPê bi beşdariya akademîsyen, lêkolîner û pisporên ji gelek welatan, du rojan dewam kir. Di roja yekem a konferansê de li ser zehmetî û arasteyên nûjen ên di warên aborî, rêveberî û siyasetên giştî de rûniştinên zanistî û xelekên nîqaşê hatin lidarxistin. Di roja duyem de jî bi rêya online derfet hate afirandin ku lêkolîner lêkolînên xwe pêşkêş bikin û hevkariya navneteweyî xurttir bibe.

Etîket: AkademiKonferansa ICABEPêKurdîPolonyaRojavayê KurdistanêŞervan MuslîmZanîngeha KobaniyêZanîngeha Szczecînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

Li Efrînê lîwaya leşkerî tê avakirin

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne