• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

Enqere / AW

23 GULAN 2026 - 13:38
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku biryara “Batalkirina teqez” li dijî hiqûq û demokrasiyê ye û got: “Weke DEM Partî em nirxên demokratîk diparêzin û xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derdikevin. Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan derbarê civîna awarte ya Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ya duh ku ji bo biryara “Betalkirina teqez” a kongreya CHPê civiyabû de li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan diyar kir Desteya Rêveberiya Navendî li ser biryara “Batalkirina teqez” a li dijî CHPê bi awayekî awarte civiyaye û got: “Me di civînê de li ser xetereyên vê biryarê nirxandin kirin. Ev biryar li dijî hiqûqê ye û biryareke siyasî ye. Weke DEM Partî weke her car em li rex îradeya gel in û li dijî vê biryarê ne. Ev biryar ne tenê li dijî partiyekê ye û li dijî demokrasiyê ye û me hemûyan eleqedar dike. Pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyeyê ya demokrasiyê ye.”

‘Aştî û demokrasî ji hev nayên cudakirin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ev biryar dikare bandorê li ser hemû qadên demokrasiyê bike û wiha axivî: “Ev biryar di heman demê de mudaxileya li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Weke tê zanîn dema me qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikir operasyona 19ê Adarê li dijî şeredariya Stenbolê pêk hat. Niha jî di serdemeke ku em qala pêvajoya qanûnî dikin de ev biryar pêk hat. Em vê yekê weke siyek li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinirxînin. Aştî û demokrasî ji hev neyên cudakirin. Pêdiviya me bi baweriyê heye. Di vê pêvajoya ku em qala aştiya civakî dikin de biryarên bêhiqûqî baweriya ji bo pêvajoyê kêm dike. Divê dadgeh nebin dîzaynkarê muxalefetê û li gorî berjewendiyên siyasî tevnegerin. Divê siyaset demokratîk û azad bin. Divê dev jî sepanên li dijî demokrasî û hiqûqê bê berdan.”

‘Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin’

Ayşegul Dogan bi lêv kir ku CHP di demek dijwar de derbas dibe û wiha pê dê çû: “Xurtbûyina muxalefetê di heman demê de xurtbûyîna demokrasiyê ye. Ji bo xurtbûyîna partiya muxalefetê ya bi kok divê di vê pêvajoyê de ne parçekirî lê bi awayekî hevparî derbikeve. Em ji Stenbolê heta Amedê ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşin. Weke DEM Partî em nirxên demokratîk diparêzin û xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbikevin. Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin.”

‘Heyeta me sibê diçe hevdîtinê’

Ayşegul Dogan da zanîn ku heyeta wan dê sibê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û got ku di vê serdema cejnê de ji bo cejnek aştiyane were welat dê têkoşîna xwe bidomînin.

Ayşegul Dogan li ser pirsa rojanegeran diyar kir ku ew ê ji bo serdana CHPê di lîjneya xwe de biryar bidin û li gorî pêvajoya di nav CHPê de tê meşandin li ser serdanê biryarekê bidin.

Ayşegul Dogan li ser pirsa hûn dê serokatiya Kemal Kiliçdaroglu bipejirînin an na jî diyar kir ku CHPê niha li ser vê yekê pêvajoyek dayê destpêkirin û li gor helwesta CHPê ew dê jî helwesta xwe nîşan bidin.

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

19 MIJDAR 2026
Ayşegul Dogan: Em li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em li benda geşedanên nû ne

5 MIJDAR 2026
Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

22 COTMEH 2026
Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

22 ÎLON 2026
Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

Dogan: Divê ji bo rêvebirina pêvajoyê birêz Ocalan bi rola xwe rabe

28 TEBAX 2026
Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne