• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Koçyîgît: Ev desthilata qeyûman rûreşiyê dike

Sêrt /AW

31 ÇILE 2025 - 16:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Sêrtê axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li dijî polîtîkaya qeyûman a desthilatê bidomînin û got: “Hûn çiqas qeyûm tayîn dikin bikin jî em ê car din bi ser bikevin. Ev desthilata qeyûman desthilatek rûreş e.”

 

Li Sêrtê protestokirina tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Sêrtê berdewam dike. Îro jî rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Batman, Şirnex û Mêrdînê hatin piştevaniya hevşaredarên Sêrtê. Piştî meşa hat lidarxistin, bi beşdariya Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ber avahiya şaredariyê daxuyanî hat dayîn.

Hevşeredar: Em nahêlin ku qeyûm rehet rûnê

Di daxuyaniyê de ewilî hevşeredara Sêrtê Sofya Alagaş axivî û anî ziman ku ew ê li dijî tayînkirina qeyûm berxwedana xwe bidomînin û got: “Qeyûm li wir bi rehetî nikare rûnê. Hatin nehatin dest bi dijminatiya gel kirin. Dixwazin karkeran ji kar derxînin. Em ê jî li dijî vê yekê li cem karkeran bin. Em ê kirinên qeyûm teşhîr bikin û rehetî nadin wan. Berxwedana me wê bidome.”

Hevşeredar Mehmet Kaysî jî destnîşan kir ku ew ê li dijî danîna qeyûm têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Yên ku vîna gel nas nakin em jî wan nas nakin. Her roj qeyûm tayîn bikin jî em ê li dijî qeyûmên wan rabin. Em ê bi gelê xwe re ji bo ew rehet rûnenên çi ji destê me were em ê bikin.”

Koçyîgît: Çi dibe bila bibe em ê dîsa bi ser bikevin

Piştrê jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe dawiya desthilatê bînin û ev yek anî ziman:

“Ev desthilat bi salan e bi desteserkirin û dizîkirina vîna gel û zilmê dixwaze xwe li ser pêya bigire. Em bi desthilateke faşîst rû bi rû ne. Dixwazin bajarên me desteser bikin û xwe bi vê desteserkirinê li ser pêya bigirin. Gelek caran qeyûm tayîn kirin lê her carê me qewirand. Êşa wan jî ew e. Gelê Kurdistanê û DEM Partî li dijî yên zilmê dikin li ber xwe dide. Dixwazin tola hilbijartinê ji me hildin. Lê kesek jî ji DEM Partî bimîne wê serî netewîne. Bi dek û dolaban ceza dan hevşeredara me. Mutahîtên alîgir û parlamenterê AKPê yê Sêrtê jî bo rantê koalîsyon kirin û agahî dan Wezarete Karên Navxwe. Piştre jî biryara danîna qeyûm hat dayin.

Şerm û fedî bi van re tune ye. Li dijî vê pergala pûçbûyî têkoşîna me didome. Qeyûm polîsan berdide taxan û polîs bi çekan gule direşînin. Qaşo guleyan ji bo ‘ewlehiyê’ reşandin e. Yên ku ewlehiya vî bajarî dixe xetereyê qeyûm û polîs bi xwe ne. Helbet hûn ê hesabên van dek û dolaban bidin û bên darizandin. Weke ku dagir kirin e, ala xwe li vir daliqandin e. Dixwazin tawanbarî û sûcên xwe bi vê alê veşêrin. Em li vir dibêjin, hûn çiqas qeyûm tayîn dikin bikin jî em ê car din bi ser bikevin. Em ê li ber xwe bidin. Em ê vê desthilata faşîst ji vir biqewirînin.

Bi qeyûman aştî pêk nayê

Dibêjin; ’em ê aştiyê bînin’ lê bi van qeyûmên we aştî pêk nayê. Heke hûn rastî ji çareseriyê dixwazin divê hûn destpêkê dev ji van qeyûman û polîtîkayên faşîst berdin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘divê ev pirsgirêk di zemîna hiqûqî de were çareserkirin. Lê desthilat li dijî ve yekê zextên xwe zêde dike. Rojnamegeran dikuje û digire, şeredariyan desteser dike. Heke hûn çareseriyê bixwazin divê hûn rêzê ji ziman, nasname û welatê gelê Kurd re bigirin. Êdî ji vê zilma we re bes e. Zilm hêrsa me û têkoşîna me mezin dike. Em ê tekoşîna xwe berfirehtir bikin. Ev desthilata faşîst wê biçe. Ev desthilat di dîrokê de wê weke desthilatek rûreş were penasekirin.”

 

Etîket: DBPDEM PartîQeyûmŞaredariya Sêrtê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne