Li Îzmîr, Wan, Êlih,Sêrt, Şirnex, Amed û Îzmîrê Cangoriyên Meha Gulanê bi merasîman hatin bîranîn.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê Cangoriyên Meha Gulanê bi merasîmên girseyî hatin bibîranîn.
ÎZMÎR
Rêxistinên ciwanan ji ber avahiya OSYMê heya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê meşiyan û Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên Zindana Amedê bi bîr anîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bal kişandin ser teslîmnebûna Îbrahîm Kaypakkaya ya di bin îşkenceyê de rê li ber şoreşgeriya gelên Tirkiye û Kurdistanê vekir.
Di daxuyaniyê de Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn ên ku li Girtîgeha Amedê bedena xwe dabûn ber agir hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ciwan li ser şopa Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya li dijî NATO û emperyalizmê têdikoşin” hat vekirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Hakî Karer dijî, têkoşîn bilind dibe” hatin berzkirin.
‘Kaypakkaya ti carî bi desthilatdariyê re li hev nehatiye’
Rêxistinên Ciwanan diyar kirin ku berxwedana 90 rojan a Îbrahîm Kaypakkaya, danezana wê yekê ye ku agirê serhildan û berxwedanê yê ku beriya 53 salan li van axan pêxistiye, îro jî zindî ye û gotin: “Bi vê hişmendiyê, em Îbrahîm Kaypakkaya di 53emîn salvegera qetilkirina wî de bi hêrs, dilsozî û biryardariya têkoşînê bi bîr tînin. Îbrahîm Kaypakkaya di her qada jiyanê de alîgiriya xeta bindestan ji xwe re weke wezîfe dîtiye. Wî bindest ne tenê wekî çînek civakî ya ku divê were parastin, lê wekî kirde û rêbaza têkoşînê ditiye. Wî cewherê faşîst ê Kemalîzmê û îdeolojiya qirker a fermî ya Tirkiyeyê ye teşhîr kiriye, bal kişandiye ser hebûn û têkoşîna azadiyê ya neteweya Kurd û tu carî bi desthilatdariyê li hev nehatiye.”
‘Em ê jî meşaleya azadiya Kurdistanê bilind bikin’
Rêxistinên Ciwanan anîn ziman ku ev roj, di dîroka şoreşgeriya Tirkiye û Kurdistanê de wekî rojeke bilindkirina têkoşînê divê bê dîtin û gotin: “Hakî Karer, wekî Tirkekî ji Behra Reş îmtiyazên neteweya serdest red kir û xwedî li têkoşîna azadiyê ya neteweya Kurd derket, di rêya azadiya Kurdistanê de jiyana xwe bexşî tevgera şoreşger kir û bû yek ji sembolên piştevaniya enternasyonalîst. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn jî li dijî ferzkirinên teslîmiyetê yên cunta faşîst a 12ê Îlonê bedena xwe dan ber agir û meşaleyeke berxwedanê ya ku qet venamire pêxistin; bûn navê têkoşîna li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê. Em ê jî wekî deynekê meşaleya azadiya Kurdistanê her bilind bikin”
Daxuyaniya çapemeniyê piştî dirûşmeyên “Bijî şoreş û sosyalizm”, “Şehîdên şoreşê namirin” bi dawî bû.
WAN
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Pişgirtî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Zarokên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) di çarçoveya “Hefteya Şehîdan” de li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Li eywana bîranînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên damezrîner ên PKKê hatin daliqandin. Tevî nûnerên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl yên bajêr û gelek welatî tevli bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Di bernameyê de sînevizyonek li ser kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat nîşandan û endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê helbest xwendin.
‘Dema Rêbertiya me azad bibe, hêviyên wan jî dê bên cîh’
Hevserokê Komeleya MEBYA-DERê Yûsûf Dîndar di bernameyê de axivî û diyar kir ku meha gulanê ji bo gelê kurd meheke wisa ye ku tê de êş û windahiyên mezin çêbûne. Yûsûf Dîndar anî ziman ku di têkoşîna azadiya kurd de berdêlên mezin hatine dayîn û got: “Hûn li kîjan axê bixin, şopeke şehîdên me lê heye. Em bi xêra têkoşîna wan gihîştine van rojan. Ger ev têkoşîn nebûya, em îro nedihatin vir. Em ê xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin. Dema Rêbertiya me û gelê kurd azad bibe, hêviyên wan jî dê bên cîh.”
Bernameya bîranînê bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
ÊLIH
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê pêşengên PKKê Hakî Karer û rêhevalên wî yên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Di bîranînê de gelek rêveber û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Êlihê tev li merasîma bîranînê bûn. Eywana ku girse lê kom bû pankartên ku wêneyên cangoriyan li ser bûn hatin daliqandin. Her wiha girseyê pêşî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku derbarê jiyana wan de hatibû amadekirin dan weşandin.
‘Em ê xwedî li wê mîrateya wan derbikevin’
Hevseroka MEBYA-DERa Êlihê Nezahat Toprak anî ziman ku cangoriyên meha Gulanê ji bo têkoşîna azadiya Kurd gelek girîng in û wiha got: “Ez hemû şehîdên ku di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim. Em soz didin ku em ê xwedî li wê mîrateya ji me re hiştine derkevin.”
SÊRT
MEBYA-DERa Sêrtê jî pêşengên meha Gulanê Hakî Karer û rêhevalên wî li eywana Denîz Poyraz a li navenda DBPê ya Sêrtê bi merasîmekê bibîranîn. Di bernameya bîranînê de rêveber û endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên civakî ên Sêrtê tev li merasîma bîranînê bûn. Eywana ku girse lê kom bibû pankartên ku wêneyên cangoriyan li ser bûn hatin daliqandin. Girseya ku li eywanê kombibû ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dabûn deqîqeyekê rêz girtin û piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku derbarê jiyana wan de hatibû amadekirin hate nîşandan.
‘Têkoşîna wan ji me re bû weke mîraseke’
Rêveberê MEBYA-DERa Sêrtê Bakî Taşçi jî li ser navê saziyê axivî û wiha got: “Ez di şexsiyeta heval Heqî Karer de hemû şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Di serdemên herî zehmet de hevalê Heqî û gelek rêhevalên xwe têkoşîneke mezin dan meşandin. Û ew têkoşîna wan ji me re bû weke mîraseke.”
Bername bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
ŞIRNEX
Li Eywana Bîşeng Anik a DEM Partiyê ya Şirnexê bi tevilbûna parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek welatiyan Cangoriyên Meha Gulanê hatin bîranîn. Destpêka bîranînê ji bo hemû cangoriyên azadiyê rêz hatin girtin û piştre Newroz Ûysal Aslan hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn û got ku bi saya serê wan têkoşeran îro em hatine asta serkeftina gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê. Hevserokê MEBYA DERê yê Şirnexê Ramazan Togûrlû jî cangoriyên meha Gulanê bi bîr anîn û diyar kir ku ew dê her tim li ser şopa wan bimeşin. Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Gulanê hatiye amadekirin hat pêşkirin. Bîranîn bi dirûşma, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
AMED
MEBYA-DERa Amedê, Komeleya Lêkolîn û Piştevaniyê ya 78an a Amedê û Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi minasebeta cangoriyên meha Gulanê li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bernameyeke bîranînê li dar xistin. Li eywana ku bîranîn lê çêbû, wêneyên pêşeng û cangoriyên ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin daliqandin. Nûnerên saziyên sivîl, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê sînevîzyoneke ku behsa berxwedana şehîdên meha Gulanê dikir hat nîşandan. Sînevîzyon bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştî sînevîzyonê, helbesta bi navê “Ez Mirov Bûm” a ku ji aliyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan ve ji bo Heqî Karer hatibû nivîsandin, hat xwendin.
‘Wan berxwedaneke mezin raber kir’
Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Ramazan Dengîz diyar kir ku ew ê li ser şopa kesên ku ji bo avakirina jiyaneke birûmet li ber xwe didin, têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin.
Hevserokê Komeleya 78an Ahmet Candan ê ku dema Çaran çalakî pêk anîbû li Qawişa 33yan a Hejmara 5an a Zindana Amedê dihate ragirtin, bal kişand ser sepanên hov û dij-mirovî yên li zindanê û destnîşan kir ku kesên jiyana bêrûmet qebûl nekirin, berxwedaneke dîrokî û mezin raber kirin. Rêveberê Komleya 78an Huseyîn Bariş ê ku di dema çalakiyê de di qawişa 32yan a li hemberî wan de bû jî diyar kir ku berxwedana wê rojê rêya îro ronî dike û bang kir ku divê xwedî li bîranînên wan were derketin.
‘Malbatên şehîdan dê bibin pêşengên rêxistinbûna komunê’
Hevseroka MEBYA-DERê Gûrbet Sevîktek jî bal kişand ser girîngiya meha Gulanê û wiha axivî: “Piştî şehadeta Heqî Karer, armanc ew bû ku deng bigihe milyonan. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk encama vê berxwedana 50 salan e. Ev serkeftin a şehîdan e; şerê hebûnê bi ser ketiye. Aştî, destkeftiya şehîdan e. Şehîdên me di avakirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de rê nîşanî me dan. Em ê li ser vê rêyê têbikoşin û xwedî li bîranînên wan derkevin. Di serdema nû de malbatên şehîdan dê bibin pêşengên rêxistinbûna komunê. Em soza xwe ya avakirina jiyana azad dubare dikin.”
‘Serok ji bo dilsoziya şehîdan dixebite’
Veysel Avci yê ku 30 salan di girtîgehê de mabû jî wiha got: “Di bajarekî de ku 2 milyon mirov lê dijîn de ku ev salon tejî nabe, ev kêmasiyeke mezin e. Divê nêzîkatiyeke xwerexneyî hebe. Şehîdên me ji bo civakeke azad û demokratîk li ber xwe dan. Dilsoziya bi şehîdan re di berxwedanê re derbas dibe. Divê mirov vê yekê raber bike. Li dijî nêzîkatiyên tasfiyekar, divê em berxwedana xwe nîşan bidin. Em xwedî li pêvajoya aşitiyê derkevin û wê bigihînin serkeftinê. Berî her tiştî divê em ji ziman û nêzîkatiyên negatîf dûr bikevin. Rêber Apo, ji ber dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, heta mafê xwe yê hewadariyê yê saetekê jî bi kar naîne û dixebite. Divê em bi vê zanebûnê têkoşînê bimeşînin û berxwedana hevpar a gelan ava bikin.”
Bername bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Li Îzmirê di pêşengiya MEBYADER-EGEyê de ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku rûmeta îro bi saya têkoşîna kesên ji bo aştî û azadiyê jiyana xwe ji dest dane pêk hatiye û wiha hat gotin: “Ji bo fêmkirina şehîdan, divê mirov li ser şopa wan bisekine, bikeve tevgerê û xwe birêxistin bike.”
Li Îzmirê, li Avahiya Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê di pêşengiya Komeleya Alîkarî, Pişgirtî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Kesên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re ya EGEyê (MEBYADER-EGE) ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî bernameya bîranînê bûn. Di dema bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Sedan leheng bûn mertalên zindî’
Bernameya bîranînê bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Hevseroka MEBYADER-EGEyê Bedîha Guzelyuz xêrhatina beşdaran kir, bal kişand ser wate û girîngiya rojê.
Piştre Hevserokê MEBYADER-EGEyê Mîkaîl Atan axivî û got: “Tevgerê meha Gulanê wekî ‘meha şehîdan’ ragihandiye. Di meha Gulanê de bi sedan leheng wekî helwestek li dijî mêtingeriyê bedena xwe ji gelê xwe re kirin mertal û di vê oxirê de canê xwe dan. Em bi saya pêşengên vê tevgerê îro li hemû cîhanê tên naskirin û zanîn. Tevgera Azadiya Kurd îro di serdema xwe ya herî bi heybet a dîrokê de ye. Em di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêz û hurmeta xwe pêşkêşî hemû lehengên Tevgera Azadiya Kurd dikin û hestên xwe yên minetdariyê ji wan re diyar dikin.”
‘Pêwîst e mirov şehîdan fêm bike’
Piştî axaftina Mîkaîl Atan, sînevîzyona li ser têkoşîn û çîrokên kesên jiyana xwe di meha Gulanê de ji dest dane hatiye amadekirin hate nîşandan. Piştî nîşandana sînevizyonê, Gursel Karaarslan ê 30 salan maye di hefsê de axivî û got: “Divê mirov şehîdan baş fêm bike. Ji bo fêmkirinê jî divê mirov bikeve nav tevgerê. Em çiqas xwe birêxstin bikin, em ê ewqasî ji şehîdan baş fêm bikin. Ya herî giring jî divê mirov şêwazên şehadetê jî fêm bike û bizanibe. Heke em wan nezanibin, em nikarin fêm bikin. Divê em têbigihijin ku em çawa gihîştine van rojan, bi çi rengî hatin û bi çi trajedî û dramayan re rû bi rû ne. Divê mirov hevalê Cuma Tak baş fêm bike. Bi heman rengî şêwazê mirina hevalê Hekî Karer jî wisa ye. Ev mirin ne mirinên mirovên ji rêzê ne ku xwe feda kirine. Heke em wisa fêm nekin, em ê wateya wê kêm bikin.”
Bernameya bîranînê bi dirûşman bi dawî bû.




































