• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ayşegul Dogan bang li Meclîsê kir: Divê mekanîzmayek nû bê avakirin

Enqere / AW

18 GULAN 2026 - 16:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku divê Rêberê Gelê Kurd Abduallah Ocalan bikaribe bi hemû beşên civakê re danûstandinê bike, bang li Meclîsê kir ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê mekanîzmayeke nû bi beşdariya partiyên siyasî bê avakirin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di navbera civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ayşegul Dogan diyar kir ku wan di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de li ser mijarên weke çalakiya “gavek ji bo aştiyê”, geşedanên di pêvajoya Aştî û Civak Demokratîk û geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin nîqaş kirine û axivîne.

Ayşegul Dogan derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi lêv kir ku ji bo aştiyê wan li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiya “Gavek ji bo aştiyê” li dar xist û wiha got: “Bi milyonan kesan daxwazên xwe anîn ziman. Daxwaza hevpar aştî ye. Daxwaza civakê ya aştiyê xurt e lê baweriya ji bo pêvajoyê qels e. Civak dixwaze aştî pêk were. Xebatên me yên bi vî rengî jî dê berdewam bikin. Pêvajo berdewam dike lê sistbûnek heye. Ji bo ev sistbûnê were derbaskirin jî pêdivî bi hewldaneke nû û nexşereyeke heye. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî qala nexşereyeke dike. Weke DEM Partî em jî demekê dirêj e dibêjin pêvajo di merhaleyeke nû de ye û pêdivî bi gavavêtinên nû heye. Ji bo wê jî em daxuyaniya birêz Bahçelî watedar dibinin.”

‘Divê bi beşdariya partiyên siyasî mekanîzmayeke nû bê avakirin’

Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê ya derbarê pêvajoyê de û axaftina xwe wiha domand: “Serokkomar dibêje pêvajo berdewam dike û Komîsyona Meclîsê nîşan dide. Lê dema gavên şênber nehatin avêtin di raya giştî de fikarên weke ‘gelo pêvajo xitimî ye’ derdikevin holê. Pêşniyara Devlet Bahçelî girîng e lê divê em meseleyê tenê bi avakirina mekanîzmayeke koordînasyonê vê jî sînordar nekin. Endamên rêxistinê ku ji têkoşîna çekdarî dixwazin derbasî têkoşîna siyasî bibin, dê ji bo wan qanûn werin çêkirin ev girîng e. Komîsyona Meclîsê raporeke hevpar jî amade kir. Divê ji bo pêkanîna xalên raporê takvîmek bê diyarkirin û Meclîs însiyatîfê bigire ser xwe. Em jî bang dikin ku mekanîzmayeke nû bi beşdariya hemû partiyên siyasî bê avakirin ku gav bên avêtin. Her ku gav neyên avêtin di bawerkirina pêvajoyê de dê qelsbûn çêbibe û ji provakasyonan re rê vebibe.”

‘Divê birêz Ocalan rasterast fikrên xwe bi civakê re parve bike’

Ayşegul Dogan derbarê nîqaşên li ser statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan sermuzakerevan e û wiha axivî: “Bi milyonan kes birêz Ocalan weke îradeya xwe dibînin. Birêz Ocalan ji bo wekhevî, aştî û azadiya vî welatî û ji bo me hemûyan dixebite. Bandora birêz Ocalan li ser tevahiya Tevgera Azadiyê heye. Ji bo wê rola wî bi tenê çend mijaran sînordarkirin ne rast e. Divê em birêz Ocalan bi heqîqeta wî û bandora wî bibînin. Em dibêjin vebikin deriyên Girava Îmraliyê û bila rojnameger bixwe jê pirsan bikin. Hinek îdia hene û gelek spekulasyon çêdibin. Ji bo li pêşiya van were girtin jî divê birêz Ocalan rasterast bi çapemenî û civakê re bikaribe fikrên xwe parve bike. Jixwe daxwaza birêz Ocalan jî ev e ku bi rêxistin û civakê re rasterast danûstandinê bike. Ev jî ji bo pêşvêçûna pêvajoyê jî hewcedariyeke girîng e.”

‘Em li bendê ne ku heyeta me di rojên pêş de biçe Îmraliyê’

Ayşegul Dogan derbarê hevdîtina heyeta wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ev yek anî ziman: “Dema pêvajoya hevdîtinê dirêj dibe fikarên li ser xitimandina pêvajoyê jî derdikevin. Em jî li bendê ne di rojên pêş de heyeta me biçe Girava Îmraliyê û hevdîtinê pêk bîne. Divê êdî siyaseta înkarê û zimanê wê bi dawî bibe. Zimanê aştiyê bê bikaranîn. Em bang li Meclîsê dikin ku bi mekanîzmayeke nû û bi bandor bikeve dewrê.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran diyar kir ku divê mijara statuyê bi nîqaşan dema wê neyê windakirin û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li holê ye û li gor heqîqetê bê nirxandin û got: “Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe û hewceyî bi nîqaşên statuyê tune ye û divê di şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe.

Ayşegul Dogan derbarê pirsa heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê kengî biçe giravê de jî diyar kir ku plansaziyeke roj û demê hê nehatiye diyarkirin.

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

Berdana Saît Yildirim nêz dibe, rewşa wî di rojeva Meclisê de ye

29 TÎRMEH 2026
Abdullah Ocalan: Em dixwazin bi vê pêvajoyê stratejiya sed salî li pêş bixin

Abdullah Ocalan: Em dixwazin bi vê pêvajoyê stratejiya sed salî li pêş bixin

24 TÎRMEH 2026
Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

3 TÎRMEH 2026

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026
‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

‘Divê meclîs berpirsyarî bigire û çarçoveya qanûnî bên çêkirin’

18 HEZÎRAN 2026
Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

Ayşegul Dogan: Em li rex demokrasî û hiqûqê disekinin

23 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne