• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî hat kirin

Enqere / AW

15 GULAN 2026 - 18:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endam û nûnerên saziyên ziman û çandê yên Kurdî, saziyên demokratik û partiyên siyasî bi daxwaza statu û perwerdehiya bi Kurdî li ber deriyê Wezareta Perwerdehiyê daxwaza fermîbûna perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin.

Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşmeya, “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê xwest ji ber avahiya Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ya navçeya Çankaya ya Enqereyê heta avahiya Wezareta Perwerdehiyê bimeşin. Ji ber ku destûr nehat dayin girse li ber Wezareta Perwerdehiyê kom bû û li wir daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê demekê dirêj li ber wezaretê dirûşmeyên, “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” berz kirin. Her wiha girseyê dovîzên li ser, “Zimanê me hebûna me ye”, “Statuya Kurdî” û “Ziman jiyan e” dinivisî jî rakirin. Girseyê li ber Wezareta Perwerdehiyê pankartên li ser, “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê” û “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” rakirin.

‘Ziman şertê heyînê yê pêşîn e’

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê mamosteyê ANKA-DERê Dogan Şenses ve hat xwendin.Dogan Şenses diyar kir ku Cejna Zimanê Kurdî salvegera Kovara Hawarê ya bi pêşengiya Celadet Elî Bedîrxan li Şamê dest bi weşanê kiriye û got: “Di hejmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsîn; Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesên ku xwe nas dikin, dikarin xwe bidin naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide naskirin. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî were jiyîn û mayînde bibe, gelê Kurd di sala 2006an de 15ê Gulanê wekî roja “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û her sal vê cejnê bi rihekî netewî pîroz dike.”

‘Zimanê Kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya welat pirsgirêka Kurd e û wiha axivî: “Polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û pekûtiyên ku li ser çand, ziman û nasnameya Kurdî tên meşandin in. Di sedsala 21emîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin, bi milyonan zarokên Kurd ji çand û zimanê xwe qut bûne , bi zimanê tirkî tên perwerdekirin. Li gorî peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Gelê Kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi helwest û nezîkatiyên dewletê yên wekî bişaftin, înkar, tunekirin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî van nêzîkatiyan nerazîbûnên xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne.Bê guman, wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê Kurd jî parastina çand û zimanê xwe hêmana bingehîn û sereke yê têkoşînê ye. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de daxwaza azadiya çand û ziman heye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî azadiya çand û zimanê Kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.”

‘Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê’

Dogan Şenses bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Em di vê bîr û baweriyê de ne dê ev banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bibe sedema zindîkirina ruhê neteweyî yê aştiyane û civaka demokratîk. Dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statu, mafê siyasî û hiqûqî yê veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilinde xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê Kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin. Bi van hestan em ê bi hemû sazî û dezgehên Kurdî û demokratîk re dirûşmeya “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ku di merheleya nû de sala borî destpêkiribû bidomînin. Ji bo welatekî demokratîk û aram, pewiste zagonên bingehîn ên ku li  pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin werin sererastkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: daxwazEqereKurdîperwerdestatuwezaret
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne