• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

Enqere / AW

15 GULAN 2026 - 12:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tekildarî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî daxwaza herî bingehîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û got: “Heta ew daxwaz bi cih neyê pêvajo nikare li ser zemîneke saxlem rûnê.”

Salvegera avabûna Kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ku li Şamê hatibû weşandin, ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) ve di sala 2006an vir de weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Îro bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bernameyên pîrozbahiyê tên lidarxistin û bi çalakiyên girseyî daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî û statuya Kurdî dê bê kirin. Ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê siyasetmedar, rewşenbîr, aktivîst û kesayetên cuda cuda peyamên pîrozbahiyê diweşînin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin.

* Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, Cejna Zimanê Kurdî bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dê bê pîrozkirin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, çalakî û bernameyên îsal ku ji bo rakirina astengiyên li ber Kurdî dê bên lidarxistin. Li gorî we cudahiya îsa ji salên borî çi ye?

Em îsal Cejna Zimanê Kurdî di serdemeke wisa de pêşwazî dikin ku behsa aştî û çareseriyê tê kirin. Taybetmendiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev e: Em dixwazin meseleya Kurd ji çarçoveya pirsgirêka ewlehiyê derxin û vê meseleyê li ser zemîna hiqûq, demokrasî û hemwelatiya wekhev nîqaş bikin.

Em vê yekê pir zelal dibêjin: Aştiyeke mayînde, bi mîsogerkirina qanûnî ya nasname, çand û zimanê Kurdî pêkan e. Meseleya ziman ne mijareke li qeraxa vê pêvajoyê ye, rastiya di navenda pêvajoyê de ye.

Belê, her gava ku em li ser Kurdî diaxivin, hinek derdorên neteweperest hewl didin gotinên me berevajî bikin. Em vê hewldanê red dikin. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne lutfek an jî îmtiyazek e; mafê herî bingehîn ê mirovî ye.

Em li dîrokê binêrin: Di sala 1983yan de bi zagona hejmar 2932 zimanên ji bilî Tirkî hatin qedexekirin. Di sala 1991ê de dema ev qedexe hat rakirin, ne welat dabeş bû û ne jî dewlet hilweşiya. Îro jî dema astengiyên li ber Kurdî rabin, kes wenda nake, Tirkiye qezenc dike. Ger Kurdî bijî, aştî xurt dibe; ger aştî xurt bibe, siberoja me ya hevpar xera nabe.

* Partiya we di mijara bikaranîna zimanê Kurdî ya li raya giştî de pir tê rexnekirin. Ji bo ku astengiyên li ber zimanê Kurdî bên rakirin, ji bo ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi dengê herî bilind bê bilêvkirin û di qadên giştî de bêtir cih bidin Kurdî, wekî partî dê xebatên we hebin? Hûn ê çawa bersiv bidin van rexneyan?

Weke DEM Partî, li Tirkiyeyê bi awayê herî pergalî û sazûmendî bi zimanê Kurdî re eleqedar dibe. Li qadê, di rêveberiyên herêmî de û li Meclisê ev xebat bê navber didomin. Lê ez bi dilpakî vê jî bibêjim: Ne bes e. Kêmasiyên me jî pir in. Ji bo Kurdî çi bê kirin kêm e; ji ber ku ziman bi hebûn, bîr û siberoja gelekî re têkildar e û meseleya herî jiyanî ye. Niha em werin ser mijarên şênberiyê. Vê hefteyê em li Amedê bûn. Şaredariya Bajarê Mezin forûmek li dar dixist. Di forûmê de dayikekê ji me re wiha got: Ew dixwaze zarokê xwe bişîne kursa Kurdî, lê ji ber ku li nêzîkî mala wê kursek nîne, nikare bişîne. Ev pirsgirêka bi milyonan malbat û hemwelatiyan e.

Ji bo ku Kurdî bijî û bibe xwedî mîsogeriya qanûnî, bê guman em ê têkoşîna xwe bidomînin. Lê belê divê em li benda gava dewletê nemînin û hîn bêtir dereng nekevin. Di pêşengiya saziyên zimanê Kurdî de û bi piştgiriya xurt a qada siyasetê ya demokratîk, divê seferberiya Kurdî bê destpêkirin. Li her taxê, li her gund û bajarî; kursên Kurdî, atolye, kreş… Divê xizmetên gihîştî û rastîn biçin ber lingê hemwelatiyan.

Di vê mijarê de barekî giran dikeve ser milê rêveberiyên me yên herêmî. Divê em êdî şaredarîvaniya pirzimanî bi awayekî xurtir pêk bînin. Me nîqaşên pêwîst di derbarê vê yekê de kirine; niha dema tevgerê ye. Di dema pêş de, em ê xebatên xwe hem di qada Kurmancî û hem jî di qada Kirmanckî de mezin bikin. Ji bo ku ziman tenê wekî daxwazeke sembolîk nemîne û di her şaneya jiyana rojane de hebe, em ê gavên xwe bidomînin. Gotineke me li derdorên ku ji Kurdî aciz dibin heye: Dema em Kurdî diparêzin, em ne tenê zimanekî, em ramana hemwelatiya wekhev, asoya komara demokratîk û zemîna aştiya mayînde diparêzin. Em ê ji vê têkoşînê gavekê jî paşde neavêjin.

* Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje serkeftinê, yek ji hêviyên herî bingehîn ên civakê rakirina astengiyên li ber zimanê dayikê ye. Ji bo rakirina astengiyên li ber zimanê dayikê kîjan qanûn divê bên derxistin? Bêyî rakirina astengiyên li ber zimanê dayikê, aştiyeke mayînde pêkan e?

Na, ne pêkan e. Em vê bi zelalî dibêjin. Perwerdeya bi zimanê dayikê, gihîştina xizmetên giştî bi zimanê dayikê û di her qada jiyanê de bikaranîna azad a zimanê dayikê; ev daxwazên herî bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Heta ku ev daxwaz neyên bicihanîn, pêvajo li ser zemînekî saxlem rûnanê.

Di warê qanûnî de çi pêwîst e? Divê hemû qanûnên ku ji avabûna Komarê heta îro hatine derxistin, bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin. Beşek ji wan divê ji nû ve bê birêkûpêkkirin, hinek jê kêm an zêde divê bên guhertin. Ev xebateke hiqûqî ya cidî û îradeyeke siyasî dixwaze; lê dikare bê kirin û divê bê kirin.

Gava herî krîtîk jî destûra bingehîn e. Heta ku birêkûpêkkirineke destûrî ya zelal, eşkere û pabendker ku bikaranîna azad û demokratîk a zimanên dayikê yên cuda di her qadê de bi taybetî di perwerde û hîndekariyê de neyên mîsogerkirin, tiştek nabe mayînde.

Ziman, belgeya hebûna gelekî ye. Parastina wî; di heman demê de parastina aştî, demokrasî û siberoja hevpar a vî welatî ye.

Etîket: 5ê GulanêbersivandinCejna Zimanê KurdîHevserokê Giştî yê DEM PartiyêPirsTuncer BakirhanTZP Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne