• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî dê di 16ê Gulanê de ji bo aştiyê li qadan be

Mahmût Altintaş / AW

13 GULAN 2026 - 08:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku ji bo pêvajo nekeve xeteriya xitmandinê divê ev qonaxa heyî were derbaskirin û qanûnên pêwîst bên çêkirin. Guleryuz da zanîn ku ew ê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadan bin û bang li gel kir ku tevlî meşa “Gavek ji bo aştiyê” ya di 16ê Gulanê de tê lidarxistin bibe.

DEM Partî, di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo gavavetina dewletê û çêkirina qanûnan dest bi çalakiya, “Gavek ji bo aştiye” dike. DEM Partî ji bo daxwazên gel bi cih werin û ji bo pêşvebirina pêvajoyê qanûnên pêwîst bên çêkirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê di vê çerçoveyê de çalakiya meşên girseyî li darbixê. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna gel a pêvajoyê daxwazên hevpar a gelan dê bi rêya vê çalakiyê li qadan be destnîşankirin. Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Mahfuz Guleryuz tekildarî çalakiya meşa ku dê li gelek bajaran bê lidarbixînin û xebatên DEM Partiyê yên kongreyê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Meş bi armanca ‘Gavek ji bo Aştiyê’ tên lidarxistin

Mahfuz Guleryuz tekildarî çalakiya meşê ya di çerçoveya “Gavek ji bo Aştiyê” de li darbixin axivî û ev tişt gotin: “Birêz Abdullah Ocalan dema ev pêvajo da destpêkirin ji rêxistin, siyaseta demokratîk û hemû raya giştî re peyamek şand. Birêz Ocalan diyar kir ku heta niha çi destkeftiyên Kurdan hene hemû jî bi berxwedanê çêbûne. Ji niha û şûn ve jî heke destkeftiyek çêbibe ew jî dê bi berxwedanê pêk were. Divê em vê pêvajoyê jî wisa bigirin dest. Anku em li bendê bimînin ev pêvajo bi sernakeve. Sekna dewleta Tirk a pêvajoyê jî heta niha bi gavên esasî ew pêvajo bi rê ve nebiriye. Hê jî gaveke şênber weke çêkirina qanûnan pêknehatiye. Dixwazin ew pêvajo demekê dirêj bê serkêftî wisa derbas bibe. Lê peywîra siyaseta demokratîk jî ew ê ku peywîra xwe ya muzakere û têkoşînê bi cih bîne. Em neçar in li gor vê yekê tevbigerin. Bê berxwedan ew pêvajo naçe serî. Ji bo wê jî çalakiya me ya 16ê Gulanê çalakiya ji bo avetina gavan e. Wext û dem nema, sebra gel nema, sebra me nema.”

‘Li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dakevin qadan’

Mahfuz Guleryuz destnîşan kir ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlîbûneke xurt dê çalakiya meşê li darbixînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hemû gelê me bi awayekî xurt tevlî vê çalakiyê bibe. Çalakî dê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di heman demê de bê lidarxistin. Ew roj û seat divê hemû kesên aştixwaz derkevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman. Heke em bi vî rengî tevbigerin em ê bi serbikevin. Hemû dînamîk û pêkhateyên civakê bi reng û xemla xwe tevlî vê çalakiyê bibin. Hemû gelê me, sazî û dezgehên demokratîk partiyên sosyalîst, kesên oldar, saziyên jinan û xwezaperestan vedixwînin van çalakiyan û dixwazin tevlî bibin. Dayikên Aştiyê jî bi partiyên siyasî re hevdîtinek pê anîn. Ew jî encameke baş bû. Bi vî rihî di serî de Dayikên Aştiyê û hemû jin ji van çalakiyan re pêşengiyê bikin.”

‘Kongreya me kongreya ji nû ve sazkirinê ye’

Mahfuz Guleryuz derbarê amadekariyên kongreyê de jî bi diyar kir ku wan ji bo kongreyê dest bi civînan kiriyê û wiha axivî: “Kongreya me kongreya xwe ji nû vê sazkirin e. Bi her awayî, aliyê hişmendî, rêxistinî û rêbazan ve ji bo bersiva pêvajoyê bide kongreyeke ji nû vê ava kirinê ye. Ew pêvajo ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ye. Rêxistineke 50 salî xwe fesîh kir. Bandora wê tevahî Rojhilata Navîn kir. Ji ber wê jî ew pêvajo destpêkeke nû ye. Ji bo siyaseta demokratîk jî hewcehiya xwe ji nû vê saz kirinê derdixîne holê ku rêxistina xwe û rêbazên xwe ji nû ve saz bike. Em jî li ser vê esasê bi rêya kongreyê hem bi gelê xwe re, hem bi rêxistina xwe re di nava dan û standinan de ne. Pêşniyar û nêrînên gel dê pêşeroja me zelal bike. Bi serê xwe partiyek em nikarin pêşeroja xwe diyar bikin. Heta niha rêxistina me wisa nameşiyayê û niha şûn vê jî nameşe. Ji ber wê jî em mecburin bi her awayî em bi gelê xwe re nexweşereya xwe nîqaş bikin û diyar bikin. Ji bo wê jî pêvajoyeke girîng li pêşiya me ye.”

‘Em ê bi ruhê berxwedanê biçin kongreyê’

Di berdewama axaftina xwe de Mahfuz Guleryuz bi lêv kir ku ew dê ji bo amadekariyên kongreyê li navçe û bajaran konferansan li darbixin û tekildarî xebatên dê bên kirin ev agahî dan: “Guherandin pêwîste li ser hişmendiyê bê çêkirin. Guherandina nav hê di nava partiya me de nehatiye nîqaşkirin. Heke hewce bike guherandina nav jî dê bê nîqaşkirin. Lê heta îro ew nîqaş nehatiye kirin. Em niha li ser guherandina heşmendiyê amadekariyan dikin. Armanca me ew ê ku hemû cureyên civakê di nava rêxistinê de bi cih bikin. Em dixwazin hemû kes ji partiya me re bêje ew partiya min e. Rê û rêbaz dê çawa bibe li ser vê em ê nîqaşan bikin. Em ê bi her kesî re nîqaşan bikin. Heke guherandineke bibe dê li ser vê esasê bibe. Em ji rêze nêzîkî vê kongreyê nabin. Em tenê li ser kongreyê nasekinin. Em di pêvajoyeke ku qedera gelê Kurd alaqadar dike de ne. Ji bo wê em nikarin tenê li ser kongreyê rawestin. Di heman demê de em ê xebatên Aştî û Civaka Demokratîk jî bimeşînin. Ji bo wê ew kongrê dê bibe kongreya Aştî û Civaka Demokratîk. Em ê bi ruhê berxwedanê biçin kongreyê. Heke em aliyê berxwedanê qels bikin dê ji bo pêvajoyê bibe xeterî. Weke birêz Ocalan jî got heke niha şûn vê çi destkêftiyên me çêbibin dê bi berxwdana me çêbibe. Ji bo wê jî xala herî serêke xala berxwedanê ye. Bê berxwedan ew pêvajo naçe serî û di kongreyê de tiştek nabe û siyaseta demokratîk pêş ve naçe.”

Xebatên kongreyê

Mahfuz Guleryuz da zanîn ku plansaziya wan a kongreyê 20ê Îlonê ye û axaftina xwe wiha domand: “Dîrok ne zelal e. Lê îhtîmal heye ku em di 20ê Îlonê de bikin. Me serî li eywanan daye. Heke bersiv werin em ê li gor wê dîroka xwe zelal bikin. Em ê li navçeyan bi konferansan dest bi xebatên kongreyê bikin. Piştrê li bajaran û piştrê jî li herêman. Piştî herêm jî qediyan konferansa navendî li darbixînin. Bi vê yekê armanca me ew e ku ji bi her awayî em kongreyê bidin nîqaş kirin. Rexne û pêşniyarên gel û rêxistinê bigirin. Piştî ku rexne û pêşniyar zelal bûn di konferansa navendî de biryaran bigirin û li ser wan biryaran biçin kongreyê. Ji bo wê jî em ê li navçeyan destpêbikin. Ji bo van xebatan jî komîsyon dê bên avakirin. Komîsyon jî dê bi gel re van xebatan bimeşîne. Xebatên me hêdî hêdî destpêdikin.”

‘Heta çalakî û berxwedan nebe dewlet gav navêje’

Di dawiya axaftina xwe de Mahfuz Guleryuz derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destnîşan kir ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk neanîn fikaran çêdike û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû civak bi fikar e. Ev fikar her roj zêdetir dibin. Heta niha bi birêz Ocalan re hevdîtin nehatiyê kirin. Ev yek ji bo me jî fikar e. Nêzikatiya AKPê û dewleta Tirk heke bi awayekî rizandin be vê yekê di vê pêvajoya nû de kes qebûl nake. Muxalefeta Tirkiyê jî qebûl nake û em jî qet qebûl nakin. Wisa xuya dike ku xitimandinek heye. Ji bo em van xitimandinan ji holê rakin em bang li hemû civakê dikin ku ji bo aştiyê gaveke bavejin. Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka aştiyeyê. Şerê dewletê li dijî gelê Kurd bandoreke neyînî li ser hemû civakê kir. Gelê Kurd li dijî van polîtikayan bi awayekî xurt têkoşiya û li berxwe da. Ji bo ew pêvajo bi serkeftî encam bigire divê ew berxwedan berdewam bike. Ew bi tenê gelê Kurd ve jî nabe. Ji bo wê jî em bang li hemû kesên sosyalîst, demokrat, oldar û dînamîkên vî welatî dikin. Aştî ji bo hemû kesan pêwîstiyeke. Ji bo wê jî em dibêjin werin hûn jî di 16ê de mehê de gav bavejin. Ne tenê bi DEM Partî û siyaseta me, hemû kes dikarin wê rojê bi reng, deng û zimanê xwe daxwazên xwe bînin ziman û beşdarî meşe bibin. Bila ew meş peyameke xurt bide kesên dixwazin vê pêvajoyê bixetimînin. Heta çalakî û berxwedan nebe dewlet gav neaveje. Heke em li ser vê heşmendiyê tevnegerin nêzikatiya dewletê jî dê berdewam bike. Saleke û nîv li ser banga birêz Ocalan derbas bû. Tevgera Kurd jî hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî. Lê dewleta Tirk gaveke erênî neavetiye. Hêj qanûnek çênekirine. Pêşniyarên rapora komîsyonê nebûnê qanûn. Ji bo em vê xitimînê ji holê rakin divê em di nava berxwedanê de bin.”

Etîket: 16ê GulanêBerxwedanCîgirê Hevserokên Giştî yên DEM PartiyêgavavêtinGavek ji bo aştiyêguherînKongreya DEM PartiyêMahfuz Guleryuzpêvajoxitimandin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû diyar bû

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne