• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hatîmogullari: Divê di nava vê hefteyê de gavên şênber bên avêtin

Enqere / AW

12 GULAN 2026 - 13:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ji bo pêvajo nexitime divê mekanîzmayek bê avakirin û got: “Divê wext neyê windakirin û di nava vê hefteyê de ji bo gavên şênber bên avêtin û plansaziyek bê kirin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Meclîsê di komcivîna partiya xwe de axivî.

Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha got: “Têkoşîna ziman ku bi Hawarê dest pê kir û niha bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî didomê. Têkoşîna ziman sed sal in didomê û têkoşîneke bi rûmet e. Mafê perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê mafekî bingehîn û divê zimanê Kurdî û hemû ziman di perwerde û hemû qadên jiyanê de fermî bibe. Em di şaxse Celadet Elî Bedîrxan de cejna hemû kedkar û têkoşerên zimanê Kurdî pîroz dikin.”

Tulay Hatîm Ogullari diyar kir ku wan ji bo girtiyan li ber Girtîgeha Wanê daxuyanî dane û wiha got: “Me serdana hevşaredarê me yê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û hevşaredarê berê Cîhan kir. 19 sal û nîv ceza li hevşaredarê me Siddik Akiş birîn. Ev ceza nayê qebûlkirin. Ev bêhiqûqî ye û zilm e. Bi vê yekê mafê welatiyan ê hilbijartinê jî tê binpêkirin. Divê polîtîkaya qeyim bi dawî bibin û hemû hevşeredar vegerin ser karê xwe. Hevşeredarên me yên Colemergê jî silav ji gel re şandin û serkeftina Amedsporê pîroz kirin.”

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku danişîna Serokê Bîrtek-Senê Mehmet Turkmen jî tê lidarxistin û got: “Têkoşîna sendîkayan mafekî rewa ye. Divê Mehmet Turkmen demildest bê berdan. Em her dem bi Mehmet Turkmen re di nava piştgiriyê de ne û li rex wî ne. Em hêvî dikin di vê danişînê de agahiya berdana wî were.”

‘Hê jî berpirsên komkujiya Somayê nehatine cezakirin’

Tulay Hatîmogullari bi minasebeta salvegera komkujiya Somayê ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabûn ev yek anî ziman: “Berpirs nehatin darizanin û tu kes nehat cezakirin. Lê parêzer Selçuk Kozagaçli û Can Atalay ku mafên karkêran parastin jî hatin girtin. Burokratekî êrişî karkerekî madenê kir. Em ê çawa vê yekê ji bîr bikin? Ev yek bêhiqûqî xwe li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere radixe ber çavan. Li dijî van bêhiqûqiyan em ê mafên karkeran biparêzin. Me karkerên Somayê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Heta dawiyê em ê mafên karkeran biparêzin û li rex malbatên wan bin.”

‘Divê desthilat guh bide daxwazên astengdaran’

Tulay Hatîmogullari bi boneya hefteya astengdaran jî destnîşan kir ku divê mafê astengdaran bê parastin û divê desthilat guh bide daxwazên astengdaran.

Talana xwezayê

Tulay Hatîmogullari anî ziman ku xweza bi destê desthilat û sermayedaran tê tunekirin û wiha axivî: “Xwezaya Geliyê Periyê tê tunekirin. Ew der cihekî dîrokî ye. Em li dijî tunekirina xwezayê û Geliyê Periyê têkoşîna xwe bidomînin. Bi projeya Jeotermalê xwezayê dê bê jehrîkirin. Bedela vê yekê jî ne sermayedar lê welatiyên li wê herême didin. Hefteya par Daniştayê li ser tunekirina xwezaya Akbelenê biryara rawestandinê da. Bi vê yekê re ev bêhiqûqî jî derket holê û divê ev biryar ji bo her cihê ku xwza tê tunekirin bibe emsal. Bi vê boneyê Esra İşik ku ji ber têkoşîna xwezaya Akbalenê hatibû girtin jî hat berdan. Em xêr hatina wê jî dikin. Ji Gimgimê heta Akbelenê û heta Besta û Geliyê Periyê têkoşîneke mezin ji bo parastina xwezayê heye. Dema gel li ber xwe dide encam jî derdikevin. Serkeftin a gelê berxwedêr e û talanker jî dê têk biçin.”

‘Polîtîkayeke desthilatê ya jinan biparêze tune ye’

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser kuştina jinan û wiha got: “Di meha derbasbûyî de 24 jin hatin qetilkirin. Lê desthilat li dijî vê yekê çi dike. Sala malbatî diyar dikin lê di wê salê de jin tên qetilkirin. Tu polîtîkaya wan a parastina jinan tune ye. Ji bo wan jin makîneyeke ku zarokan tîne ye. Hişmendiya jinan tune dihesibîne û jinan dikuje heman e. Jin parastinê û budçeyê dixwazin. Berî ku jinek were kuştin divê berpirsiyar bikevin tevgerê. Jin naxwazin bi tirsa mirinê-kuştinê bijîn. Felsefe û têkoşîna me jî Jin Jiyan Azadî ye.”

‘Divê meaşê asgarî bi ser 50 hezarî re be’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku newekheviya di navbera xizan û dewlemendan kûrtir dibe û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye di enflasyonê de li Ewropa di rêza yekemîn de ye û li cîhanê jî di rêza 5emîn de ye. Ma polîtîkaya desthilatê ya li dijî xizaniyê ev e? Em dibêjin êdî bes e. Her tişt giran dibe û welatî nikarin debara xwe bikin. Ji berîka kedkaran digirin û dikin berîka dewlemendan. Niha jî bi qanûna hebûna aştiyê jî dixwazin sermayedaran dewlemendtir bikin. Piştî 2 hefteyan Cejna Qurbanê ye. Lê welatî nikarin ji xwe re goşt jî bikirin. Hewceyî bi desthilateke ku bikaribe vê krîzê çareser bike, heye. Divê meaşê asgarî bi ser 50 hezarî be. Em ê teqez pergala zilimkar têk bibin û pergala kesên rastî zilmê hatine û kedkaran ava bikin. Em ê bi têkoşînê wekheviyê pêk bînin.”

Doza Kerboranê

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî ev yek anî ziman: “Doza Kerboranê ku ji ber demboriyê hat batalkirin, peşkê li pêvajoyê jî dixe. Wezareta Dadê dibêje em ê komîsyoneke lêkolînê ya kesên faîl nediyar ava bikin bi vê biryarê jî nîşan dan ku ev komîsyon tenê li ser gotinê ye, ji bo kesên faîl nediyar divê dewlet hevrû bibe. Me ji bîr nekir. Bi batalkirina dozê re nikarin bidin jibîrkirin. Em zarok û ciwanên hatine qetilkirin ji bîr nakin. Heta dawiyê em ê li dijî kesên bi awayekî faîl ne diyar têkoşîna xwe bidomînin û heta leborîn bê xwestin û rastî derkeve holê em ê li her derê dengê xwe bilind bikin. Dayikên Aştiyê serdana partiyên siyasî kirin û xwestin ji bo çêkirina qanûnan gav bên avêtin û laçika spî ku navnîşana aştiyê ye diyarî siyasetmedaran kirin. Ev laçik daxwaza çêkirina qanûnên aştiyê ye. Weke DEM Partî em ê têkoşîna aştiyê bidomînin.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku divê ji bo pêvajo nexitime pêşî lê were vekirin û wiha got: “Weke DEM Partî ji bo pêvajo ne xitim e, xebatên me hene û pêşniyarên me jî hene. Divê mekanîzmayeke ku bikaribe xitimandinê derbas bike bê avakirin. Em li vir bang li berpirsyaran dikin ku ji bo aştiyê gavan bavêjin. Her roja ku gav neyên avêtin pêşeroja vî welatî dixe xetereyê. Heke em vê firsendê jî berhewa bikin hesabê vê wê kî bide? Gotin cejn lê niha em hatin cejna qurbanê jî. Em bang li Numan Kurtulmuş dikin ku hemû karê xwe bide aliyekî û em li ser qanûnan bixebitin û vê qonaxê derbas bikin. Divê ev zû bi zû were kirin û di nava vê hefteyê de ji bo gavên şênber bên avêtin û plansaziyek bê kirin. Weke DEM Partî em ê ji bo daxwaza aştiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê di 16ê mehê de li qadan bin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku li qadan em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin. Li Şirnexê kirinên ku li dijî ruhê pêvajoyê ne û bêhiqûqî berdewam dikin. Kedkarên cameweriyê yên Şirnexê ji ber ku tev li merasîma cenaze bûne, ji kar hatin derxistin.”

Etîket: Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

Hevserokên DEM Partiyê: Divê Meclis ji bo rewşa aboriyê bi awayekî awarte bicive

17 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari 4 xal ragihand: Divê tavilê qanûna çarçoveyî bê Meclisê

Tulay Hatîmogullari 4 xal ragihand: Divê tavilê qanûna çarçoveyî bê Meclisê

14 TÎRMEH 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

11 TÎRMEH 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê desthilat dawî li binçavkirin û zextan bîne

5 TÎRMEH 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne