• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Egîtîm Senê banga tevlibûna Sempozyûma Zimanê Kurdî kir

Wan / AW

11 GULAN 2026 - 17:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa Egîtîm Sen a Wanê, banga tevlibûna 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ku bi mijara “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehîya Bi Zimanê Kurdî” tê lidarxistin, kir.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîstê û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Wanê, têkildarî 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ku dê di 16 û 17ê Gulanê de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê were lidarxistin, li avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyek da. Sempozyûm dê îsal mijara “Li Kurdistanê Rewşa Zimanê Kurdî û Perwerdehîya Bi Zimanê Kurdî” bi tevlibûna gelek kesayetên navûdeng bê lidarxistin. Endam û rêveberên Egîtîm Senê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Li dijî bişavtinê hewldanên me ne bes in’

Berdevkê Lijneya Ziman a Egîtîm Senê Lokman Babat di daxuyaniyê de axivî û got: “Em dizanin ku li hemberî bişavtina zimanê Kurdî hewldanên me û hewldanên sazîyên wekî me serbixwe ne bes in. Wekî her sal me gotî dîsa em dubare dikin. Kurd hevwelatîyên vê dewletê ne û berpirsyariya dewletê heye. Divê xizmeta ji bo Tirkî tê kirin ji bo Kurdî û hemû zimanên din jî bê kirin. Ev yek berpirsyariya dewletê ye û tunekirin û bişaftina zimanan sûc e.”

‘Wê dawiya sempozyûmê weke forûmekê be’

Lokman Babat bal kişand ser mijara sempozyûmê û wiha pê de çû: “Dê ji zanîngehên Başûr, Rojava û ji saziyên bakur gelek mêvanên me yên di qada xwe de pispor beşdar bibin.  Sempozyûma me dê li eywana Baroya Wanê ya Parêzer Tahîr Elçî be û wekî her sal dê du rojan bidome. Banga me ji hemû sazî, pêkhate û kesên dildarên zimanê Kurdî ne, ye. Werin beşdarî sempozyûma me bibin. Her wiha me îsal beşek li sempozyûmê zêde kir. Dê rûniştina dawî ya sempozyûmê wekî forumê pêk bê. Kesên dixwazin nêrînên xwe bînin ziman û dikarin di vê beşê da tev li sempozyûmê bibin.”

Piştî axaftina Lokman Babat daxuyanî bi dawî bû.

Etîket: bangEgîtîm SenKurdîSempozyumWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê eşkere bûn

Encamên 17emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkolê eşkere bûn

20 MIJDAR 2026
Şahê Bedo: Tenê bi gotina stranan mirov nabe hunermend

Şahê Bedo: Tenê bi gotina stranan mirov nabe hunermend

10 MIJDAR 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 MIJDAR 2026
Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

24 COTMEH 2026

Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

24 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

22 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne