• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Botanê banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin

Şirnex / AW

10 GULAN 2026 - 18:40
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Saziyên ziman ên Botanê bi şîara, ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ li Cizîrê komxebatek pêk anîn û di komxebatê de banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Çand û Ziman a Cûdiyê de Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin. Gelek zimanzan, endamên saziyên ziman, rêveber û endamên partiyên siyasî û gelek welatî tev li komxebata li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê pêk hatî bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Rêveberê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî pêk tên û banga xwedîderketina zimanê dayîkê kir.

Piştî axaftina Cahît Akil, komxebat bi beşa yekemîn û bi mijara “Di dîrokê de tekoşîna zimanê Kurdî û rist û mîsyona jinan” destpê kir. Di beşa yekemîn de Rêvebera DBPê ya Şirnexê mamoste Zuleyha Kara Îrmez li ser rist û mîsyona jinan a ji bo zimanê Kurdî axaftinek pêşkêş kir. Zuleyha Kara Îrmez diyar kir ku parastina zimanê Kurdî li malê bi hişmendiya dayîkê tê kirin û yên ku destûrê nadin polîtîkayên bişaftinê bi ser bikeve dayîk in.

Di beşa 2yemîn a komxebatê de mijara têkoşîna zimanê Kurdî ya hiqûqî û di hiqûqê de Kurdî hat nirxandin. Hevseroka Şaxa OHDê ya Şirnex Dîlan Elçî pêşkêşvaniya beşa 2yemîn kir. Parêzer Veysel û Serhat Îlhan derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman. Di axaftinan de hat diyarkirin ku li ser zimanê Kurdî astengiyên hiqûqî hene û divê ev astengî êdî werin rakirin.

Di beşa 3yemîn ya komxebatê de mijara di rêveberiyên xwecihî de stratejî û tekoşîna zimanê Kurdî hat axaftin. Nivîskar Mahsûm Bîlgîç, endama Meclîsa Şaredariya Cizîrê Azîze Tûran û Hevserokê DBPê yê Cizîrê Bager Aşkin bal kişandin ser pêkanînên qeyûman ên li ser zimanê Kurdî. Di axaftinan de hat gotin ku divê şaredarî di her qada jiyanê de xebatên xwe bi Kurdî bikin û şaredarî pirzimanî bin.

Di beşa 4emîn ya komxebatê de mijara di tekoşîna siyaseta demokratîk de zimanê Kurdî hat nirxandin. Parlamemtera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî ya di siyasetê de û wiha axivî: “Salên dirêj in li ser siyaseta demokratîk qedexeya zimanê Kurdî heye. Ji avakirina Komara Tirkiye heya îro li ser zimanê me polîtîqayên bişaftinê tên meşandin.”

Newroz Ûysal Aslan di dawiya axaftina xwe de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nivîs û pirtûkên xwe de gelekî girîngiyê dide ziman û dibêje roleke mezin di çareserkirina pirsgirêka Kurd de dikeve aliyê zimanê Kurdî.

Komxebat bi pirs û bersivandina pirsan bi dawî bû. Encamnameya komxebatê dê di rojên pêş de were aşkerekirin.

Etîket: bangCzîrKomxebata Zimanê Kurdî ya BotanêKurdîxwedîdrrketin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

15 ÎLON 2026
Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

Hesaba Instagramê ya JINNEWSê hat girtin

6 ÎLON 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne