• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Mêrdînê deklarasyona 15ê Gulanê hate aşkerekirin

Navenda Nûçeyan / AW

7 GULAN 2026 - 21:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di deklarasyona Cejna Zimanê Kurdî ya li Mêrdînê de hat destnîşankirin ku zimanê dayikê wekî nan û avê pêdivî ye û bernameya rêzeçalakiyan hate aşkerakirin.

Platforma Ziman, Çand, Huner û Wêjeyê ya Mêrdînê, deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” aşkera kir. Daxuyanî li Parka Karayoluyê ya li navçeya Artukluya Mêrdînê hat dayîn û nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gelek welatî beşdar bûn.

Metna deklarasyonê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ) Mehmet Veysİ Arpa ve hate xwendin. Arpa bal kişand ser êrişên li ser zimanê Kurdî û got: “Li hin deran hîn jî zimanê Kurdî tê qedexekirin. Yan jî kesên bi Kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Em careke din ji vir radigihînin; divê hemû êriş û qedexeyên li ser ziman tavilê werin rakirin. Divê zimanê Kurdî li her derê, li her kolanê û li her saziyeke perwerdehiyê were qebûlkirin. Zimanê dayikê wekî nan û avê pêdivî ye.”

Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîtan Guneş Altin jî bal kişand ser pirçandiya Mêrdînê û got: “Armanc û têkoşîna me ne tenê ji bo zimanê Kurdî ye, ji bo ziman û çanda hemû gelan e. Mêrdîn di aliyê zimanan de mîna baxçeyê gulan e. Geşkirina vî baxçeyî kelecan û kêfxweşiyeke mezin dide me.”

Di daxuyaniyê de têkildarî bernameya Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê ev agahî hatin parvekirin:

“15 Gulanê: Vekirina Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ). Piştî meşa ku dê ji ber avahiya PTTê ya Artukluyê dest pê bike, li Parka Karayoluyê dê daxuyanî bê dayîn.

16ê Gulanê: Li Qoserê li Qada Azadiyê kursiya gel dê bê danîn.

17ê Gulanê: Li Nisêbînê atolyeyên ciwan û jinan dê bê lidarxistin.

19ê Gulanê: Li navçeya Artukluyê der barê êrişên li ser zimanê Kurdî de semînerê bê lidarxistin.

20ê Gulanê: Li navçeya Kerboranê dê şahî bê lidarxistin.

21ê Gulanê: Li navçeya Dêrikê sînevîzyonê bê nîşandan û panelê bê lidarxistin.

23yê Gulanê: Li Qoserê li gundê Hêşeriyê atolyeya zarokan dê bê lidarxistin.

24ê Gulanê: Li navçeya Şemrexê dîwana dengbêjan dê bê lidarxistin.

30ê Gulanê: Li Mêrdînê konserê bê lidarxistin û şano bê lîstin.”

Etîket: 15ê GulanêDeklarasyonMerdin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

Dema qeyûmê Mêrdînê hat dirêjkirin

3 ÎLON 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Zaroka 15 salî ku bi çekê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Zaroka 15 salî ku bi çekê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

13 TÎRMEH 2026
Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

30 HEZÎRAN 2026
Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

Doza Oznûr Deger û Osman Akin hat taloqkirin

16 HEZÎRAN 2026
Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne