• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şanoger Koçer: Aştî pêdiviya hemû cîhanê ye

Ugur Dînler - Sîpan Batmaz / AW

6 GULAN 2026 - 11:30
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Lîstikvan û Endama Komîteya Amadekar a 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê Elvan Koçer da zanîn ku bi festîvalê ew xwestin ji pêvajoya heyî re bibin bersiv û wiha got: “Ji ber vê yekê me navê festîvalê kir ‘Ji bo aştiyê. Bi vê armancê me dît ku ne tenê ya me, pêdiviya hemû cîhanê bi aştiyê heye.”

Bajarê çand û dîrokê Amedê hefteya borî mazûvaniya bernameyeke têr û tije ya çand û hunerê kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” lidarxist. Festîvalê komên şanoyê yên ji 19 welatan anî cem hev û li bajêr 10 rojan bi bernameyên cihêreng, pirzimanî û pirçandî mîhrîcan li dar xist. Di festîvalê de giştî 22 lîstik hatin pêşandan. Bernameya festîvalê ne tenê bi şanoyê re sînordar ma. Di mîhrîcanê de gotûbêj, panel, komxebat û hevdîtinên hunermendan hatin lidarxistin.

Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filîstîn û Ukraynayê dika heman şanoyê parve kirin. Festîvalê armanc kir ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin. Festîval ji bilî hunermendan, derdorên akademîk jî anî cem hev. Ji beşên şanoyê yên zanîngehên Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Duhokê beşdarvan anî cem hevdû. Her wiha lîstikên biyanî bi sernivîsên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî hatin lîstin û mêvanan eleqeyek mezin nîşanî festîvalê dan.

Lîstikvan û Endama Komîteya Amadekar a 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê Elvan Koçer têkildarî festîvalê ji ajansa me re axivî.

‘Me şanoya Kurdî li cîhanê daye nasîn’

Elvan Koçer da zanîn ku ev festîvala şanoyê lîstikên li welatên wan şer tê meşandin anî ba hev û got: “Me îsal 11emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê jî me di vê çarçoveyê de amade kir. Em di nav sêyemîn şerê cîhanê de ne û Kurd jî her tim di navenda vî şerî de ne. Me jî wekî hunermend, wekî şanogerên Kurd bi perspektîfa yekitiyê, diyalogê, bi peyvên aştiyê got di vê pêvajoya em ji aştiyê re bersiva xwe wiha bidin. Ji ber vê yekê ‘Ji bo aştiyê diyalog’ bû navê festîvalê. Me jî bi lîstika xwe ya ‘Moraşîn’ di festîvalê de cîh girt û bi me re 18 komên welatên cuda cuda tev li festîvalê bûn. Wekî şanoya Amedê nasnameyeke me li qada cîhanê heye. Em her tim diçin û tên, projeyên hevpar çêdikin, têkiliyên me her tim hene. Ji ber ku me li qada cîhanê nasnameya xwe ya şanoya Kurd, şanoya Amedê daye nasîn xwe gihandina me ya koman ewqas hêsan bû. Bi vê festivalê têkiliya me ya bi şanogerên welatan re xurttir bû. Me bi şixulê xwe îspat kir û wekî şanoya Kurd di qada şanoya cîhanê de me cih girt.”

‘Ne tenê ya me, pêdiviya hemû cîhanê bi aştiyê heye’

Di dawiya axaftina xwe de Elvan Koçer diyar kir ku ji gelek welatên cuda kes û şanoger hatin Amedê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Wekî çand, şano û şanoger bi vê wesîleyê jî me hevdû nas kir. Huner koka xwe ji çandê digire, bi kodên çandê em huner û şanoya xwe çêdikin. Lîstika ‘Moraşîn’ a ku tev li festivalê bû mînak bidim. Moraşîn bi cil, govend, çîrok, ritûel, karakter û bi temamî lîstikeke çandî ye. Bi vî awayî di resepsiyonê de jî ev tişt hebû, govend hebû, dengbêjî hebû. Hunermend û şanogerên ku ji welatên cuda hatin vir, yên ku li hember şer şano dikirin me hevdû û hêstên hevdû nas kir. Bi vê armancê me dît ku ne tenê pêdiviya me, pêdiviya hemû cîhanê bi aştiyê heye.”

 

Etîket: 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya AmedêEndama Komîteya Amadekar a FestîvalêLîstikvan Elvan KoçerpirçandîPirzimanîşano
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşîn’ dest bi serdemê dike

21 ÎLON 2026
Mîhrîcana Tetwanê bi pêşengeh û şanoyê berdewam dike

Mîhrîcana Tetwanê bi pêşengeh û şanoyê berdewam dike

1 TEBAX 2026
Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

20 HEZÎRAN 2026
Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne