• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

Navenda Nûçeyan / AW

4 GULAN 2026 - 13:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – DBP, DEM Partî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û TJA ên boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsimê daxuyaniyên nivîskî weşandine, qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û peyama xwedîderketina li mîrateya berxwedanê dan.

 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 89emîn salvegera Terteleya Dêrsimê daxuyanî dan.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi minasebeta 4ê Gulana 1937an ku wekî roja destpêka fermî ya Terteleya Dêrsimê tê zanîn, daxuyaniyeke nivîskî da. DBPê di daxuyaniyê de hemû qurbaniyên qirkirina ku beriya 89 salan pêk hatibû bi rêzdarî û minetdarî bi bîranîn û destnîşan kir ku Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e.

‘Armanc tunekirina vîna gelê Kurd bû’

DBPê bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdan û destnîşan kir ku qirkirina Dêrsimê ne tenê herêma derwêşan, di heman demê de tevahiya Kurdistanê kiriye armanc û wiha domand: “Qirkirina Dêrsimê ya ku ji aliyê rêveberiya nijadperest ve hate plankirin, hemû Kurdistan hedef girt. Ji ber ku îradeya berxwedanê, ruhê azadiyê û helwesta biryardar a ku li Dêrsimê hebû; hêz dida doza hemû gelê Kurd. Tevahiya cîhan haydar bû ku di nasnameya Dêrsimê ya rengîn de ji zilmkaran re îtaat, ji qirkeran re çokdan û ji dagirkeran re xizmetkarî tune bû.”

‘Tu hêzê nikarîbû vê vînê bişkîne’

DBPê diyar kir ku avakarên komara yekperest li hemberî Kurdan hemû cûre rêbazên leşkerî û polîtîkayên asîmîlasyonê bi kar anîne û axa wan şewitandine. DBPê her wiha bal kişand ser nêzîkatiya zayendperest a li dijî jinên Kurd û wiha domand: “Tevî van hemû kiryaran, ti rêbaz û hêzê nikarîbû îradeya azadiyê ya gelê Kurd bişkîne. Ev îrade ji Elîşêr û Zerîfeyan, ji Seyîd Riza û Besêyan ji me re mîrate maye.”

‘Em ê têkoşîna wan bidomînin’

DBPê di dawiya daxuyaniyê de girêdayîbûna bi tekoşîna jiyaneke wekhev û azad dubare kir. DBPê ragihand ku berxwedana dîrokî ya li Dêrsimê îro jî bi dirûşmeya ‘Di mirovbûnê de israr kirin’ didome û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tiştê ku desthilata înkarker û tuneker hilweşîne, tenê pergala komunal e. Divê gelê Kurd bi rêbertiya Birêz Ocalan bigihe jiyaneke wekhev û azad. Em weke Partiya Herêmên Demokratîk li ber bîranîna giyanên ku li Dêrsimê hatin qetilkirin bejna xwe ditewînin. Bila bê zanîn ku em ê têkoşîna wan bi biryardarî bidomînin.”

‘Êşa komkujiyê dê bi hevrûbûneke rasteqîn sivik bibe’

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi boneya salvegera 4ê Gulana 1937an ku weke destpêka Terteleya Dersimê tê zanîn, daxuyaniyeke niviskî parvekir. Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk qurbaniyên Terteleyê bibîranî û got ku êşa komkujiya Dersimê bi yekitiyê sivik dibe. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi komkujiya Dersimê nasnameya Kurd û Elewî hatiyê hedef girtin û ew komkujî di dîroka gelê Kurd de êşa herî giran bû ye.

‘Bi qetilkirin, êriş, koçberî û sirgûnan Dêrsimê vala kirin’

Daxuyaniya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk destnîşan kir ku erdnîgariya Dêrsimê bi êrişên hovane, polîtîkayên polîtîkayên koçberî û sirgûnê hat valakirin, pêşeng û rûspiyên Kurdên Elewî hatin qetilkirin û wiha got: “Ji wan yek jî Seyîd Riza û rêhevalên wî ne ku di 15ê Mijdara 1937an de li Qada Genim a Xarpêtê hatibûn darvekirin. Lê mixabin ku di nava 100 salên dawî de êrişên li ser Kurdên Elewî bi vê komkujiyê jî bidawî nehat. Lewra ji Çorûmê heta Meraşê, ji Sêwazê heta êrîşên li Dêrsimê yên di salên 1990î de gelê Elewî her tim bi qetlîaman re rûbirû ma.+

‘Hêj jî hevrûbûnek nehatiye pêkanîn’

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel qetlîam û koçberiyê, belge û îtîrafên fermî yên hatine kirin re hêj jî hevrûbûnek pêk nehatiye û wiha hat gotin: “Îro jî şopên komkujiyê li ser axa Dêrsimê tên dîtin û jana komkujiyê di dilê her Kurdekî de hê jî zindî ye. Lewra Komkujiya Dêrsimê wekî Komkujiya Helebçeyê li çar parçe Kurdistanê êşeke hevpar a Kurdan e. Em binî xêz dikin ku nêzikatiya li van komkujiyan di heman demê de nêzikatiya li hemû Kurdan e. Divê dewlet li hemberî Komkujiya Dêrsimê helwesta xwe ya rewşparêz di ber çavan re derbas bike.”

‘Cihê gora Seyîd Riza û rêhevalên wî eşkere bikin’

Da zanîn ku ji bo sivikkirina êşên hatine kişandin hevrûbûnek rasteqîn pêwîst e û wiha hat gotin: “Daxwaz zelal in; mafê rayagiştî heye ku heqîqetên vê komkujiyê bizanibe. Divê tavilê hemû arşîvên leşkerî werin vekirin. Herwiha pêwistiya komîsyoneke heqîqetê jî li holê ye. Divê navê “Tûncelî” were betalkirin û navê berê yê dîrokî “Dêrsim” were qebûlkirin. Divê cihê gora Seyîd Riza û rêhevalên wî demildest werin aşkerekirin.Herwiha em dizanin ku gelê Kurd li hemberî qetlîam û êrîşan ancax bi hevdû xwedîderketîn û mezinkirina piştevaniyê dikare birînên hevdû derman bike û jana qetlîaman sivik bike. Ji ber vê, Îro yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd dermanê herî bi bandor e. Banga me li hemû gelê Kurd e ku li hemberî birîn û êşên xwişk û birayên xwe xemsar nebin. Lewra yek ji tiştê herî girîng ku me dike yek netewe, li dijî qetlîaman helwesta me ya hevpar e.Em qetilkirina Kurdên Elewî li Dêrsimê di ser re hezar sal jî derbas bin tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Ji ber vê, di 89emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de ku gelê Dêrsimê wekî “Tertele” pênase dike, em hemû kujeran bi tundî lanet dikin û hemû kesên ku bi awayekî hovane hatine qetilkirin cardin bi rêzdarî bi bîr tînin.”

DEM Partî: Em ê bi biryardarî têkoşînê bidomînin

DEM Partî jî li ser malpera xwe bi peyamekê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: “Em 89emîn salvegera Terteleya Dêrsimê de hemû mazlûmên terteleyê bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Birîna ku ji ber terteleyê di dilê gelê Kurd de vebû hîn jî diêşe, hîn jî xwîn jê diçe. Lêbelê têkoşîna dîrokî ya ku li dijî pergala qirker qewimî, îro jî rêya me ronî dike. Em têkoşîna Seyîd Riza û hevalên wî tu car ji bîr nakin. Em ê têkoşîna wan bi biryardarî bidomînin.

TJA: Dewlet ji bo komkujî pêk were biryarname derxist

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî komkujiya Dêrsimê da û wiha got: “Dewletê di 4ê Gulanê de ji bo komkujî were pêkanîn biryarnameyek weşand û ev pêvajo heya sala 1938an dom kir. Di encamê de 70.000 kes hatin kuştin û koçberkirin. Em hemû kesên jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin.

 

 

Etîket: 89emîn salvegerdaxuyanîDBPDEM PartîTerteleya DêrsimêTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne