• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: Azadiya çapemeniyê alarmê dide

Navenda Nûçeyan / AW

3 GULAN 2026 - 12:31
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
DFG bi boneya 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeriyê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal raporek parve kir û got: “Çapemeniya azad bingeha civakeke demokratîk e. Azadiya çapemeniyê alarmê dide.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal bi boneya 3ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi daneyan rapora binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tabloya Zextê ya ku Reqam Vedibêjin

3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, ji bo bîranîna rola çapemeniyê ya cemaweriyê û têkoşîna heqîqetê ya rojnamegeran xaleke werçerxê ye. Lê belê daneyên mehên pêşîn ên sala 2026an radixin ber çavan ku ev roj li Tirkiyeyê bi tabloyeke giran tê pêşwazîkirin.

Îstatîstîkên mehên Çile, Sibat û Adarê nîşan didin ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran ne bûyerên yekane ne, lê veguherîne rejîmeke zextê ya sîstematîk û piralî.

Mafê Jiyanê û Ewlehî: Zextên Li Qadê Zêde Bûne

Di sê mehên pêşîn ên sala 2026an de rojnameger rasterast bûn armanc.

• Di meha Çileyê de 14 rojnameger hatine binçavkirin, yek ji wan hate girtin û bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin. Li 3 rojnamegeran gef hate xwarin û şopandina nûçeyan a 22 rojnamegeran hate astengkirin.

• Di meha Sibatê de tablo girantir bû; 6 rojnameger rastî êrîşê hatin, 11 rojnameger hatin binçavkirin, 5 rojnameger hatin girtin û bi ser mala 6 rojnamegeran de hate girtin.

• Di meha Adarê de 5 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin; di 5 bûyerên cuda de şopandina nûçeyan hate astengkirin.

Ev dane nîşan didin ku rojnamegerî li qadê bi awayekî fîîlî tê astengkirin û ewlehiya fîzîkî di bin xetereyeke mezin de ye.

Azadiya Îfadeyê: Zexta Darazê Kûr Dibe

Zextên li ser rojnamegeran ne tenê li qadê, li eywanên dadgehan jî berdewam dikin.

• Di meha Çileyê de 29 dosyayên ku 61 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; bi giştî 3 sal û 9 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran hate birîn.

• Di meha Sibatê de 30 dosyayên ku 45 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; bi giştî 6 sal 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û cezayê pereyan li 9 rojnamegeran hate birîn.

• Di meha Adarê de 21 dosyayên ku 24 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; li 3 rojnamegeran 9 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.

Di çaryeka pêşîn a salê de hejmara rojnamegerên girtî di navbera 26 û 31an de guherî. Ev rewş nîşan dide ku pêvajoyên darazê veguherîne amûreke bingehîn a tepisandina xebatên rojnamegeriyê.

Sansur û Astengiyên Xwegihandinê: Qada Dîjîtal Jî di Bin Dorpêçê de ye

Zextên li ser çapemeniyê saziyên medyayê û qada dîjîtal jî digire nav xwe.

• Di meha Çileyê de 3 malperên înternetê hatin girtin, xwegihandina 23 nûçeyan hate astengkirin, 458 naverokên medyaya dîjîtal hatin rakirin.

• Di meha Sibatê de xwegihandina 31 nûçeyan û 272 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin û her wiha 10 biryarên qedexeya weşanê hatin girtin.

• Di meha Adarê de xwegihandina 6 nûçeyan û 75 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin.

Her wiha ji aliyê RTUKê ve di sê mehan de li gelek qenalan cezayên îdarî hatin birîn. Ev yek jî nîşan dide ku weşangerî rasterast di bin kontrolê de tê girtin.

Azadiya Çapemeniyê Alarmê Dide

Ev daneyên sê mehên pêşîn ên sala 2026an radixin ber çavan ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ne tenê di warê hiqûqî de, di heman demê de di warê fîzîkî, dîjîtal û aboriyê de jî di bin dorpêçê de ye.

3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Ji bo rojnamegeran azadiya çapemeniyê ne tenê mafekî pîşeyî ye, beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3yê Gulanê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane bi wate ye.

Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were bêdengkirin.”

Etîket: Azadiya Çepemeniyêbinpêkirina mafên rojnamegeriyêÇapemeniya Azadcivakdemokratîkbûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

‘Li ser şopa Gulistan û Hêro têkoşîna heqîqetê didome’

22 TEBAX 2026
Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

Denîz Firat bi kameraya xwe bû dengê jinan 

8 TEBAX 2026
Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

5 TEBAX 2026
Li Erxeniyê Bostanê Komuna Jinan: Ji bo xurtkirina aboriya jinan e

Li Erxeniyê Bostanê Komuna Jinan: Ji bo xurtkirina aboriya jinan e

23 TÎRMEH 2026
Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

Doza 20 rojnamevanên Kurd ber bi qonaxa biryarê ve diçe

9 TÎRMEH 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

3 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne