• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

Omer Demîr / AW

1 GULAN 2026 - 09:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Nivîskarê girtî Muhammed Înal ê ev 27 salan in girtiye derbarê bêstatuya Kurdan de diyar kir ku sedema herî mezin ya bindestiya sedsalan, nebûna yekitiya neteweyî ye û got: “Piştî berxedaneke bi rûmet, gelê me hovîtiya înkar û tunekirinê şikand. Niha dema avabûneke nû ye. Di vê serdema nû de divê em bi hişmendiyeke civaknasî û çanda xwe ya kevnar tevbigerin.”

Nivîskarê girtî Muhammed Înal berî 27 salan bi hinceta damezrandina Tevgera Olî ya Kurdistanê ye hate girtin û cezaya muebetê lê hate birîn. Muhammed Înal di girtîgehê de pirtûkên bi navê “Dîroka Şoreşger a Kurdistanê, Eskî Bîr Duş Yenî Bîr Dunya” nivîsandin û çend pirtûk jî werger kirine. Muhammed Înal ê hêj jî di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê de tê ragirtin bi nivîsa sernavê ‘Yekîtiya Netewî’ ve bal kişand ser girîngtiya yekîtiyê.

‘Sedema bindestiya sed salan, nebûna tifaqê ye’

Muhammed Înal destnîşan kir ku Saidê Kurdî jî 120 sal berê diyar kiriye ku Kurd di serdema Asûrî, Keyaniyan de pêşeng bûne, pêwîst e êdî şiyar bin û ev tişt gotin: “Ew hêvî û daxwazên ku ji dîrokê gihîştin me, ji bo me fermanên herî bi qîmet in. Em baş dizanin ku sedema herî mezin ya bindestiya sedsalan, nebûna yekitiya neteweyî ye. Niha jî em encamên bêtifaqiyê dijîn. Em bûn bindest, nasnameya me hate înkarkirin, stranên û lorîyên me hatin qedexekirin. Ev welatê bi bereket ku di pirtûkên pîroz de wekî bihûşt tê binavkirin, hate talankirin. Enfal çêbû, Helepçe çêbû. Em hêj jî şîna Newala Qesaba, Geliyê Zîlanê digirin. Bi sed hezaran keç û xortên me di riya azadiyê de can dan.”

‘Divê em êdî dereng nemînin û biçin biryarekê’

Di berdewama axaftina xwe de Muhammed Înal anî ziman ku niha fersendek dîrokî li pêşiya wan e û wiha domand: “Li vê civatê nûnerên gelê Kurd û hogirên me civiyane. Divê em êdî dereng nemînin û biçin biryarekê. An em ê dest ji seknên li pêşiya yekitiyê asteng in berdin, îradeyek hevpar ava bikin û hêviya gelê xwe ku ya bi fedakariya gelek şehîdan hatiye mezinkirin bi serkeftî bigihînin jiyanek azad û serbixwe. Nexwe em ê vê fersendê jî ji dest winda bikin. Dîsa bi niqaşên pûç û vala û yekitiyê li ber çavan nagire tevbigerin, em ê dîsa bindestiyê qebûl bikin.”

‘Neavakirina yekitî û tifaqê ne lomê gel e’

Muhammed Înal di berdewamiya nameya xwe de anî ziman ku ji du riyên li pêşiya Kurdan yek bindestî ye, ya din yekitî û azadî ye û wiha pê de çû: “Heke yekîtî û ittifaqa netewî neyê avakirin, wek Seydayê Xanî gotiye, ev ne lomê gel e, ev sucê nûnerên siyasi û hizbên wan e.”

3 hişyarî

Di berfirehiya nivîsa xwe de Muhammed Înal ji bo avakirina yektitiyê bal kişand li ser 3 xalên girîng û ev tişt gotin: “Yekemîn, divê Bernameya Yekitiya Neteweyî, di wateyek rast de karakterek demokratîk esas bigre. Di nav civaka Kurd de gelek tevger û meylên cuda ên bîrdozî, siyasî, bawerî û civakî hene. Divê ev platform nebe qada serdestiya tevgeran da ku tevgerên kêm jimarê siyasî, bawerî, civakî karibin îradeya xwe li vê qadê biteyisînin. Yekitiya Netewî nayê wateya yek rengî, berovajî vê tê wateya pir rengiyê. Deyemîn Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê divê ji nexweşiyên netewperestiya hemdemî dûr bisekine. Yekitiya Kurdistanî, divê hemû nirxên mirovahiyê û azadiyê di nav xwe de bihewîne. Ev felsefeyeke e ku neteweyên din ne wekî dijmin, lê wekî xwişk û bira dibîne. Cihêkariyê nake, dixwaze pêwendiyek dostane ava bike. Azadiya me azadiya gel-netewên din bi hev re mezin û qewî dibe. Pêşnumeya ‘ummet’ a İslâmî jî divê bi giringî were nirxandin. Ummet, ji koka ‘umm’ ango ‘dayikê’ tê ku hemû mirov weke xwişk û birayên ji dayikek bûne dibîne. Bêyî ku ferqê bixe navbera wan, hemû netew û baweriyan wekhev dibîne. Sêyemîn piştî jî gelê me bi berxwedanek bi rûmet, hovîtiya înkar û tunerkirinê şikand. Niha wextê avabûnek nû ye. Em welatê xwe bi çand û kelepûra xwe re ji nû ve ava dikin. Di vê serdema nû de em bi hişmendiyek ku civaknasî û çanda kevnar a gelê Kurd esas digire tevbigerin. Belê rast e; ji ber êrîşên dagirkerî û modernîteya serdest, çanda gelê me (û hemû baweriyên kevnar ên îslam, Elewî, Ehlê Heq, Ezdayetî, İsewîtî hwd.) gelek derb xwarin û lewaz bûn.”

‘Bi çanda xwe ve di nav aştiyê de bimeşin’

Muhammed Înal bal kişand ser metirsiyên li pêşiya yekitiyê û ev tişt gotin: “Taluke ew e ku nêzîkatiyên modernîteya radîkalîzma navendîparêz ku di bin navê hemdemîbûnê de hemû nirx û baweriyên kevnar ên Kurdistanê paşverû îlan dikin, herwiha hin caran wek neyar dibînin derkevin pêş. Ev modernîteperestiya navendî ya radîkal bi xwe re dejenerasyonek kûr a çandî tîne. Ji ber vê yekê, em avabûna nû li gor paradîgmaya modernbûnek demokratîk derxin pêş û domdariya çanda kevnar biparêzin û bi çanda xwe re di nav aştiyê de bimeşin.”

Etîket: nameNivîskarê girtî Muhammed ÎnalnivîstYekîtiya Netewiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Werîşe Muradî ji bo zaroka li qawişa wan e nameyek nivîsand

Werîşe Muradî ji bo zaroka li qawişa wan e nameyek nivîsand

25 NÎSAN 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

6 ADAR 2026
Kesên navdar ji bo Rojava ji YEyê re name şandin

Kesên navdar ji bo Rojava ji YEyê re name şandin

24 ÇILE 2026
Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re name şandin

30 KANÛN 2025
Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

Hezar û 800 jinan ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin

14 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne