• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump bi rojeva Îranê civîna krîzê pêk tîne

Navenda Nûçeyan / AW

27 NÎSAN 2026 - 16:06
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Hat ragihandin ku Serokê DYAyê Donald Trump wê der barê geşedanên dawî yên li Îranê de civîneke krîzê pêk bîne. Di civînê de wê vekirina Tengava Hurmuzê û xitimîna danûstandinên agirbestê bên nîqaşkirin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî daxwazên DYAyê wekî sedema xitimîna pêvajoyê nîşan dan.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, wê roja Duşemê bi rojeva Îranê civîneke krîzê li dar bixe. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtin, di civînê de wê mijarên wekî xitimîna hevdîtinên agirbestê û ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ya ji bo trafîka deryayî, bi berfirehî werin nirxandin.

Vebijêrkên şer dê bên nirxandin

Nûçegihanê Axiosê Barak Ravid diyar kir ku Trump wê bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî û siyaseta derve re rûne. Ravid destnîşan kir ku ev hevdîtin wê zêdetir li ser asêbûna di muzakereyên bi Îranê re û vebijarkên îhtîmal ên têkildarî pêvajoya şer hûr bibe.

DYA bi encamdayîna dorpêçê hêvî ye

Kanala ABC Newsê jî nûçeya xwe spart du rayedarên DYAyî yên ku agahiya wan ji amadekariyan heye û da zanîn ku baweriya rêveberiya Washingtonê ya bi bandora dorpêça deryayî ya li ser Îranê zêdetir bûye. Lê belê hat diyarkirin ku li hemberî vê yekê, gumanên ku muzakereyên heyî wê encamekê bi xwe re bînin jî zêde bûne.

Îranê pêşniyareke nû şand

Li aliyê din, hat îdiakirin ku Îranê pêşniyareke nû gihandiye DYAyê. Li gorî vê yekê rêveberiya Tehranê pêşniyar kiriye ku di serî de Tengava Hurmuzê ji nû ve bê vekirin û şer bi dawî bibe, muzakereyên nukleerî jî di qonaxeke pêşerojê de bên nirxandin. Lê tê destnîşankirin ku ev pêşniyar li gorî aliyê DYAyê di bin “xetên wan ên sor” de maye û nehatiye qebûlkirin.

Tehran: Berpirsyarê bêencammayînê DYA ye

Ligel van geşedanan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, ji ber bêencammayîna hevdîtinên li Pakistanê, DYA wekî berpirsyar nîşan da. Erakçî parast ku “daxwazên zêde” yên DYAyê pêvajoya muzakereyê xitimandiye û destnîşan kir ku ewlehiya li Tengava Hurmuzê xwedî girîngiyeke cîhanî ye.

Etîket: ArakçîDYAÎranTengava HurmuzêTrump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne