• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Amedê bang kir: Gihiştina alîkariya mirovî mafê bingehîn ê jiyanê ye

Amed / AW

27 NÎSAN 2026 - 15:28
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê, bertek nîşanî astengkirina konvoya duyemîn a alîkariyên ji bo Kobanê da û bang kir ku deriyê sînor ê Murşîtpinarê demildest were vekirin.

 

Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a Amedê, li avahiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) der barê astengkirina konvoya duyemîn a alîkariyê ya ji bo Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Serdar Keskîn xwend.

‘Tevî astengiyan jî konvoya yekem gihîşt’

Serdar Keskîn bi bîr xist ku wan di 28ê Çileya 2026an de ji bo alîkariya mirovî kampanyayek dabû destpêkirin û wiha got: “Di 30ê Çileyê de 25 TIRên alîkariyê hatin amadekirin. Ji ber ku deriyê Murşîtpinarê nehate vekirin, me alîkarî di ser deriyê Çobanbeyê re şandin. Tevî hemû astengiyan jî, alîkariyên me di 10ê Sibatê de gihiştin Kobanê û li kesên hewcedar hatin belavkirin.”

‘Alîkariyên me di depoyên AFADê de têne sekinandin’

Di berdewama axaftina xwe de Serdar Keskîn bal kişand ser konvoya duyemîn a ku di 18ê Nîsana 2026an de ketiye rê û diyar kir ku Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî destûr nedaye ku alîkarî derbasî Kobanê bibin. Serdar Keskîn wiha pê de çû: “TIRên alîkariyê hê jî li deriyê sînor, di depoyên AFADê de têne sekinandin. Ev helwest ne tenê gelê Kobanê, pêşeroja hevpar a gelên herêmê jî tehdît dike. Astengkirina alîkariya mirovî binpêkirina mafê herî bingehîn a jiyanê ye.”

Banga li saziyên navneteweyî

Serdar Keskîn di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) kir da ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bikevin nava tevgerê û got: “Ji bo gihandina lezgîn û ewle, divê deriyê Murşîtpinarê ku riya herî kurt e were vekirin. Em spasiya gel, sazî û rêveberiyên herêmî yên ku piştgirî dan kampanyayê dikin û em ê heta dawiyê li cem gelê Kobanê bin.”

Etîket: Neteweyên Yekbûyî (NY)Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO)Platforma Piştgirî û Parastina Bajêr a AmedêSerdar KeskînYekîtiya Ewropayê (YE)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve   Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

PE: Divê Tirkiye demildest ji Kibrisê derbikeve
Tirkiye: Bêbextiyê li me dikin, hukmê biryarê nîn e

10 TÎRMEH 2026
Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

9 HEZÎRAN 2026
Di 3 salan de hezar û 10 xebatkarên alîkariyê yên NYê hatin kuştin

Di 3 salan de hezar û 10 xebatkarên alîkariyê yên NYê hatin kuştin

10 NÎSAN 2026
Li Libnanê 2 leşkerên din ên UNIFILê hatin kuştin

Li Libnanê 2 leşkerên din ên UNIFILê hatin kuştin

31 ADAR 2026
NY: Êrişa li ser Girtîgeha Evînê sûcê şer e

NY: Êrişa li ser Girtîgeha Evînê sûcê şer e

17 ADAR 2026
NY: HTŞê rojên dawî 170 hezar kes dan koçberkirin

NY: HTŞê rojên dawî 170 hezar kes dan koçberkirin

28 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne