• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

Navenda Nûçeyan / AW

25 NÎSAN 2026 - 18:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

YRA û Navend Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran peymana hevkariyê ya ji bo parastina mafên rojnamegeran, perwerdekirin û xurtkirina pîşeyî, bergiriya li hember zimanê nefretê, mafên bidestxistina agahiyan îmze kir.

Di navbera Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Navend Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran a li başûrê Kurdistanê de, peymana hevkariyê hat îmzekirin. Peyman bi civînekê hat ragihandin. Civîn li avahiya YRAyê ya li Qamişloyê pêk hat.

Hevserokên YRAyê Evîn Xelef û Idrîs Abdulheman û serokê Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan Rehman Xerîb civîn lidar xist. Di destpêka civînê de hevseroka YRAyê Evîn Xelef bixêrhatina serokê Navenda Metro Rehman Xerîb kir. Evîn Îbrahîm Roja Şehîdên Rojava û tevahî şehîdên çapemeniyê bi bîr anî.

Peyman ji aliyê Evîn Xelef ve hat xwendin. Di peymanê de hat diyarkirin ku li ser daxwaze YRA û Navenda Metro ji bo parastina mafên rojnamegeran, pêşxistina azadiya derbirînê, li seranserî Kurdistanê hevkarî û hevrêziya di navbera rojnamegeran de, bilindkirina asta pîşeyî û parastina mafên xebatkarên ragihandinê, peymanek di navbera her du saziyan de pêk hat.

Naveroka peymana YRA û Navenda Metro wiha ye:

Ji bo parastina azadiya derbirînê û ya çapemeniyê, her du alî dê her dem bi hevkarî û hevrêzî xwedî helwestên hevbeş bin.

Pêşxistina jêhatiyên rojnamevanan bi rêya perwerde, komxebat û pevguhertina ezmûnên pîşeyî.

Xurtkirin û piştgiriya beşdariya li konferans û çalakiyên çapemeniyê û ji bo tevlêbûna YRA’yê nav rêxistinên rojnamegeriyê yên navneteweyî, destek were dayîn.

Ji bo zelalî û piştgiriya azadiya bikaranîna agahiyan, bihêzkirina mafê rojnamevanan ê xwegihandina agahiyan.

Pêşîgirtina li gotarên nefret, nûçeyên derew, tundiyê û bi hev re ji bo xebata xurtkirina gotareke medyayî ya profesyonal ku li gorî sincên pîşeyî xizmeta berjewendiya giştî bike, bimeşînin.

Navenda Metro a Parastina Mafên Rojnamevanan piştgiriya pîşeyî ji bo YRAyê peyda bike û hewl bide çavkaniyên zêde bi hevrêziya bi aliyên pêwendîdar re, li gorî derfetên berdest dabîn bike.”

Peyman ji aliyê hevserokên YRAyê û serokê Navenda Metro Rehman Xerîb ve hat îmzekirin.

Piştî îmzekirinê rojnamegeran pirs kirin. Li ser pirsa çima heta niha peymaneke wiha nehat çêkirin? Rehman Xerîb got: “Hîna di sala 2021an de me civînek ji bo hevkariyê çêkir. Me nîqaş li ser çawabûna peymanê, emê çawa bikarin destê alîkariyê bidin rojnamegerên Rojava kirin. Di encamê de piştî van nîqaşan niha em gihaştin vê peymanê.”

Piştî ku pirsên rojanemegeran hatin bersivandin civîn bi dawî bû.

Etîket: îmzeNavenda MetroîpeymanQamişloYRA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

Tirkiye û Iraqê gelek peyman îmze kirin

28 TÎRMEH 2026
Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne