• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Çareserî naskirina statuya Rojava ye

Amed / AW

26 ÇILE 2025 - 15:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di kampanyaya “Ji Rojava re statu, ji bo gelan azadî” de axivî û got: “Divê her kes xwedî li Rojava derkeve. Çareseriya pirsgirêka Kurd, di naskirina statuya Rojava re derbas dibe.”

Bi daxwaza naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Amedê deklarasyona “Ji Rojava re statu, ji bo gelan azadî” hate weşandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniyê de axivîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ewilî axivî û destpêkê bal kişand ser salvegera rizgarkirina Kobanê: “Ev roja taybet li tevahiya gelê Kurd pîroz be. Gelê Kurd mîna azadiya Kobanê, divê serkeftinên din jî bi dest bixe. Dirûşma me; ji Rojava re statu, ji bo gelan azadî ye.”

‘Divê her kes xwedî li moedela Rojava derkeve’

Keskîn Bayindir diyar kir ku Rojava dikare qedera Sûriyeyê diyar bike û got: “Netewedewlet li seranserî cîhanê di nava lêgerînekê de ne. Em dizanin ku modêla ku hemû gel bi hev re, azad bijîn modêla Rojava ye. Lewma em dibêjin divê teqez her kes xwedî li modêla Rojava derkeve û xwedî li statûya Rojava derkeve. Tevî hemû zehmetiyan jî modêla Rojava ev 13 sal in xwe li ser pêyan digire. Divê her kes biparêze û li seranserî Rojhilata Navîn bikeve meriyetê.”

‘Dijminatiya Rojava nekin’

Keskîn Bayindir got ku xelkê sivîl ê li Tişrînê ku statû û xaka xwe diparêze bi awayekî hovane tê kuştin û ev yek anî ziman: “Dixwazin berxwedana gel têk bibin. Divê Tirkiye dijminatiyê li modêl û statûya Rojava neke. Ev modêl ji bo tu aliyan gef nîne. Weke partiyên siyasî, sazî dezgehan em ji bo naskirina statuya Rojava bixebitin. Divê êrişên ser Rojava tavilê bên sekinandin. Tekane rêya naskirina statûya Rojava, çarserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê dewleta Tirkiyeyê û AKP vê înkar neke. Banga me ji bo AKPê ye; dijminatiya modela Rojava nekin. Birêz Ocalan di hevdîtinê got; ‘Pêvajoya em tê de ne firsendeke dîrokî ye’. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ev girîng e. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ji naskirina statûya Rojava derbas dibe. Em êdi rojên pêş de ji bo naskirina statûya Rojava bixebitin.”

‘Êrişên li ser Rojava nayên pejirandin’

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) jî Mehmet Emîn Ay axivî û geşedanên heyî şiband Kerbelayê û wiha got: “Şerê Yezîd û Huseyniyan li ber Çemê Firatê didome. Yêzîdên serdemê êrişî gelan dikin. Li rexa din jî berxwedana gel û baweriyan a bi pêşengtiya Kurdan heye. Divê ev êriş bên bidawîkirin. Çawa ku DAIŞ li Kobanê hate têkbirin, kesên van êrişan dikin jî dê bên têkbirin.”

‘Gelê Kurd ne sûcdar e, sûcdar diyar in’

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî xwest pirsgirêk li ser maseyê bên çareserkirin û got: “Pirsgirêk bi zordestiyê çareser nabein. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtin hene, tişta pêwîst bikin. Gelê Kurd sûcdar nîn e. Sûcdar diyar in.”

‘Kes nikare berxwedana Kurdan têk bibe’

Cîgirê Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Mûrat Daniş jî got ku di dîrokê de Kurdan tu cara serî li ber dijminên xwe netewandine. Mûrat Daniş anî ziman ku nêzikatiya li dijî Rojava çi be dê ya li dijî Bakur jî ew be û wiha got: “Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike. Li hemberî Kurdên aştiya xwe ya navxweyî pêk anî û yekitiya xwe ya neteweyî ava kirî, tu kes nikare li ber xwe bide. Roja wê ye ku her kes li gorî feraseta yekitiya neteweyî tevbigere.”

‘Statuya Rojava dê bibe azadiya Kurdan’

Endamê MYKa Partiya Kedê (EMEP) Umut Yegen jî destnîşan kir ku naskirina statûya Rojava dê her wiha bibe azadiya Kurdên kedkar. Yegen ji bo naskirina statuya Rojava û pêşîlêgirtina êrişan, banga têkoşînê kir.

Etîket: DBPKeskîn BayindirRojavastatu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne