• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê dê bê lidarxistin

Amed / AW

25 NÎSAN 2026 - 13:37
Kategorî: JIN
A A
2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, wê di 2-3yê Gulanê de li Meydana Şêx Seîd were lidarxistin.

Di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan de, bi beşdariya saziyên civaka sivîl, şaredariyên navçeyan û kooperatîfan, di 2-3yê Gulanê de li Meydana Şêx Seîd 2yemîn Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê ya Amedê dê were pêkanîn. Jin dê di hevdîtinê de hem berhemên xwe pêşkêş bikin û hem jî beşdarî xebatên atolyeyan û çalakiyên çand-hunerî bibin.

Di çalakiyê de jinên kedkar ên malê, saziyên civaka sivîl ên jinan, jinên sendîkavan, rêxistinên jinan û jinên ku di qada çand-hunerê de xebatan dikin, bên cem hev. Hevdîtin armanc dike ku jin di nav piştevaniyê de hem di warê aborî û hem jî di qadên hilberîna hunerî de xurt bibin, kedên wan bên dîtin û torên piştevaniyê bên firehkirin.

Keda jinan

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer diyar kir ku ew bi mezinkirina piştevaniyê amadehiya hevdîtina duyemîn dikin. Sumer da zanîn ku wan di 5 navendên jiyanê yên girêdayî daîreyê de, salê gelek atolye û kurs li dar xistine û wiha got: “Jin di van atolyeyan de hem perwerde dibin û hem jî beşdarî pêvajoyên hilberînê dibin. Me komên hilberînê yên ku ji jinên van atolyeyan sûd werdigirin ava kirin. Yek ji encamên herî girîng ên hevdîtina keda sala par, avakirina komên hilberînê yên jinên ku dixwazin hilberînê bidomînin bû. Van koman berhemên wekî tentûr, sirke û krem çêkirin. Di atolyeyên tekstîlê de jî ji tekstîla malê heta kincan gelek berhem hatin hilberandin.”

‘Em dixwazin hilberîneran bînin cem hev’

Gurbuz Sumer da zanîn ku berhem dê bi têgihîştineke piştevaniyê ya ne li ser bingeha pêşbaziyê bêne firotin û wiha axivî: “Em qadeke ku keda jinan li navendê be û jin tê de wekî kesayet bi cih bibin, ava dikin. Di heman demê de em dixwazin van qadên hilberînê bi bajêr re bînin cem hev û wan berfireh bikin.”

Sumer bang li hemû jinan û hemwelatiyan kir û got: “Ev hevdîtin ne tenê qada pêşkêşkirina berheman e; di heman demê de hevdîtinek e ku jin ji navendên şêwirmendiyê heta torên piştevaniyê hev xurt dikin. Em hemû jinan vedixwînin da ku piştevaniyê mezin bikin.”

Beşdarên kargehê: Keda me derdikeve holê

Beşdarên atolyeyan jî kêfxweşiya xwe ya ji bo vê xebatê anîn ziman.

Elîda Zerrî dibêje, “Keda jinan pirî caran di nav malê de nayê dîtin. Li vir keda me tê dîtin. Jin li ser lingên xwe radiwestin.”

Sevcan Agin jî ev yek anî ziman: “Piştî ku em berhemê temam dikin, hesta serkeftinê me pir baş dike. Ev yek bawerî bi me tîne. Derfeta me ya sosyalbûnê heye.”

Songul Çakar jî diyar kir ku ew li vir bi hev re fêr dibin û hildiberînin û got: “Li vir qada lîstikê ya ji bo zarokan jî heye. Dema zarokên me di hawîrdoreke ewle de wext derbas dikin, em jî beşdarî hilberînê dibin.”

Narîn Ermîş jî destnîşan kir ku ew bi guhartina tiştên kevn hunerê diafirînin û wiha got: “Em di 2-3yê Gulanê de dixwazin keda xwe nîşan bidin û bang li her kesî dikin ku werin vê hevdîtinê.”

Etîket: 2yemîn Hevdîtina JinKed û Çand-Hunerê ya AmedêSerokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ‘Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê’ dest pê kir

Li Amedê ‘Hevdîtina Jin, Ked û Çand-Hunerê’ dest pê kir

2 GULAN 2026
Şaredariya Amedê bi rojnamegerên jin re civiya

Şaredariya Amedê bi rojnamegerên jin re civiya

29 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne