• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Îzmîrê banga lezgîn: Enver Yanik demildest berdin

Îzmîr / AW

24 NÎSAN 2026 - 15:10
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên li Îzmîrê, bal kişandin ser rewşa giran a girtiyê nexweş Enver Yanik û xwestin ku beriya encamên bêveger derkevin holê, demildest bê berdan.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Îzmîrê û Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST), der barê rewşa girtiyê nexweş Enver Yanik ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniya ku li avahiya ÎHDê hat dayîn de, malbata Enver Yanik û endama Lijneya Rêveber a Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran jî amade bûn.

Birînên giran û nexweşiyên kronîk

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Parêzer Nazli Turan, diyar kir ku Enver Yanik ji sala 1994an û vir ve gelek caran hatiye girtin û di grevên birçîbûnê yên sala 1996an de bi nexweşiya Wernîcke-Korsakoff ketiye. Turan anî ziman ku di operasyonên girtîgehan ên sala 1999an de Enver Yanik bi giranî birîndar bûye û got: “Hîn jî di gelek deverên laşê wî de perçeyên şarapnelê hene. Her wiha ji ber travmayên fizîkî yên giran û ji ber nexweşiyê av di mejiyê wî de kom dibe û ev dibe sedema ku encamên norolojîk ên mayînde lê peyda bibin.”

Zilm û tecrîd: Kursiyê biteker jê hatiye standin

Turan bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê û diyar kir ku Enver Yanik ji roja ku sewqî Menemenê hatiye kirin heta niha 21 kîlo dane. Turan destnîşan kir ku kursiyê biteker ê ku dabûn Yanik, bi hinceta “bila malbata te bikire” ji aliyê rêveberiyê ve jê hatiye standin û wiha axivî: “Girtina amûreke bingehîn ji destê girtiyekî ku nikare bi serê xwe tevbigere, li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Enver Yanik her wiha di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Nexweşekî ku her tim ji hişê xwe diçe û krîzan derbas dike, heke bi tena serê xwe bimîne, dibe ku di kêliyên krîtîk de nekaribe daxwaza alîkariyê bike. Ev yek rasterast li ser mafê jiyanê xetere ye.”

Banga ji bo konsera piştgiriyê

Hevjîna Enver Yanik, Şukriye Yanik jî di civînê de axivî û banga “mafê darizandina adil” kir. Yanik wiha got: “Daxwaza me ew e ku her kes beşdarî konsera piştgiriyê bibe ku wê 27ê Nîsanê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet pêk were.”

‘Berpirsyar meqamên edlî û îdarî ne’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 3 meh in ji Saziya Tiba Edlî (ATK) bersiv nehatiye û hat daxuyandin ku heke Enver Yanik neyê berdan, berpirsyarên her encameke neyînî dê meqamên edlî û îdarî bin.

Etîket: Enver YanikKomeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD)Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Îzmîrê û Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê de (CÎSST)Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk dest pê kir: Hewcedariya me bi yekîtiyê heye

4 TÎRMEH 2026
Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

3 TÎRMEH 2026
‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

15 HEZÎRAN 2026
‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

5 HEZÎRAN 2026
Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

Ji bo mafê hêviyê dema Tirkiyeyê diqede: Divê komîte prosedura binpêkirinê bi cih bîne

17 NÎSAN 2026
Saziyên hiqûqê: Divê parêzer Musa Bendaş tavilê bê berdan

Saziyên hiqûqê: Divê parêzer Musa Bendaş tavilê bê berdan

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne