• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Îzmîr / AW

23 NÎSAN 2026 - 20:30
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) û pêkhateyên Meşa Şevê ya Femînîst, ji bo xwendekara zanîngehê Îlayda Zorlu ya ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da bû, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan diyar kir ku polîtîkayên zextê yên sîstematîk ên li dijî jin û ciwanan heta bi dawî bibin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) û pêkhateyên Meşa Şevê ya Femînîst, li dijî mirina gumanbar a xwendekara Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê (KTU) Îlayda Zorlu meşek û daxuyaniyeke çapemenîyê li dar xistin. Jin li ber Gara Alsancakê hatin cem hev û heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan. Jinan li wê derê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne xwekujî ye, kuştin e, Îlayda Zorlu serhildana me ye” hat bilindkirin û dirûşmeyên wekî “Dewleta kujer wê hesab bide”, “Îlayda Zorlu serhildana me ye” û “Destê xwe ji jiyana min bikişîne” hatin berzkirin.

‘Îlayda ji ber ku tevlî çalakiyan bû hat qetil kirin’

Metna daxuyaniyê Yaren Yorganci xwend. Yaren Yorganci anî ziman ku Îlayda Zorlu ya 18 salî ku li Zanîngeha Karadenizê ya Teknîkî (KTU) beşa Têkilîyên Navneteweyî dixwend, di 17ê nîsanê li mala malbata xwe hatiye qetilkirin û da zanîn ku Îlayda xwendekarek bû ku di têkoşîna jinan de tim kolan û qadan bû. Îlayda ji bo 8ê Adarê û ji bo ciwanên hatine qetilkirin diçû çalakiyan û got: “Îlayda diçû 8ê Adarê, çimkî ji bo jinên ku di amfîyan de rastî tacîzê hatin û li kolanan hatin qetilkirin, jiyaneke azad dixwest. Tam ji ber ku beşdarî van çalakiyan bû, ji ber ku li van daxwazan xwedî derket, polîsan telefonî malbata Îlayda kir û ji malbatê re hat gotin ku ew endama rêxistineke terorê ye. Bi vê telefonkirina malbatê, malbat û dewlet bûn yek û dawî li jiyana Îlayda anîn.”

‘Kujer bi hevkariya dewlet-polîs tên parastin’ 

Yaren Yorganci bal kişand ser wê yekê ku kujer bi hevkariya dewlet-polîs tên parastin û komkujiyên jinan bi navê xwekujiyê tên nixumandin û got: “Nadîra Kadîrova ya ku li mala parlamenterê AKPê Şîrîn Unal bi awayeke mirî hat dîtin, Rojwelat Kizmaz a hevala nêz a Gulistan Doku, Narîn a ku bi hevkariya malbat-tarîqat-dewletê hat kuştin, Rojîn Kabaîş a ku hewl dan malbata wê ya ku delîlan diparêzin bi gefxwarinê bêdeng bikin, mînakên vê yekê ne. Mirina Îlayda ne xwekujî ye, rasterast kuştineke polîtîk e. Îlayda di nav pergala şîdetê ya ku dewletê avakirî û xwedîkirî de, bi polîtîkayên bêcezakirin û aqlê dewletê re, bi destê dewletê hatiye kuştin. Wekî jin me bi dehan caran dubare kir: ‘Malbata we ya pîroz jinan dikuje!’ Malbata we ya pîroz ji bilî zext û çavdêriyê tiştekî pêşkêşî jinan nake.”

‘Em ne keça malê ya baş in, em serhildêrên qadan in’

Yaren Yorganci diyar kir ku kujerên Îlayda ew kes in ku têkoşîna jinan krîmînalîze dikin û sûcên ku bi hevkariya dewlet-malbat-polîs de hatine kirin, yek bi yek ew ê li van kolan û qadan vebêjin û got: “Bila polîtîkayên zextê yên sîstematîk ên li dijî jin û ciwanan bi dawî bibin. Bila telefonkirina malbatê, fîşkirin û hedefgirtina polîsan bên sekinandin! Kî ye ew polîsê ku telefonî malbata Îlayda kirî? Bila demildest bê dîtin û darizandin. Em ne di şînê de ne, di serhildanê de ne. Em ê hesabê her jineke hatî kuştin bipirsin. Em ê wê dirûşma Îlayda ya ku di destê xwe de girtibû bi bîr bînin: ‘Em ne keça malê ya baş in, em serhildêra kampûs, kolan û qadan e’.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîÎlayd aZorluİzmirJinmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne