• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiya Colemêrgê: Ev ne pirsgirêka rê ye lê binpêkirina mafê jiyanê ye

Colemêrg / AW

22 NÎSAN 2026 - 16:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê derbarê lehî û hezazên li herêmê rû didin daxuyaniyek da û diyar kir ku rêya girtî tê wateya jiyana rawestiyayî, nexweşên negihin nexweşxaneyan, aboriya qelsbûyî û wiha got: “Ev ne pirsgirêka rê ye, ev binpêkirina mafê jiyanê ye.”

 

Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê, derbarê lehî û hezazên li navend û navçeyan diqewimin li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Behçet Kanat metna daxuyaniyê xwend û bal kişandin ser qelsbûna xebatên şaredariya di bin rêveberiya qeyim de û Midûriyeta Rêyên Bejahî.

‘Rêyên herêmê bûne qedera mirinê’

Behçet Kanat di daxuyaniyê de diyar kir ku tiştên li Colemêrgê diqewimin ne tenê “karesata xwezayî” ne, ev encama rêveberiyeke xerab û bêxizmetiyê ye. Behçet Kanat anî ziman ku erdnîgariya Colemêrgê dijwar e, lê ev nayê wê wateyê ku divê gel bêçare bimîne û got: “Rêya Wan-Colemêrgê û Şemzînan-Geverê ji bo me bûye qedera mirinê. Rêya girtî tê wateya jiyana rawestiyayî, nexweşên negihîştine nexweşxaneyan û aboriya qelsbûyî. Ev ne pirsgirêka rê, ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Her wiha tesîsa ku bi piştgiriya Yekîtiya Ewropayê hatibû çêkirin, ji ber çewtiyên hilbijartina cih û rêveberiya qeyiman hilweşiya. Tevî hişyariyên li ser zemînê jî, guh nedan û rîsk mezin bû. Ev encama rêveberiya ‘rantxwaz’ e.”

Bang li saziyên sivîl kir

Behçet Kanat bal kişand ser polîtîkayên qeyim jî û ev yek anî ziman: “Salên dirêj e ku qeyim bi desteserîkirina vîna gel, kapasîteya bajêr a çareserkirina pirsgirêkan qels kirin. Îro jî rayedarên AKPê bi gotinên vala û demagojiyê hewl didin xwe ji berpirsyariyê bidizin û kûrahiya pirsgirêkê veşêrin. Em bang li saziyên civaka sivîl ên Colemêrgê dikin; dem dema yekitiyê ye. Divê em li hemberî vê bêxizmetiyê bibin yek û hesabê vê îhmalkariyê bipirsin. Ev gel ne bêxwedî ye. Rêya ewle, veguhastin û jiyaneke bi rûmet ne lûtfe, mafê me yê herî bingehîn e. Em ê vê zilm û bêxizmetiyê qebûl nekin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: binpêkirindaxuyanîDEM Partiya Colemêrgêmafê jiyanêqedera mirinêRêyên girtî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne