• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeyên PYD û Komîsyona Siyasî li hev civiyan

Navenda Nûçeyan / AW

21 NÎSAN 2026 - 18:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îro li navenda PYDê ya bajarê Qamişloyê şandeyeke siyasî ya hikûmetê û PYDê li hev civiyan û li ser mijarên siyasî û misogerkirina mafan nîqaş kirin.

Di çarçoveya entegerasyonê û pêkanîna bendên peymana 29ê Çileyê ya ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriya Demokaratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî Ehmed Şara de pêk hat, îro li navenda PYDê ya bajarê Qamişlo şandeyeke siyasî ya hikûmetê û PYDê li hev civiyan.

Şande bi serokatiya serokê nivîsgeha siyasî ya parêzgeha Hesekê Hesen Ebas û hevserokên Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho, Hesen Şero û şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Hesen pêk tê.

Şande ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, endama desteya hevserokatiyê ya partiyê Foza Yûsif û hevserokên nivîsgeha têkiliyên giştî ya partiyê Sema Bekdaş û Silêman Ereb ve hatin pêşwazîkirin.

Civîn ji ragihandinê girtî hate lidarxistin, piştî ku bi dawî bû, beşdaran daxuyanî dan ragihandinê.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê PYDê Xerîb Hiso, wiha got: “Ev cara yekem e ku serdanek wiha ji hêla desteya siyasî ya hikûmeta demkî ve pêk tê, ji ber ku wan serdana partiyên siyasî û partiya me kir. Em wê wekî gavek nû û erênî dibînin, ji ber ev cara yekem e ku gavên wisa di dîroka Sûriyeyê de têne avêtin, em hêvî dikin ku gavên din jî piştî wê werin.”

Derbarê naveroka civînê de Hiso got: “Di nîqaşên me de, me li ser rewşa Sûriyeyê û pirrengiya wê û li ser pêwîstiya garantîkirina mafan bi rêya qanûnê sekinîn. Me girîngiya serdana hemû partîyên sîyasî yên Kurd û pêkhate û alîyên din destnîşan kir,”. Her wiha pêwîst e qanûnên nû werin derxistin ku her kes bikaribe erkên xwe bi azadî û rehetî pêk bîne, ji bilî destûreke nû ji bo welêt.

Derbarê hilbijartinan de Hiso diyar kir ku komîteyên taybet heye, ev komîte siyasî ye ku bi paşeroja Sûriyeyê re eleqedar e. Ji ber vê yekê serdan hejmarek partiyên siyasî kir. Di dema pêş de Komîsyona Hilbijartinê wê daxuyaniyekê bide, mijara hilbijartinên pêş de jî hate nîqaşkirin.

Hiso destnîşan kir ku şande bi malbatên girtiyan re jî civiya ku li ber avahiya partiyê, cihê civînê, xwepêşandan li dar xistin û got: “Di demek nêzîk de hemû girtî dê werin berdan.”

Endamê Desteya Siyasî li parêzgeha Hesekê Usama Şêx Elî anî ziman ku ev sardana wan ya yekem e bo parêzgeha Hesekê. Wê hewl bidin ku vê qonaxê bikin sernavek ji bo avakirina çandeke siyasî ya nû li ser bingeha diyalog û nîqaşê li ser hemû mijarên ku gelê me yê Sûriyeyê bi hemû cihêrengiya xwe eleqedar dike.

Her wiha Usama Şêx Elî di nava axaftinên xwe de wiha got: “Em ê bi partîyên siyasî, tevgeran û çalakîyên civakî re danûstandinê bidomînin.”

Hate diyarkirin ku şande piştre ber bi ENKSê ve çû.

Etîket: civiyanKomîsyona SiyasîPYDQamişlo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê: Dê êrişkarên Qamişloyê bên cezakirin

12 TEBAX 2026
‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

3 TEBAX 2026
Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

Koma dawîn a koçberan gihîşt Efrînê

16 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne