• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHD: Divê daxwazên Turkoglu, Sagaltici û Ozen werin bicihanîn

Stenbol / AW

21 NÎSAN 2026 - 13:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê diyar kir ku girtî Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglu 266 roj in û Huseyîn Ozen ê 57 salî jî 247 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne û xwest demildest daxwazên wan werin qebûlkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo girtiyên bi navê Gurkan Turkoglu, Tahsîn Sagaltici û Huseyîn Ozen ên ku li dijî pêkanînên girtîgehê di greva birçîbûnê de ne li avahiya xwe daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHDê tev li daxuyaniyê bûn. Li eywanê pankarta “Em li girtîgehan mirinê naxwazin” hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbolê Meral Nergîs Şahîn ve hat xwendin.

‘Rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe’

Meral Nergîs Şahîn diyar kir ku girtîgehên ku weke ‘bîrê’ tên pênasekirin tîpên YGC, Y û S ne û girtî di rewşeke zexmet de tên girtin û wiha axivî: “Girtîgehên weke bîrê jiyana girtiyan dixe nava xetereyê. Girtiyên ku di ‘Girtîgehên Bîrê’ de tên ragirtin her ku diçe tenduristiya wan xera dibe. Girtî bi qasî serê derziyê rojê nabînin. Girtîgehên tîpên YGC, Y û S, girtîgehên tecrîdê ne. Ev girtîgeh bi awayekî zane ji navendên bajaran dûr hatine avakirin. Girtiyên bi navê Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen ku di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê de ne ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di grêva birçîbûnê de ne. Tahsîn Sagaltici ev 266 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Tahsîn Sagaltici ketiye bin 40 kîloyî. Gurkan Turkoglu jî di 266 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Huseyîn Ozen 57 salî ye û 247 roj in çalakiya xwe berdewam dike. Di hevdîtina xwe ya bi parêzer li ser kursiyê biteker anîne.”

‘Divê tecrîda li ser wan bê rakirin’

Meral Nergîs Şahîn destnîşan kir ku Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen di 10ê Nîsanê de sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û got: “Ev 12 roj in li nexweşxaneyê tena serê xwe tên girtin. Ev sepan jî rewşan wan xerabtir dike. Êdî nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bicih bînin. Serlêdanên ku refaket li cem wan be jî nayên qebûlkirin. Em li vir bang li Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Serdozgeriya Antalyayê dikin; divê parêzerên Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglu û Huseyîn Ozen demildest bi wan re hevdîtinê pêk bînin. Lazim e her sê girtî jî ji aliyê bijîşkên bêalî ve werin tedawîkirin. Divê demildest daxwazên wan werin bicihanîn. Tecrîda li ser wan bê rakirin.”

Etîket: Şaxa ÎHDa Stenbolê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş Suleyman Horoz û Aydin Altig berdin

2 GULAN 2026
ÎHDên Stenbol û Enqerê: Înkara qirkirinê, berdewamiya qirkirinê ye

ÎHDên Stenbol û Enqerê: Înkara qirkirinê, berdewamiya qirkirinê ye

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne