• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê: Em ê pergala çeteyan hilweşînin

Îzmîr / AW

15 NÎSAN 2026 - 21:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êrîşa bi palayan a li dijî xwendekarên Zanîngeha Egeyê yên ku belavok belav dikirin pêk hat, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Rêxistinên xwendekaran diyar kirin ku ev êrîş çavtirsandineke organîzekirî ye.

Li Zanîngeha Egeyê di 14ê Nîsanê de saet li dor 17.00an, li dijî xwendekarên endamên Sendîkaya Xwendekaran ku li ber derketina metroyê belavok belav dikirin, êrîşeke bi palayan pêk hat. Ji bo bertek nîşandana vê êrîşê, îro rêxistinên xwendekaran li ber derketina metroyê belavok belav kirin û piştre saet di 19.00an de li Qada Kucukpark a Bornovayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li zanîngehan rê ji çeteyan re tune, em ê pergala we ya reş hilşînin” hat vekirin û gelek caran dirûşmên “Ege dê bibe gora faşîzmê”, “Bijî piştevaniya xwendekaran” hatin berzkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê li ser navê rêxistinan, ji aliyê endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Tuna Atli Uysal ve hat xwendin. Piştre li ser navê Sendîkaya Xwendekaran, xwendekara Zanîngeha Egeyê Berîl Aktaş axivî.

‘Ev êrîş çavtirsandineke organîzekirî ye’

Tuna Atli Uysal diyar kir ku xwendekarên endamên Sendîkaya Xwendekaran ên ku jehrîbûna xwarinê ya li wargehan û destdirêjiyên li zanîngehan protesto dikirin û ji bo balê bikşînin ser van pirsgirêkan belavok belav dikirin, rastî êrîşa komeke faşîst a organîzekirî ya bi pala û şivên hesinî hatine û got: “Ev êrîş ne tesadufî ye, çavtirsandineke organîzekirî ye ku li dijî daxwazên mafên herî bingehîn ên xwendekaran hatiye kirin. Ev êrîş berhema hişmendiya paşverû û faşîst e ku dixwaze zanîngehan bêdeng bike û ciwanan bitirsîne. Êrîşkar bi gotina ‘em ê we bikujin’ tekbîr anîne; ev yek bi zelalî nîşan dide ku ev tundî ne tenê fîzîkî ye, di heman demê de êrîşeke nefretê ya îdeolojîk e.“

‘Ev ne kêmasiya ewlehiyê ye, tercîheke siyasî ye’

Tuna Atli Uysal da zanîn ku tevî nasnameya êrîşkaran tê zanîn û dîmen li holê ne, heta vê saetê kesek jî nehatiye binçavkirin û got: “Li Tirkiyeyê xwendekar ji ber ku mafê stargehê diparêzin, daxwaza xwarina saxlem dikin û li dijî destdirêjiyê dengê xwe bilind dikin bi palayan rastî êrîşê tên; li vir êdî ne tenê ‘kêmasiya ewlehiyê’, lê tercîheke siyasî ya aşkera heye.”

‘Gelo ewlehiya dibistanê di destê çeteyên faşîst de ye?’

Piştre li ser navê Sendîkaya Xwendekaran, xwendekara Zanîngeha Egeyê Berîl Aktaş axivî. Berîl Aktaş destnîşan kir ku bûyerên duh qewimîne ne tenê bûyer in lê hewldanên ji bo bêdengkirina xwendekarên ku li zanîngehan difikirin, dipirsin û dixwazin paşeroja xwe bi destên xwe ava bikin û got: “Yên ku kampusên me pêşkêşî çete û firoşkarên hişbirê dikin, vê wêrekiyê ji wan hêlînên tarî yên terîqat û cemaetan digirin ku pişta xwe dane wan! Em ji vir bi aşkerayî ji rektor Musa Alci dipirsin; wezîfedarên ewlehiyê yên ku divê xwendekarên xwe biparêzin, dema ku mil bi milê çeteyên destbixwîn ketin û hevalên me derb kirin, talîmat ji kê girtin? Gelo ewlehiya vê dibistanê di bin fermana çeteyên faşîst de ye?”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî dirûşman bi dawî bû.

Etîket: êrîşİzmirşermezar kirxendekarZanaîngeha Egeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne