• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îzmîrê Festîvala Fîlman a Penaberan a Navneteweyî dest pê kir

Îzmîr / AW

14 NÎSAN 2026 - 20:34
Kategorî: ÇAND Û HUNER
A A
Komeleya Pira Gelan 5emîn li Navenda Çanda Fransî “Festîvala Fîlman a Penaberan a Navneteweyî” li dar xist.

Festîvala ku îsal cara pêncemîn tê lidarxistin, dê di navbera 14 û 18ê Nîsanê de berdewam bike. Bernameya festîvalê bi nîşandana sînevîzyonê dest pê kir. Di festîvalê de dê fîlm, belgefîlm bên nişan dan û panel û hevpeyvînên bi derhêneran re dê bên li darxistin.

‘Deryaya spî ne derya ye, goristaneke komî ye’

Serokê Damezirîner ê Komeleya Pira Gelan, Cem Terzî di axaftina xwe de bal kişand ser çîroka Alan Kurdî û diyar kir ku ji ber navê wî bi kurdî bû, medyayê navê wî wekî “Aylan” belav kir, lê ew zarokekî ji Kobanê bû. Cem Terzî bal kişand ser koçberiya ji Afganistanê û got: “Afganistan 40 sal in di nav şer de ye. Her bota ku di deryayê de noq dibe, encama biryareke siyasî ye. Ev mirov bi polîtîkayên dewletan, bi peymanên vegerandinê û bi girtina sînoran hatin kuştin. Deryaya Spî êdî ne derya ye, goristaneke komî ye.”

Cem Terzî her wiha rexne li peymana di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de kir û destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye “girtîgeheke vekirî”, penaber wekî “hêza karker a erzan” tên bikaranîn û rastî nîjanperestiyê tên û got: “Li Yemen, Xeze û Sûriyeyê dewlet tên hilweşandin û gel ji cih û warên xwe dibin. Paşê dipirsin ‘ev mirov çima tên Tirkiyeyê?’ Ev pirs bi serê xwe pirseke bêexlaqî ye.”

Piştî axaftina vekirinê, fîlmê derhêner Olivier Meys ê bi navê ‘Havîna Jahia’ hat nîşandan. Bernameya roja ewil bi konsera ‘Koroya Gelan’ bi dawî bû.

Etîket: derhênerFestîvalfilmHevpeyvînİzmirpenaber
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

1 TEBAX 2026
OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

OHDyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Egeyê ragihand

29 TÎRMEH 2026
Panela TUM BEL-SENê: Divê li şûna herêmîbûna neolîberal herêmîbûna demokratîk bê nîqaşkirin

Panela TUM BEL-SENê: Divê li şûna herêmîbûna neolîberal herêmîbûna demokratîk bê nîqaşkirin

28 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne