• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DEM Partî û DBPê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr anîn

Navenda Nûçeyan / AW

14 NÎSAN 2026 - 10:44
Kategorî: ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, DEM Partî û DBPê Komkujiya Enfalê bi tundî şermezar kirin û qurbaniyên karesatê bi rêzdarî bîranîn. Di daxuyaniyan de soza avakirina jiyanek wekhev û azad a gelan û baweriyan hate dayîn. Saziyan destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd rastî komkujiyên bi vî rengî neyê divê komkujî neyê ji bîr kirin û wekî çareserî jî pêwesit e helwest û zimanê yekitiyê bê avakirin.

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk di salvegera 38emîn a komkujiya Enfalê de ku li Başurê Kurdistanê bi destê rejîma Baas ve nêzî 200 hezaran Kurd hatin qetilkirin û 5 hezar gund hatibûn şewitandin, daxuyaniyeke niviskî belav kir. Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk destnîşan kir ku hezên navneteweyî û herêmî ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî li hemberî van komkujiyan bêdeng manê û heta niha jî kujerên komkujiyê nehatinê darizandin.

‘Divê helwest û zimanê yekîtiyê bê avakirin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êşa Enfalê hê zindiyê û ev tişt hatin gotin: “Sedsala 20emîn ji bo gelê Kurd bû sedsala parçebûn û komkujiyan. Lê divê sedsala 21emîn bibe sedsala desthevgirtin û piştevaniyê. Lewra yek ji sedema bingehîn a êrişên li diji gelê Kurd, bêtifaqî ye. Ji ber vê, dermanê birînên kûr ên wekî Enfalê ku dilê gelê Kurd hê jî pê diêşe, bêguman yekrêzî û yekhelwestîya neteweyî ya Kurd. Em di 14ê Nisanê Roja Biranîna Enfalê de hemû şehîdên komkujiyê cardin bi rêzdarî bi bîr tînin û kujeran bi tundî şermezar dikin. Ji bo ku cardin komkujiyên vî rengî li ser gelê Kurd neyên ferzkirin, divê helwest û zimanê yekîtiyê were avakirin. Em di 38emîn salvegera Komkujiya Enfalê de hevxemiya xwe bi malbatên wan re parve dikin. Di ser vê komkujiyê re hezar sal jî derbas bin; wekî Dêrsim, Zîlan, Qamişlo, Helepçe dê tu car neyê jibîrkirin. Îro her çend di navbera gelê Kurd de çar sînor hatibin xêzkirin jî li hemberî hemû komkujiyan dilê me yê biêş yek e.”

‘Sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin’

Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 38emîn salvegera Komkujiya Enfalê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û peyama avakirina pêşerojeke wekhev û azad hat dayîn. Di daxuyaniya nivîskî ya DEM Partiyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Enfalê ya ku di 14ê Nîsana 1988an de dest pê kir, yek ji xelekên herî giran a polîtîkaya tunekirinê ya li dijî gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, gundên wan hatin xerakirin, nasname û hebûna wan hat hedefgirtin. Ev, navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.”

‘Emê pêşerojek azad ava bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi bîr anîn û wiha hate gotin: “Em ê pêşerojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin. Em qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

DBP: Enfal birîna hevpar e, derman Yekitiya Netewî ye!

Partiya Demokratîk a Herêman (DBB) jî bi heman armancê daxuyaniyekê nivîskî weşand û cangorî bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku komkujiyên di bin navê ‘Operasyonên Enfalê’ de ku 38 sal beriya niha pêk hatin, wek encameke pirsgirêka Kurd îro ji bi her aliyê ve di rojevê de cihê xwe digre. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên hov ên ku ji aliyê Rejîma Baasa Iraqê, bi fermana Sedam Huseyîn pêk hatin, rast e rast îradeya azadiyê ya gelê Kurd hedef girt. Di çarçoveya Operasyonê Enfalê de bi sed hezaran Kurd bi çekên kîmyevî, bi êrîşên dijmirovî hatin qetilkirin, bi hedarna gund ji nexşerêya Rojhilata Navîn hatin paqijkirin. Helebçe jî yek ji xeleqa vê jenosîdê bû ku, li wir nirxên jiyanî hatin binpêkirin û mirovahî bê nefes hat hiştin.

‘Enfal nîşaneya feraseta dagirkeriyê ye’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Enfal, ne tenê birîn an jî janeke serdemî ye û ev tişt hatin gotin: “Di heman demê de nîşaneya feraseta dagirkeriyê ye ku îro jî hebûna xwe bi rê û rêbazên nû didomîne. Polîtîkayên ku wan salan bi çekên kîmyevî, bi qetlîamên dijmirovî li dijî gelê Kurd pêk hatin, îro jî wek polîtîkayên şer li seranserê Rojhilata Navîn nirxên azadiyê û jiyaneke birûmet hedef digre.”

‘Jibîrkirina enfalê dê derî li komkujiyên nû veke’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jibîrkirina Enfalê wê derî ji qetlîamên nû re veke û wiha hate domandin: “Ji ber vê yekê, xwedîderketina hafizeya civakî wê têkoşîna me bihêztir bike. Li ser vê esasê; ji Başûr heya Bakur, ji Rojhilat heya Rojava li gelenperiya Kurdistanê bersiva herî mezin a li dijî konsepta şer; bi rûhê Yekitiya Netewî berxwedaneke birûmet e. Li hemberî siyaset û polîtîkayên ku wekî li Enfalê û Helebçê di dil û mêjiyê me de birinin kûr vekir, çarenûsa mayînde pergaleke demokratîk û statu ye. Avakirina pergeleke bi vî rengî û bidestxistina statuya gelê Kurd wê her tim wek peywireke esasî li pêşiya me be. Bîranîna cangoriyên Enfalê jî wê di têkoşîna me ya azadiyê de her tim hêz û bawerî bide me. Bi vê mabestê, di 38emîn salvegera wê de em car din tevî cangoriyên Enfalê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.”

Etîket: BîranînDBPDEM PartîEnfalÎnisiyatifa Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne