• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

Daristan Pala / AW

12 NÎSAN 2026 - 09:33
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Mûş – Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, xebatên sondajê û projeya çêkirina polîgonê dibe sedema nerazîbûna şêniyên herêmê. Welatiyan bal kişand ser metirsiya li ser ekolojiya herêmê, bertek nîşanî van projeyên talana xwezayê dan û gotin: “Em Gimgimî naxwazin li vir JES werin çêkirin.”

Siruşt ne tenê hawirdor e, bingeha hebûn û jiyanê ye. Her dar, her kaniyek û her bihostek ax, nefesa ku însan dikişînin û didin e, nanê li ser sifreya însanan e û jiyanê diparêze. Parastina siruştê, di heman demê de parastina rûmet û siberoja milet e. Lê belê îro bi navê projeyên enerjiyê, ev hevsengiya pîroz tê xerakirin. Dema ku Santralên Enerjiya Rojê (JES) li nava zeviyên çandiniyê, mêrg û daristanan tên avakirin, dibin sedema wêrankariyeke mezin.

Ev proje bereketa axê dikujin û qadên çêrandina heywanan ji holê radikin, ku ev yek jiyana însanan û sewalan diqedîne. Panelên ku li qadên fireh tên raxistin, germahiya herêmê diguherînin û sîstema xwezayî serûbin dikin. Ji ber vê yekê, parastina ax û avê ya ji van projeyan, parastina jiyana mirovan bi xwe ye.

Niha jî gundên navçeya Gimgimê ya Mûşê di hedefa projeyên JES û polîganê de ye û xweza û jiyana xelkê herêmê bi metirsiyê re rû bi rû ye. Şêniyên Gimgimê nerazîbûn nîşanî van projeyan dan û gotin ew naxwazin xweza û axa wan bê talankirin.

‘Zevî û mêrgên me qirêj dibin’

Bahat Ozçelîk diyar kir ku ev proje rasterast bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike û got: “Ji roja ku vê projeyê dest pê kiriye ve, êş û derdên me giran bûne. Ava me, zeviyên me û mêrgên me qirêj dibin. Di nava nanê me de, li ser axa me ev sondaj û ev kar tên kirin.”

‘Polîgon di nava goristanên me de ye’

Bahat Ozçelîk qala cihê polîgonê kir û destnîşan kir ku tu hurmet ji bo nirxên wan nayê girtin û wiha berdewam kir: “Polîgonekê çêdikin ku di nava goristanên me de ye. Axa me û welatê me giş bi hev re di nava vê qirêjiyê de dimînin. Ji ber van xebatan, ne heywanên me dikarin derkevin çolê û zeviyan, ne jî em dikarin jiyana xwe ya birûmet bidomînin.”

‘Rastî ji gel hatine veşartin’

Bahat Ozçelîk di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ev proje ne di berjewendiya herêmê de ye û got: “Ev tiştên li Bakurê Kurdistanê, li Gimgimê tên kirin, ne di berjewendiya vî gelî de ne. Ev pirsgirêk ji gel hatiye veşartin. Ji bo gundên me û herêma me ev rewşeke gelekî nexweş e; em naxwazin ev proje li Gimgimê pêk bê.”

‘Ji bo dar û daristanên xwe, em JESê naxwazin’

Welatiyê bi navê Cesîm Tunç jî diyar kir ku ew wek şêniyên Gimgimê li dijî van projeyan in û got: “Em JESê naxwazin. Ji bo axa xwe, ji bo ava xwe û ji bo jiyana xwe em li dijî van projeyan derdikevin. Ji bo dar û daristanên me, hemû xelkê Gimgimê van xebatan naxwaze.”

‘Nirxên jiyanê dikujin’

Cesîm Tunç bal kişand ser zirara ku ev proje didin ekosîstemê û destnîşan kir ku ev proje jiyanê tune dikin û ev yek anî ziman: “Tu bi van projeyan axê, avê, heywanan û jiyanê dikujî. Tu tiştekî li şûn xwe nahêlî. Nexwe, ez ê çawa te bixwazim û qebûl bikim?”

‘Heta hêza me hebe em ê li dijî van projeyan bin.”

Cesîm Tunç da zanîn ku desthilat fikir û nêrîna gel nagire, şert û mercên jiyanê li ber çavan nagire û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku van projeyan çêdikin, ma hatin ji me pirsîn? Ma hatin ji gelê vir pirsîn ka fikra we çi ye, hûn qebûl dikin yan na? Li gor serê xwe hatin biryar girtin û gotin ’em çêdikin’. Em jî dibêjin heta hêza me hebe em ê li dijî van projeyan bin.”

‘JES zirarê dide mirov û heywanên me’

Ebdillah Koçanleylek jî diyar kir ku fikarên wan ên sereke tenduristiya milet û jiyana zindiyan e û got: “Em JESê ji bo mirovên xwe û ji bo miletê xwe naxwazin. Em naxwazin tu zirar bigihîje mirovan û heywanên me. Ji ber vê yekê em li dijî avakirina van santralan derdikevin.”

‘Divê gelê Gimgimê rabe ser lingan’

Ebdillah Koçanleylek bal kişand ser girîngiya parastina axa herêmê û bang li welatiyan kir ku nehêlin ev xebat bi encam bibin û wiha got: “Banga min ji bo welatiyên Gimgimê ew e ku hemû rabin ser pêyan. Nehêlin ev JES li vir ava bibin. Em naxwazin li ser axa Gimgimê projeyên bi vî rengî bên çêkirin.”

Etîket: Daristan PalaekolojîGimgimjesSantralên Enerjiya Rojê (JES)talana xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Li gorî nirxên Amedsporê pîrozbahiyê li dar bixin

25 ÎLON 2026
Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

25 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

Qereqola Makîtan herêm di bin dûkêla tekeran de hişt

12 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne