• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevseroka PYDê: Mafê gelên Sûriyeyê ji holê hatin rakirin

Namenda Nûçeyan / AW

11 NÎSAN 2026 - 23:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevseroka PYDê Perwîn Yûsif diyar kir ku piştî guhertina rejîma Sûriyeyê, mafên gel ên nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkan ji holê hat rakirin û anî ziman ku hişmendiya ku hêzên navneteweyî ferz dikin bingeha demokratîk lawaz dike.

Li bajarê Essen a Almanyayê bi beşdariya Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif civîneke berfireh a gel hat lidarxistin. Civîna ku ji hêla Meclîsa NRW’ê ya PYD’ê ve hat organîzekirin li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên Kurd ên Almanyayê û Kurdistanî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rewşa siyasî ya herêmê, geşedanên nûjen û pêvajoya entegrasyonê ya ku Rojava bi hikûmeta Şamê re dimeşîne hatin nîqaşkirin. Hevseroka PYDê Perwîn Yûsif nirxandinên girîng kir.

Êrîşên li ser Rojava û dîasporayê

Perwîn Yûsif diyar kir ku helwesta Kurdên li Ewropayê li dijî êrîşên li ser Rojava danîne holê girîng e û got: “Li ser navê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hemû gelê xwe em gelê me yê li Almanyayê silav dikin. Helwest, çalakî û hewldanên gelê me yê li Ewropa û Elmanyayê ya li dijî êrîşên li ser Rojava danîne holê pir bi nirx in. Gelê me yê ku neçarî sirgûnê bûne, bi xebatên ku li vir dimeşîne girêdana xwe bi ax û welatê xwe re xurttir kiriye. Gelê me li her deverê ku lê ye ji bo azadiya xwe têdikoşe.”

Guherîna li Rojhilata Navîn

Pervîn Yûsif anî ziman ku pêşketinên li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li pêşeroja gelê Kurd dikin û bal kişand ser girîngiya şîrovekirina rast a pêvajoyê û wiha domand: “Em bi rastî di serdemek pir zehmet û krîtîk re derbas dibin. Guhertinên mezin ên li Rojhilata Navîn diqewimin wê rasterast bandorê li pêşeroja gelê me û çareseriya pirsgirêkên wan bikin. Ji ber vê yekê, divê em vê pêvajoyê bi awayekî rast şîrove bikin û berjewendiyên gelê xwe bi awayê herî baş biparêzin.”

Destkeftiyên Rojava pêşiya bingehîn e

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku parastina destketiyên Rojava pêşiniya bingehîn e û anî ziman ku xwedîderketina ku li van destketiyan nirxek mezin e û wiha pê de çû: “Wekî gelê Kurd sedema beşdarbûna me ya pêvajoya şoreşgera Sûriyeyê, avakirina pergalek demokratîk a ku mafên hemû gelan û gelê Kurd nasdike. Em ji bo pergalek ku her kes nasnameya xwe bi azadî bijî têdikoşin. Me di vê rêyê de bedelên giran dan û hîn jî didin. Hewldanên me yên bi mûxalefetê re ji bo avakirina pergaleke demokratîkbûn, hemû nasname û bawerî xwe bi awayekî azad bînin ziman û naskirina mafên jinan bi rêveberiya nû ve bi wayekî cîdî texilîn.”

‘Mafên gel ên çareseriyê ji holê hat rakirin’

Perwîn Yûsif bal kişand ser rola hêzên navneteweyî û ev nirxandin kir: “Di pêvajoya guhertinê ya li Rojhilata Navîn de, em bi rastiya ku avaniyên ku berê di lîsteyên terorê de bûn li gorî tercîhên pergala navneteweyî hatine ser desthilatê re rû bi rû ne. Her wiha Ehmed Şara ê bi vî awayî anîn ser desthilatê, ev yek mafê Sûriyeyiyan ê çareserkirina û nîqaşkirina pirsgirêka Sûriyeyê di navbera xwe de ji holê rakiriye.”

Perwîn Yûsif anî ziman ku ev rewş tê wateya xespkirina mafê çareseriya demokratîk a gel û wiha berdewam kir: “Hişmendiya selefî ya ku anîn ser desthilatê, li şûna nêzîkatiyek piralî û beşdariyê nîşan bide, bi zihniyeta ‘Min qezenc kir, tiştê ku ez dibêjim wê bibe’ tevdigere. Ev yek lêgerîna çareseriya demokratîk a Sûriyeyê lawaz dike û derfetên lihevhatina civakî teng dike.”

Civîn piştî pirsên beşdaran û nîqaşan bi dawî bû.

Etîket: AlmanyacivîngelPerwîn YusifPYDSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

Li Almanyayê rastgirên tundiraw dengên xwe zêde kir

7 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne