• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DYA û Îran ketin pêşbirka propagandaya serkeftinê

Navenda Nûçeyan / AW

8 NÎSAN 2026 - 16:34
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Piştî ragihandina agirbesta demkî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de, her du alî bi daxuyaniyên nakok ketin pêşbirka serkeftinê. Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth angaşt ku binesaziya Îranê bi tevahî hatiye tunekirin, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî angaşt ku agirbest encama serkeftina wan e.

Piştî ragihandina agirbesta demkî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de daxuyaniyên dualî berdewam dikin. Rêveberiya Washingtonê îdîa dike ku binesaziya leşkerî ya Îranê bi temamî rûxandine. Îran jî angaştên berovajî tîne ziman.

Hegseth: Me binesaziya leşkerî ya Îranê rûxand

Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth, di civîneke çapemeniyê de encamên êrîşên asmanî parve kirin û îdîayên giran anîn ziman. Hegseth, îdîa kir ku wan binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê bi temamî ji holê rakiriye û got ku Îran êdî nikare moşek, roket û balafirên bêmirov (SÎHA) hilberîne. Li gorî bîlançoya ku Hegseth parve kiriye, hêzên DYAyê li Îranê zêdetirî 13 hezar hedef tune kirine û di nav van de ji sedî 80yê pergalên parastina asmanî ya Îranê hene.

Ji fermandarê Amerîkî gefa nûklîerî: Em ê ûranyûmê bigirin

Li gel daxuyaniyên wezîr, Serfermandarê Giştî yê DYAyê Orgeneral Dan Caîne jî peyamên tund da. Caîne, agirbestê tenê wekî “navberekê” bi nav kir û diyar kir ku artêşa wan her kêliyê amade ye ji nû ve dest bi êrîşan bike. Caîne, bi taybetî li ser bernameya nûklîerî ya Îranê sekinî û bi zimanekî gefwarî wiha got: “An Îran dê ûranyûma xwe ya zengînkirî bide me, an jî em ê bi xwe biçin bigirin.” Ev daxuyanî nîşan dide ku DYA agirbestê ne wekî çareseriyekê, lê wekî navgînek zextê bi kar tîne.

Pezeşkiyan: Rêgezên Îranê hatin qebûlkirin

Li aliyê din, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê medaya civakî agirbest wekî “serkeftineke dîplomatîk” pênase kir. Pezeşkiyan îdîa kir ku di vê peymanê de rêgezên sereke yên Îranê hatine qebûlkirin û ev encam wekî “berhema xwîna şehîdan û serkeftina gel” bi nav kir. Tevî ku bîlançoya li qadê nîşan dide ku Îranê derbên giran xwarine, rêveberiya Tehranê hewl dide bi rêya retorîka serkeftinê moralê raya giştî ya navxweyî bilind bike û lawaziya xwe ya leşkerî veşêre.

Agirbest an amadekariya şerekî mezintir?

Her du alî jî di daxuyaniyên xwe de ji rastiya şer û wêraniya li qadê zêdetir, girîngiyê didin propagandaya siyasî. Dema ku DYA bi bîlançoyên giran hewl dide Îranê wekî hêzeke “qediyayî” nîşan bide, Îran jî bi îdîayên “serkeftinê” rastiya derbên ku xwariye ji nedîtî ve tê. Ev nêzîkatiya her du aliyan nîşan dide ku agirbesteke mayînde ne di rojevê de ye û her du hêz jî ji bo qonaxeke nû ya rageşiyê amadekariyê dikin.

Etîket: agirbestDYAÎranÎsraîlşer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne