• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Yek ji rûspiyên Sîpkiyan: Em êdî dixwazin Serok Ocalan di nav xwe de bibînin

Mahmut Altintaş - Ugur Dînler / AW

5 NÎSAN 2026 - 08:35
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Riha – Hecî Celal Denîz ku yek ji rûspiyê eşîra Sîpkiyan e li Xelfetiyê tev li pîrozbahiya festîvala rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Hecî Celal dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi helbestan tîne ziman û ew dibêje ku ew dixwazin êdî Ocalan di nav xwe de bibînin.

 

Hecî Celal Denîz ku yek ji rûspiyên eşîra Sîpkiyan e û ji navçeya Xelatê ya Bedlîsê hate tev li pîrozbahiya rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê bû. Tevî temenê xwe yê 78 salî ku li ser gopalê dimeşe jî li qada pîrozbahiyê cihê xwe girt. Ew dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi helbestan û nirxandinê tîne ziman.

Hecî Celal hem helbesta li ser Abdullah Ocalan nivîsandiye xwend hem jî derbarê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de nêrîna xwe anî ziman.

‘Dinya muhtacî felsefeya wî ye’

Hecî Celal Denîz anî ziman ku ew bi şoreşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin şiyar bûne û got: “Xebatên me yên şoreşê didomin. Îro jî ji bo rojbûna Serok Abdullah Ocalan hatime vir. Dinya muhtacî felsefeya wî ye. Însanekî wisa ye ku ji dinyayê re edalet, wekhevî û aramiyê dixwaze. Fikir û rêmanên Serok Abdullah Ocalan cihê tercîhê ye. Ji destpêka mirovahiyê û vir ve kral û pergala dewletan ji xwînê zêdetir tiştek nedane mirovan. Ji bo wê min ji bo Serok Abdullah Ocalan helbest nivîsandiye.”

‘Bila dinyaya wek bihûşt nebe dojeh’

Di berdewamiya axaftina xwe de Hecî Celal destnîşan kir ku ew rojbûna Serokê xwe li tevahiya cîhanê pîroz dike û wiha domand: “Serok bi fikir û raman ve azad e. Divê em ji dewletê nexwazin û nebêjin Serok azad bike. Ya ku ne azad e dewlet bixwe ye. Lê helbet em azadiya fizîkî dixwazin. Dewlet hatiye mehkûmkirin. Bila aqilê xwe bide serê xwe û dinyaya me ya weke bihûştê neke dojeh.”

‘Divê em êdî Serokê xwe azad bibînin’

Hecî Celal dibêje, “Gelî dinya; eger hûn xwedî li Serokatî derbikevin hûn xwedî li xwe derdikevin. Hûn xwedî li Serokatî dernekevin hûn dê di bin zilma çeteyên wek DAIŞê ku mirovan serjêdike de bimînin. Êdî em ne weke berê ne. Ji bo wê em dibêjin; her bijî gerîla û her bijî Serok. Lê divê em êdî Serokê xwe azad bibînin. Teror ne gelê Kurd e, ew kesên ku bêbextiyê li gelê Kurd dikin teror e.”

‘Ji bo hemû gelan li ber xwe dide’

Hecî Celal da zanîn ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd li ber xwe dide, ji bo hemû gelan, bîr û baweriyan li ber xwe dide. Hecî Celal destnîşan kir ku ev saleke zêdetir e dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê were li Meclisê biaxive, lê ev hê jî ev yek pêk nehatiye û got: “Bes, bila derewan nekin. Bila kesî nexapînin. Bila gavan biavêjin. Divê ji Serok Apo re avahiyeke li vir çêbikin û dinya hemû were serdana wî.”

Helbesta Hecî Celal ku li ser Abdullah Ocalan nivîandiye, wiha ye:

“4ê Nîsanê bûm ji dayik, hatime cîhanê.
Ne ji bo text, pera, qralî, zilm û siltanî.
Roja rojhilat di nava mij û moranê de tarî bibe
Lê vaye roja me derket ji Xelfetiyê.
Ne ji bo Mezopotamyayê, ji bo tevahiya cîhanê.
Weke ronahiya Edîson da tevahiya cîhanê”

Etîket: dilsozîHecî Celal DenîzHelbestMîhrîcana Rojên AmarayêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Ji TEV-KOMê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî: Em li benda tevlibûna ciwanan e

Ji TEV-KOMê pêşbirka çîrok û helbestên Kurdî: Em li benda tevlibûna ciwanan e

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne