• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KJK: Em bi ruhê pêkanîna azadiya Rêbertî di 4ê Nîsanê de li qadan bin

Navenda Nûçeyan/ AW

2 NÎSAN 2026 - 13:36
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
KJK bi boneya Rojbûna 77emîn a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û wiha got: “Em dibêjin, ‘Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’. Bi vî ruhî em di 4ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ biqîrin.

 

Koordînasyona KJKê bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Daxuyaniya KJKê wiha ye:

“Rojbûna 77an a Rêber Apo ku jinûve zindîbûna hesreta azadiyê ya gerdûnê, jinan û mirovahiyê û jinûve bûyîn e, li jinên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, li gelan, li gelê me û hevrêyên komunalîst hemûyan pîroz be. Di şexsê şehîdên xwe yên 4ê Nîsanê hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku em ê armanca xwe ya jiyana azad a bi Rêbertî re pêk bînin.”

‘Banga 27ê Sibatê mîzgîniya hişyarbûn û jiyana azad e’

Rojbûyîna Rêber Apo ji bo jin û mirovahiya ku di bin zilma cinawirbûyî ya sîstema kujerê kastîk ê deh hezaran salan de têne eciqandin û talankirin, jinûve vejîn e. Gel û jinên Kurd ên li binê betonan hatibûn veşartin ji nava tarîtî û goristanê derxist û bi têkoşîna azadiyê ya bi heybet jinûve gihand nasname û hebûna xwe. Rêber Apo bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibatê re li dijî sîstema şerê mezin ê kujerên kastîk a li hemberî jinan û civakê bi perspektîfa civaka demokratîk û jiyana komînal mizgîniya jinûve bûyîn û hişyarbûna jiyana azad a mirovahiyê dide. Li cografya me ku di dîrokê de bû dayik ji mirovahiyê re, jiyana azad bi perspektîfa Rêber Apo ji her demê bêhtir nêz e.

‘Jin temînata pergala komunal û demokrat e’

Azadiya fîzîkî û hebûna Rêber Apo ku hevrêyê bêhempa û afirînerê têkoşîna azadiya jinê ye, ji bo me jinan bi azadî û hebûnê re xwedî têkilî û girêdaneke bêdawî ye. Ji ber vê yekê rojbûyîna Rêbertî ji bo me jinan rojbûyîna azadiyê ye. Têkoşîna me ya azadiyê ku 52 sal in em bênavber dimeşînin, di pêşengiya şoreşa me ya jinê de Ronesans a mirovahiyê pêk tîne. Jinên dilsozê têkoşîna azadiyê û aşiqê azadiyê li çiyê, deştê, li bajaran divê bibin temînat û pêşenga sîstema komînal a demokratîk û azadiya mezin.

‘Rêbertî bang li Tirkiye, siyset û Meclisê kir’

Yekane şertê bidestxistina jina azad a jinan û gelan û serketina Banga 27ê Sibatê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, afirandina mercên azad e ku karibe pêvajoyê bimeşîne. Qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi gavên tevgera me ya azadiyê û têkoşîna mezin a Rêber Apo temam bû, em derbasî qonaxa duyemîn bû. Qonaxa duyemîn jî li ser bingeha pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicihanîna mafê hêviyê û rakirina astengiyên li pêşiya meşandina pêvajoyê ye. Em bang li dewleta Tirkiyeyê, siyasetê û Meclîsa Tirkiyeyê dikin ku bi berpirsyariya dîrokî ya li pêşberî gelan rabe û pêwîstiyên lihevkirina Civaka Demokratîk û Aştiyê bi cih bîne. Ji bo gelê Kurd li nava hiqûqa qanûnî û destûra bingehîn bêne bicihkirin, Kurd weke hêmaneke esasî tevlî Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk bibin divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêyî ji demê re bêne hiştin bêne amadekirin.

‘Em bi ruhê yekitiya neteweyî ya demokratik xwe bi rêxistin bikin’

Banga me li gelê me û jinan hemûyan e; ji bo serxistina vê pêvajoyê ku Rêber Apo da destpêkirin, bêyî ku bikevin nava bendewariya ji dewletê yan jî hêzekê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û avakirina civaka komînal em têkoşîna xwe bilind bikin. Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk xwe bi rêxistin bikin, statuya Kurdan bi dst bixin û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bixin meriyetê. Li ser vê bingehê ji bo pêkanîna hesreta xwe ya jiyana azad a bi Rêbertî re em dibêjin, ‘Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye’. Bi vî ruhî em di 4’ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ biqîrin. Em bang li jin û gelê xwe dikin ku ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî çalakiya azadiyê ya Amara û Gemlîkê bibin, beşdarî vê roja jinûve vejînê ya azadiyê û rûmetê bibin, têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin.

Bi vê wesîleyê em rojbûna Rêberê xwe ku hinceta me ya hebûnê ye bi hesreteke mezin pîroz dikin û çalakiyên azadiyê yên gelê xwe, jinan û ciwanan pîroz dikin ku ji 15ê Sibatê heta 8ê Adarê, Newrozê û 4ê Nîsanê qad dagirtin û dilê xwe bi hezkirina Rêbertî tijî ye.”

Etîket: Daxuyaniya 77emîn rojbûnêKJKqadRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

18 TEBAX 2026
Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

Devlet Bahçelî: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin

17 TEBAX 2026
‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

14 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Omer Ocalan wêneyê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir

Omer Ocalan wêneyê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir

10 TEBAX 2026
Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

Tuncer Bakirhan: Qanûna yekem e ku Kurd tev li hiqûqê dibin

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne