• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump ji pirsan re nebû bersiv: Şer ne diqede ne didome

Navenda Nûçeyan / AW

2 NÎSAN 2026 - 10:29
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Serokê DYAyê Donald Trump ku di çarçoveya Banga Neteweyî de axivî, cardin angaşt ku di şer de gihiştine armancên xwe û ger Îran şertên wan qebûl neke dê êrişan berfireh bikin. Axaftina Trump ku siyaset û dîplomasiya cîhanê bi meraq li bendê bû, ji pirsên heyî re nebû bersiv. Axaftina Trump ji hêla gelek derdoran ve wekî, “Gotinên tevlihev û dubare” hate şîrovekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 1ê Nîsana 2026an de di bernameya Banga Neteweyî de axivî û balkişnd ser armanca destwerdana xwe ya li dijî Îranê. Trump li aliyekê soza qedandina şer da lê li aliyê din jî gefên xwe berdewam kirin. Lê cîhan li benda bersiva pirsa, “Gelo operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê dê kêm bikin an berfireh bibin?” bû. Lê Trump cardin bersivek zelal nede û daxuyaniyên xwe yên berê kirîn ên tevlihev dubare kirin.

‘Operasyon dê du-sê hefteyan de biqede’

Trump di axaftinê de armancên şerê li dijî Îranê re vegotin. Trump pirtir nêrînên xwe yên berê şer de dubare kirin û wiha got: “Amerika di bidestxistina armancên xwe yên sereke yên leşkerî yên li Îranê de nêzîkê hedefên xwe bûye.” Trump pirsa, “Dê ev operasyon heta kengî bidome?” cardin şêlû hişt û angaşt ku dê heta du an jî sê hefteyan operasyonê biqedîne.

Angaşta ‘Min xeletî sererastkirin’

Trump di axaftinê de bal kişan ser hewildanê bidestxistina çekên nûklîerî yên Îranê û ev angaşt dubare kirin: “Bi salan e, her kes dibêje ku bila Îran nebe xwediyê çekên nûklîerî. Lê di dawiyê de, heke hûn ne amade bin û hewildanên astengkirinê pêk neynin, tiştên hûn dibêjin dê tenê wekî gotinên vala bimînin.” Trump angaşt ku serokên berê yên DYAyê xeletî kirine û wî ev xeletî sererast kirine.

Gefa zêdekirina êrişan dubare kir

Ligel soza ku di du-sê hefteyan de şer bi dawî bike, Trump gefên xwe yên zêdekirina êrişan jî dubare kirin. Trump diyar kir ku Îranê agirbest xwestiye û wiha axivî: “Li ser daxwaza wan mizakere didomin. Ku peymanek çê bibe dê şer biqede lê ger ew vî şansî baş bikarneînin dê êrişên me bi her awayî zêde bibin. Em dê çavkaniyên enerjiyê yên Îranê hedef bigirin.” Trump di axatina rojek berê de jî heman gef dubare kiribû û gotibû ku dê Îranê vegerînin ‘serdema kevir’.

‘Dê bûhayê enerjiyê bikeve’

Di berdewama axaftina xwe ya tevlihev de Trump cardin mijar anî ser bandora şer a têkildarî enerjiyê û wiha pêde çû: “Niha hinek bûhayê enerjiyê zede bûne. Lê ev tiştek demkî ye.” Trump ji Îranê xwest ku Tengava Hurmizê veke û ger veneke dê qad û binesaziya enerjiyê ya Îranê têk bibe. Trump angaşt ku ger bixwaze dikare bi rihetî petrola Îranê desteser bike û wiha got: “Lê gelê welêt dibêje: Tenê bi ser bikevin û vegerin malê.”

Daxuyaniya Trump bendewarî pêşwazî nekir

Daxuyanî û axaftinên Trump ên tevlihev bendewariya têkildarî Banga Neteweyî derketibû holê pêşwazî nekir. Siyaset û dîplomasiya cîhanê li bendê bû ku Trump biryara DYAyê ya têkildarî şerê bi Îranê re aşkera bike. Lê ji axaftinên Trump rewşek zelal nehat fam kirin. Trump hem gefên xwe domandin û hem jî soza qedandina şer dubare kir.

Êrişên dualî berdewam kirin

Di vê navberê de, Îranê êrîşên xwe yên li ser Îsraîl û cîranên xwe yên Kendavê domandin. Di heman demê de Îsraîl û DYAyê jî êrişên li ser bajar, baregeh û hedefên Îranê bi awayek berfireh berdewamm kirin.

Îranê bersiv da Trump

Rayedarên rejîma Îranê jî bersiv dan daxuyaniyên Trump. Li gorî televîzyona dewleta Îranê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Begayî di televizyona dewletê ya fermî de îdiaya Trump wekî “derew û bêbingeh” bi nav kir. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakcî jî di hevpeyvîneke bi Al Jazeereyê re de qebûl kir ku wî peyamên rasterast ji Nûnerê Taybet yê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff wergirtine. Arakci got ku danûstandinên rasterast tune ne û Îran bawer nake ku hevdîtinên bi Amerîkayê re dê encam bidin.

 

 

 

 

 

 

Etîket: ArakçîDYAÎranÎsraîlKurdistanTrump
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne