• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Enqere / AW

31 ADAR 2026 - 13:44
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari anî ziman ku li qadên Newrozê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çêkirina qanûnan bi milyonan kes peyam dan û wiha got: “Teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were.” Tulay Hatimogullari xwest gavên qanûnî yên bo pêvajoyê bên avêtin. Hatimogullari êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û mala Nêçîrvan Barzanî jî şermezar kir û got: “Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û em li rex wan in.” 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de komkujiya Kizilderê û Samandag a Hatayê bi bîr anî û got: “Mahîr Çayan û hevrêyên wî ji bo darvekirina Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan canê xwe feda kirin. Jiyana wan a şoreşgerî û têkoşîna rêya sosyalîst û welatparêzên Kurdistan û Tirkiyeyê ronî dike. Mehmet Latîfecî ku li Samandagê hat qetilkirin jî şagirtê Hîkmet Kivilcimli bû û sosyalîstekî Ereb bû. Li navçeya Samandagê Serokiya DEPê kir. Li dijî polîtikayên asîmîlasyonê ji bo nasnameya Elewiyên Ereb têkoşiya. Ji Kizildere heta Samandagê em hemû hevrêyên xwe yên windakirinê bi bîr tînin û têkoşîna wan dê di bîra me de zindî be.”

‘Bi milyonan kes azadiya fizîkî xwest’

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelan agirê Newrozê pêxist û geş kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroza Îsal ji hemû Newrozan girseyîtir bû, ket nava rûpelên dîrokê. Newroza sala 2026an bû Newrozeke avakar. Ew Newroz nîşaneya xwedîderketina bi milyonan kes a ji bo banga dîrokî ya 27ê Sibatê ye. Ji dewlet û desthilatê re 5 peyamên girîng dan. Bi milyonan mirovan azadiya fizîkî ya birêz Ocalan daxwaz kirin. Em jî li vir peyama gelê xwe di parlamentoyê de tînin ziman û dibêjin gelê me û em azadiya birêz Ocalan dixwazin. Teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk were. Yek jî hemû gelan daxwaza aştiyê kir û xwedî derket. Bi milyonan Kurd jî xwedî li yekitiya demokratik derketin û ew peyam dan. Ji hemû dewletên serdest re jî peyama wekhevî û azadiyê dan. Bi milyonan daxwaza demokratik kirin û li dijî zimanê qirêj ê medyayê jî peyam dan. Weke DEM Partî heta dawî em li pişt banga milyonan in. Desthilat divê li gorî peyamên bi milyonan kes tevbigere. Heke gavên rast werin avêtin aştî jî dê pêk were û demokrasî jî.”

Peyama Abdullah Ocalan

Tulay Hatîmogullari bertek nîşanî binçavkirin û girtinên piştî Newrozê pêk hatin da û xwest demildest kesên hatine girtin bên berdan. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku gelek kes û bi taybet 2 welatî rastî îşkenceyê hatine û got ku ew li rex kesên rastî îşkence hatine ne û li dijî îşkenceyê radibin. Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha domand: “Em di merhaleya 2yemîn a pêvajoyê de ne. Divê ew merhale bi gavên qanûnî bê şênberkirin. Ji bo aştî û demokrasiyê divê demildest gavên şênber bên avetin. Birêz Ocalan di banga Aştî û Civaka Demokratîk de siyaseta demokratik xurt kiriye û deriyê wekheviyê vekiriye. Heyeta me jî bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di vê civînê de nirxandinên birêz Ocalan ji bo komara demokratîk girîng in. Heyeta me peyama birêz Ocalan bi raya giştî re parve kir. Birêz Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser vê yekê; Çareserî bi qebûlkirina nasname û bi civakê re avakirina entegrasyona demokratîk e. Komar bi demokrasiyê xurt dibe û beşdarbûna komarê ji bo hemû gelan li ser bingeha nasname û azadiyê be.”

‘Di merhaleya 2yemîn de divê qanûn bên amadekirin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê demildest qanûnên aştiyê xurt dike bên amadekirin û wiha pê de çû: “Divê desthilat, parlamento û dewlet jî li gor merhaleya 2yemîn a pêvajoyê gavên qanûnî biavêje. Heke gav neyên avêtin baweriya civakê bi pêvajoyê nayê û bawerî dişkê. Civak li benda avêtina gavan e. Hê jî parlamentoyê tu xebat nedane pêş xwe. Geşedanên li Rojhilata Navîn çareseriyê li ser me ferz dike. Ji bo avêtina gavan divê li benda encama pêvajoya Îranê neyê hiştin. Ji bo wê banga me ji desthilatê û dewletê ew e ku divê takvîmek ji bo avêtina gavan bê diyarkirin û bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha di gavên ku hewcedarî bi çêkirina qanûnan nîn e de jî divê dewlet gavan biavêje. Li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa divê girtiyên siyasî bên berdan. Gavên ku pêvajoya aştiyê xurt bike divê demildest bên avêtin. Divê girtiyên pîr û kal û nexweş demildest bên berdan. Polîtîkaya qeyiman bi dawî bibe. Pêşiya siyaseta demokratik, azadiya fikir û remanê bê vekirin. Em dixwazin ku desthilat bi cesaret tevbigere. Em ji bo aştiyê amade ne ku canê xwe jî bidin. Di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê divê azad bibin û bigihîjin mafên xwe yên ziman û çandî.”

‘Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye’

Tulay Hatîmogullari derbarê şerê li Îranê û êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî axivî û êriş şermezar kir. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bi vê yekê dixwazin Herêma Kurdistanê bikişînin nava şer û wiha axivî: “Divê ev êriş rawestin û belavî qadeke din nebin û berfireh nebe. Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û heta dawî em li rex wan in. Berdela êrişên Îsraîl û Amerikayê yên li dijî Îranê, hemû gelên li herêmê dide.”

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku krîza aborî her ku diçe dijwart dibe û divê desthilat polîtîkayên xizaniyê ji holê rake, bide pêş xwe û got ku ew her tim li rex karker û cotkaran e.

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanNeçîrvan BarzanîPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne