• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump dîsa gef xwar û hefteyek dem da Îranê

Navenda Nûçeyan / AW

31 ADAR 2026 - 11:28
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Her ku şer dirêj dibe Amerîka û Îran li hev sordibin. Serokê Amerîkayê Îranê hişyar kir ku di demek kurt de ji bo danustendinan biryara xwe bide.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê mehek li pey xwe hişt û her diçe şer hê bêtir tevlihev û dijwart dibe. Serokê Amerîkayê Trump hefteyek dem da Îranê û gefa tolhildana êrişên Îranê yên bi ser Îsraîl û welatên Kendavê de pêk tîne li Îranê xwar.

Trump gef li Îranê xwar û hefteyek dem da Îranê

Serokê Amerîkayê Doland Trump derbarê Rêberê Bilind yê Rejîma Îranê Mûcteba Xameneyî de got ku agahiyên berê yên ku digotin “tu deng ji Mûcteba Xamaneyî dernakeve” piştrast kir ku ew bi giranî birîndar bûye.
Rojnameya New York Post duh hevpeyvîneke bi Donald Trump re parve kir. Trump di hevpeyvînê de diyar kir ku Amerîka dê di demeke nêz de bersiveke mezin bide êrişa Îranê ya bi ser rafîneriya petrolê ya Haifa ya Îsraîlê û santrala av û elektrîkê ya li Kuweytê.

Ji bo pirsa New York Post ya “Dê êrişa we çewa be?” re Trump got: “Hûn ê di demek nêz de bibînin,” û bang li rejîma Îranê kir ku beriya ku pir dereng bikeve bigihîje peymanekê.

Trump ji bo şer ji welatên Ereb alîkariya fînansê xwest

Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt duh ji rojnamevanan re got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê bang li welatên Ereb bike ku mesrefên şerê bi Îranê re bidin. Li gorî Leavitt, Trump dê di vê mijarê de tiştên din bibêje. Di bersiva pirsa gelo welatên Ereb ji bo mesrefên şer dê alîkariyê bidin an nedin re, Leavitt got ku “ew nikare li ser navê serok biaxive lê ev ramanek e ku di hişê Trump de ye.”

Dewletên Kendavê zextê li Trump dikin ku şerê li dijî Îranê bidomîne

Li gorî raporeke ku duh ji aliyê Ajansa Associated Press (AP) ve hatiye weşandin, dewletên Kendavê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestine ku êrîşên li ser Îranê bidomîne heta ku rejîma Îslamî ji bo herêmê nebe gefek. Li gorî rayedarên Kendav û Îsraîlî yên ku ji aliyê APyê ve hatine nîşandan Îran hêj têra xwe lawaz nebûye.

Îsraîl: Di şerê li Libnanê de 4 leşkerên me hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê (IDF) piştrast kir ku di pevçûnên li başûrê Libnanê de çar leşkerên wan hatine kuştin û du leşkerên wan jî birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê aşkera kir ku di êrişa Hizbullahê de leşkerê wan yê bi navê Kaptan Noam Madmoni, Serserjan Ben Cohen, Serserjan Maxsim Entis hatine kuştin. Lê navê leşkerê çaremîn hêj nehatiye eşkerekirin.

Netanyahu: Tekane çareserî rêya Derya Spî û Derya Sor e

Medya muhafezekar ya Amerîkî ya Newsmax duh bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re hevpeyvînek kir. Netanyahû di hevpevînê de got ku yekane çareseriya demdirêj lêkirina xeta boriyên nefê yên di navbera Kendava Hurmuz, Derya Spî û Derya Sor e. Li gor Netanyahû ev proje dê hinartina nevftê ji neqebeke teng ya di nava axa Îranê rizgar bike.

Di encma şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de Îranê rêya Kendava Hurmuzê ya ji hinartina neftê re girt. Cîhan ji ber girtina Kendava Hurmuzê ket nava karesateke mezin ya aboriyê.

Li ser vê Erebistana Siûdî xeta lûleya neftê ya Derya Sor vekir û rojê 7 milyon varîl nefta xwe di cihê Kendava Hurmuzê de, di ser xeta lûleya neftê ya di navbera Kendava Hurmuz û Derya Sor de dişîne bazarên cîhanê.

 

Etîket: Donald TrumpKendava HurmuzêRejîma ÎranêŞerê DYA-Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne