• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DEM Partî: Em ê ji bo azadiya çand û zimanê Kurdî têbikoşin

Enqere / AW

21 ÇILE 2025 - 14:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî cezakirina stranên Kurdî û kuştina şanoger Bavê Teyar da û got: “Tevî êriş û kuştinan jî em ê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û heta azadiyê li ber xwe bidin.”

Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser zext û êrişên li ser çand, huner û zimanê Kurdî. Komîsyon di daxuyaniyê de birîna cezayê li hunermendên Kurd û stranên Kurdî û kuştina şanoger Bavê Teyar şermezar kir.

Daxuyaniya DEM Partiyê ya bi sernavê “Tu ceza me ji doza zimanê dayikê venagerîne” hat belavkirin wiha ye:

“Êriş û zext û zordariyên li ser zimanê Kurdî bênavber didomin. Di van rojên dawî de ev êriş bi awayekî sosret tên meşandin. Weke mînak; ji bo hunermend Kasim Taşdogan bi hinceta stranên Kurdî 30 meh ceza, ji bo Hunermend Mazlûm Jînda dîsa bi hinceta stranên Kurdî 22 meh ceza hat birrîn. Polîsan bi awayekî konsanwarî li Amedê êriş bir ser Komeleya Wêjekarên Kurd û dest danîn ser pirtûk û rojnameyan. Akademîsyena Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Mûş Alparslan bi hinceta ku bi xwendekarên xwe pirtûkên Kurdî daye xwendin hat îxrackirin. Lê belê derbarê van pirtûkan de tu qedexe yan jî lêpirsîn tuneye. Herî dawî jî şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîm yê ku bi navê Bavê Teyar di hişûbîra gelê Kurd de ciyekî pîroz girtiye ji ber êrişên Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê hat kuştin.

Em dizanin ku ev polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê sed sal berê hatibûn sîstematîzekirin û îro jî bi awayekî tund ji hêla vê desthilatdariyê ve tên birêvebirin. Lê belê li dijî van polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna xwe bilind kiriye. Îro bi milyonan Kurd ji bo parastin, pêşvebirin û azadiya zimanê Kurdî têdikoşin û li ber xwe didin.

Em ê xwedî li nirxên Kurdewar derkevin

Em jî wek DEM Partiyê em ê li ser bingeha polîtîkayên pirzimanî û pirçandiyê her dem û li her derê têkoşîna xwe ya ji bo zimanê Kurdî û hemû nirxên Kurdewar bilindtir û berfirehtir bikin. Li dijî van biryarên neqanûnî em ê li kêleka hev piştevaniya hev bikin. Tu ceza me ji doza zimanê dayikê venagerîne. Weke Bavê Teyar got ‘Em ji mirinê natirsin’ û em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurt bikin.”

Etîket: bavê teyarçandDEM PartîKasim TaşdoganKurdîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne