• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îspat bû ku Ahmet Gun bi çeka cerdevaniyê hatiye kuştin

Şirnex /AW

20 ÇILE 2025 - 16:13
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
Di danişîna doza Ahmet Gun ê HDPî yê ji aliyê cerdevan Siddik Babat ve hatibû kuştin pêk hat. Derket holê ku çeka ku Ahmet Gun pê hatiye kuştin aidî cerdevanan e.

Rêveberê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Ahmet Gun di 11ê kanûna 2023yan de li çolterê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji hêla cerdevanan ve hatibû kuştin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bûbû. Têkildarî bûyerê ji ber sûcên “kuştina bi zanebûn” û “hewldana kuştina bi zanebûn” li cerdevanê teqawid Enver Babat (60), cerdevan Siddik Babat û kurê wî Ebubekir Babat û kesê bi navê Omer Yakar doz hatibû vekirin. Danişîna 4emîn a dozê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê pêk hat. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, parlamentera DEM Partiyê jî tevlî danişînê bûn.

Danişîn bi tespîtirina nasnameyê dest pê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyê endamên Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî, parêzêr Pîrozhan Karalî Guler, Salîh Tekîn û parêzera malbatê Ozum Vurgun parastin kirin. Di destpêkê de parêzer Pîrozhan Karalî Guler axivî û daxwazên xwe anîn ziman. Daxwazên parêzeran wiha ne: “Bila qeydên HTSê bên tomarkirin û tevlî dosyayê be kirin. Çekên ku di bûyerê de hatine bikaranîn bila bê lêkolînkirin û bê tespîtkirin ku ew cêk aidî TSKê ne an na. Cihê bûyerê bê lêkolînkirin û her sê bersûcên ku bi negirtî tên darizandin jî bên girtin.”

Piştre parêzer Salîh Tekîn parastin kir û bi lêv kir ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye destpêkirin û ev tişt anîn ziman: “Gumana me heye ku kujer ji ber ku cerdevanin tên parastin û delîl tên şîlo kirin. Ji ber wê jî daxwaza me ya qeydên HTS divê bi cih were. Her wiha ji bo tedbîr divê bersuc bên girtin û darizandin.”

Piştrê parêzerê bersucan axivî û daxwaza berdana Siddik Babat kir. Piştrê Siddik Babat ê li Girtîgeha Hejmar 3an a Amedê bi SEGBÎSê tevlî danişînê bû û daxwaza berdana xwe kir.

Ahmet Gun bi çeka cerdevaniyê hatiyê kuştin

Piştî parastinan heyeta dadgehê navberda û piştî navberê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran a lêkolînkirina qeydên HTS, lêkolîn kirina cihê bûyerê û girtina her 3 bersûcan ret kir. Heyeta mahkeme daxwaza lêkolînkirina çekan jî ji ber nivîs ji TSK hatiye ret kir. Di nivîsa ji TSK hatiye de derket holê ku ew çeka ku Ahmet Gun pê hatiye kuştin aidî cerdevaniyeyê.

Heyeta mahkeme der barê Siddik Babat ê girtî de jî biryara berdewamiya girtinê da û ji bo bersûcan jî biryara berdewamiya şertê kontrola edlî da.

Heyeta mahkeme danişîn jî taloqî 10 Adarê kir.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne