• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sibê Cejna Remezanê ye: Êdî em nikarin tiştekî li gorî dilê xwe bistînin

Gulîzar Turkoz - Sîpan Batmaz / AW

19 ADAR 2026 - 09:19
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Sibê li Cejna Remezanê ye. Ji bo cejnê welatiyên li Amedê dijîn berê xwe dan sûk û bazaran. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber krîza aboriyê nikarin weke berê pêdiviyên xwe yên cejnê bistînin û gotin: “Êdî em bi dilê xwe nikarin tiştekê bistînin.”

Li Amedê ji bo Cejna Remezanê liv û tevgereke zêde li sûk û bazaran heye. Lê belê ev liv û tevger ji ber krîza aboriyê ya zêde û bihabûna pêdiviyan, ji kêfxweşiyê zêdetir cihê xwe ji fikar û xemgîniyê re hiştiye. Hemwelatiyên ku ji bo kirîna pêdiviyên cejnê derketin sûk û bazaran, bal kişandin ser zêdebûna enflasyonê û diyar kirin ku ji ber giraniyê ew nikarin tiştekî bikirin.

‘Em ne bi dilê xwe, li gorî berîka xwe distînin’

Hemwelatiyên Amedê destnîşan kirin ku nikarin tiştên bi dilê xwe bistînin û anîn ziman ku ew neçarin li gorî aboriya xwe tevbigerin. Jinên ku li sûkê me mîkrofon dirêjî wan kir jî diyar kirin ku ew tenê dikarin pêdiviyên herî lezgîn û mecbûrî bistînin û wiha axivîn: “Çi lazimiya malê hebe, em mecbûr in tenê wê bistînin. Em û hevserên xwe derdikevin sûkê; em xwarin û pêdiviyên malê distînin. Bi qasî ku heye em her tiştî dikarin ji xwe re bistînin û heke têr neke jî em îdare dikin. Êdî em bi dilê xwe nikarin tiştekê bistînin.”

‘Her tişt di dilê me de ma’

Welatiyan bal kişandin ser bihabûna zêde ya li bazaran û nerazîbûna xwe ya li dijî krîza aboriyê wiha anîn ziman: “Her tişt di dilê me de ma. Her tişt biha ye. Me tenê ji zarokên xwe re cilên herî erzan stendine. Berê me tişta ku dixwest distend, me cilên baş distendin û me mesrefa malê hemû peyda dikir. Lê em niha nikarin. Her tişt pir biha bûye; merîv nikare tiştekî baş bistîne. Li ser cadeyê merîv dibîne qey erzan e. Lê gava meriv destê xwe diavêjiyê; dibêjin du, sê, pênc hezar e û tiştekî baş jî nîne. Her tişt wisa biha bûye ku êdî kes nikare tiştekê bistîne.”

Etîket: Cejna Remezanêkrîza aborî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

12 TEBAX 2026
Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

7 TÎRMEH 2026
‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

3 TÎRMEH 2026
Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

25 HEZÎRAN 2026
Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne