• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîlançoya 19 rojên şer: 4 hezar mirî 13 hezar birîndar

Navenda Nûçeyan / AW

18 ADAR 2026 - 10:53
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Bi dirêjbûna şerê DYA-Îsraîl û Îranê re hejmara mirî û birîndaran jî zêde dibe. Li gorî daneyan aliyan di 19 rojên şer de ji aliyê Îran û Libnanê ve 4 hezar 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 12 hezar 500 kes jî birîndar bûn. Ji aliyê Îsraî û Amerîkayê jî 25 kes mirin û 390 kes jî birîndar bûne.

Şerê Îsraîl-DYA û Îranê di roja 19an de berdewam dike. Bi dirêjbûna şer re hejmara qurbaniyan jî zêde dibe. Lê ji sedî 95ê qurbaniyan ji aliyê Îran û Libnanê ve çê dibe. Li gorî daxuyaniyên Heyva Sor a Îranê di 19 rojên şer de li Îranê 3 hezar 99 kesan jiyana xwe ji dest dane û qasî hatiye tespîtkirin zêdeyî 10 hezar kesî jî birîndar bûne. Li gorî saziyê hejmara gelek birîndaran giran e û kesên ku ji ber rewşe şer tespît nekirîn jî hene.

Li Libnanê 912 kes hatin kuştin

Li gorî daneyan li Libnanê jî encamên şer hindî diçe zêdetir giran dibe. Li gorî saziyên navneteweyî û yên Libnanê heta niha di encama êrişan de 912 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 2 hezar 500 kes jî birîndar bûne.

Li Îsraîlê 12 mirî

Di pêvajoya şer de ligel êrişên moşekî û dronên xwekujî jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn di asta herî jêr de ye. Li gorî daneyên Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihandîn heta niha 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 205 kes jî birîndar bûne.

DYA: 13 leşker mirin 190 birîndar

Li gorî daneyên Wezareta Kar a DYAyê aşkera kirîn heta niha di şer de 13 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane. Ji van 7 leşker li encama ketina balefireh şer a ku bi xeletî ji hêla Kûwêtê ve hate xistin jiyana xwe ji dest dane û 5 leşker jî di encama êrişên Îranê de mirine. Her wiha Wezareta Şer a Amerîkayê ragihand ku li cihên cuda 190 leşkerên wan jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku ji van leşkeran 180 piştî tedawiyê vegeriyane ser karê xwe lê rewşa 10 ji wan cidiyeta xwe diparêze.

Derbarê mirî û birîndarên li welatên bûne hedefa Îranê yên wekî Kurdistana Federal, Iraq, Qetar, Siûdî Erebistanê û deverên din de agahiyek zelal nehatiye daxuyandin.

Etîket: bîlançoya şerDYAÎranÎsraîlKurdistanLibnan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne