• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi girseyî Orhan Karaagar bi bîr anîn

Navenda Nûçeyan /AW

19 ÇILE 2025 - 15:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Bi sedan kesên li Goristana Hecîbekîr a Taxa Xacortê kom bûn, rojnameger Orhan Karaagar bi bîr anîn. Birayê Orhan, Nizam Karaagar, destnîşan kir ku kesên Orhan kuştin gotin ‘Dê êdî rojname li vî bajarî nayê belavkirin û dê rojnameger li vir nemînin’, lê niha ji 7 salî heta 70 salî li vir in.”

Xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 19ê çileya 1992yan de li Wanê ji hêla hêzên tarî ve hatibû kuştin. Bi minasebeta salvegera kuştina Orhan Karaagar, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ser gora wî ya li Goristana Hecîbekir a li Taxa Xaçortê bernameya bîranînê amade kirin. Nûnerên civakê û gel bi girseyî beşdarî bernameyê bûn. Malbata Karaagar, rêhevalên wî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, hevserokên DBP û DEM Partî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes amade bûn.

‘Kujerên Orhan aşkere bikin’

Ewilî nûnerê DFGê yê Wanê Adnan Bîlen axivî û xêrhatina girseyê kir. Adnan Bîlen, diyar kir ku 32 sal in di ser kuştina Orhan Karaagar re derbas bû, lê hêj jî kesên Orhan Karaagar kuştin nehatine dîtin. Adnan Bîlen, bal kişand ser kuştina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî û wiha got: “32 sal di ser kuştinê re derbas bûn. Lê hêj jî hevalên me tên kuştin. Divê baş bê zanîn ku êdî tu hêz nikarin xwe li ber lehiya çapemeniya azad bigirin. Me li ser nirxên van şehidan xwe mezin kiriye û ti kes nikare dengê me qut bike. Dara çapemeniya azad li ser şitla Gurbetelli Ersoz, Apê Mûsa û hemû şehidên xwe şîn bûye. Îro roja salvegera kuştina rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk e jî, heke kujerên Orhan Karaagar hatibana cezakirin, wê Hrant Dînk jî niha di nava me de bûya. Em careke din bang dikin ku bila kujerên Orhan bên dîtin.”

‘Em bi kuştinê xelas nabin’

Dû re li ser navê malbata Karaagar Nizam Karaagar ê piştî 30 salan girtî ma, sala par ji girtigehê derket, bal kişand ser rastiya kurdan û Kurdistanê. Nizam Karaagar, destnîşan kir ku kurd tevî evqas kuştinê jî zêde dibin û wiha got: “Gava Orhan nû hat kuştin, em hatin vir, hejmara me 16-17 kes bûn. Lê niha em bi sedan, hezaran in. Gotin piştî kuştina Orhan êdî rojname li vî bajarî nayê belavkirin, rojnamevan li vir namînin. Lê, binêrin em niha çiqas zêde ne, zarokê 7 salî heta dayika 70 salî li vir in. Em bi kuştinê xelas nabin.”

‘Divê bi destê Abdullah Ocalan ê demokrasiyê bigirin’

Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay jî axivî û hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî. Gonul Ûzûnay, destnîşan kir ku çapemeniya azad di hemû şert û mercên xerab de dest ji nivîsandin û belavkirina heqîqetê bernedaye û got: “Çapemeniya azad tevî hemû zext û zoriyan jî heta îro hatiye. Êrîşên li ser çapemeniya azad nebûna demokrasiyê ye û divê destê Birêz Abdullah Ocalan yê aşitî û demokrasiyê bê girtin. Bi awayekî samîmî ev dest bê girtin dê demokrasî bê vî welatî. Em careke din banga xwe ya aşitiyê dubare dikin û li ber hemû şehîdên çapemeniya azad û keda wan bejna xwe ditewînin.”

Bîranîn bi danîna qûrnefîlan a li ser gorê û xwendina duayan bi dawî bû.

 

Etîket: Adnan BîlenOrhan Karaagar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nîzam Karaagar: Têgeha “kujer nediyar” bûyerê şêlû dike

Nîzam Karaagar: Têgeha “kujer nediyar” bûyerê şêlû dike

20 ÇILE 2026
Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

19 ÇILE 2026
Adnan Bîlen: Di polîtîkayên dewletê yên li dijî rojnamegeran de tiştek neguheriye

Adnan Bîlen: Di polîtîkayên dewletê yên li dijî rojnamegeran de tiştek neguheriye

18 ÇILE 2025
Rêxistinên sivîl serdana nûnertiyên MKG û DFGê yên Wanê kirin

Rêxistinên sivîl serdana nûnertiyên MKG û DFGê yên Wanê kirin

27 KANÛN 2024
31 sal in kujerê rojnameger Adnan Işik tê parastin

31 sal in kujerê rojnameger Adnan Işik tê parastin

27 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne